Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin

  • rojane
  • 14:06 31 Çile 2023
  • |
img
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku tevî destwerdanên darazê jî HDP xebatên xwe didomîne û wiha got: “Hûn dê bi hemleyên HDP’ê Şah-mat bibin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe ya Meclisê axivî. Buldan, diyar kir ku bi mirûz û baweriyeke pir mezin xebatên xwe didomînin û wiha got: “Em li her devera Tirkiyeyê bi gelê xwe re tên ba hev, hevdîtinên xwe dikin. Em ê di dawiya hefteyê de jî di konferansa xwe ya Komara Demokratîk de bên ba hev.” 
 
‘HDP ARAMIYA VAN XAKA YE’ 
 
Pervîn Buldan axaftina xwe wiha domand: “Hilbijartin nêz bû û em dizanin ku bendewariya gelê me û bi milyonan a ji HDP’ê zêde ye. Çavê her kesî li ser HDP’ê ye. HDP roj bi roj rêya ber bi guherînê ve diçe berfirehtir dike û hêviyan xurtir dike. Ji ber ku HDP bereket û aramiya van xakan û temînata azadiyê ye. 
 
EM Ê KEŞTIYÊ BIGIHÎNIN DEMOKRASIYÊ
 
Çiqas pêlên mezin derkevin pêşiya me jî em ê vê keştiyê teqez bigihînin qeraxê demokrasiyê. Ji ber ku rê û armanca me zelal e. Demokrasî ye. Em careke din soz didin ku dê Tirkiyeyê ji vê tariyê rizgar bikin. Dê kesên hewl didin sekn û rojeva HDP’ê biguherînin, hewl didin bêhêviyê biafirînin teqez bi ser nekevin. 
 
BI DESTÊ AYM’Ê MUDAXALEYÎ PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ DIKIN 
 
Kesên bi kompasan derdikevin pêşberî siyaseta me, dê nekarin bi ser kevin. Me serî li AYM’ê dabû ku doza girtinê bidin piştî hilbijartinan lê AYM’ê red kir. Bêguman sedema vê polîtîkaya red û înkarê ye. Em dizanin ku AYM di bin zexta Qesrê de van biryaran dide. Tifaqa kompasê ya AKP-MHP’ê bi destê AYM’ê destwerdanê li pêvajoya hilbijartinê dike. Lewma ewqas xwedî li doza girtinê derketin. 
 
Ewqas kesên qirêjî ne ku ji bo qutkirina alîkariya xizîneyê bi rêya emniyetê şahidekî nepen afirandin. Bi navê şahidê nepen îfadeyeke ji 100 rûpelan pêk tê û tu eleqeya wê bi rastiyê re nîne û komplo çêkirin. Bi lez û bez şandin AYM’ê û wan jî bêyî ku rêgezên hiqûqê esas bigirin biryara bloqekirina hesabên partiya me dan. Tam kompas e. 
 
ŞIRÎKÊ BIÇÛK Ê ÎKTÎDARÊ: DÊ SIYASETA WE TÊK BIÇE
 
AKP-MHP, di hilbijartinê de dozger, dadger, hêzên ewlekariyê, walî, mela û burokratan weke ‘hespê Truvayê’ bi kar tînin. Ev besî wan nekir ku niha şahidên nepen lê zêdekirin. Karê wan bi hêviya van şahidan ma ye. Ev kompas, rontgenê herî zelal ê rejîma îktîdarê ye ku dixwaze li Tirkiyeyê bi cih bike. Lê bila baş bizanin ku dê ji van kompasan bo wan pariyek dernekeve. Bila şirîkê biçûk ê îktîdarê ku weke qeyûmê AYM’ê dixebite jî vê baş bizane; dê siyaseta we têk biçe, HDP dê bihêztir rêya xwe bidomîne. HDP ne pariyeke biçûk e û dê di qirika we de bimîne. Kevneşopiya têkoşînê ya HDP’ê û gelê kurd bi sala ye gelek xefik têk birin û van kompasan baş nas dikin. Seyît Riza ji bo kesên xefik li ber danîbûn wiha digot; ‘Me bi xefikên we nekarî.’ Lê em dibêjin ku gelê kurd û dostên wan dê yek bi yek hemû hîle û xefikên we vala derxîne û faşîzma we têk bibe. 
 
HUN DÊ BI HEMLEYÊN HDP’Ê MAT BIBIN
 
Yên ku pêvajoyeke hilbijartinê ya bêyî HDP’ê difikirin bila baş bizanin ku dê pêşnûmeyên we bibin sergo. Hûn dê ji hêla siyasetê ve tune bibin. Jixwe li gorî anketan roj bi roj dengên we dikevin. Rastiyeke din jî heye ku dê her tim bi dijminatiya we ya li kurdan bên naskirin. Dibe ku hûn zarên bihîle bilîzin! Lê hûn dê di vê kişikê de li hemberî hemleyên HDP’ê şah-mat bibin. Dê li hemberî hewldana demokrasiyê ya bi milyonan têk biçin.
 
DI PÊVAJOYA HILBIJATINÊ DE AMADEKARIYÊN BO ÊRIŞA SER ROJAVA 
 
Lingê yekemîn ê kampanyaya hilbijartinê yê tifaqa AKP-MHP’ê kompasên siyasî ne. Lingê din jî polîtîkaya şer e. Piştî ku di meha adarê de biryara hilbijartinê dayîn, dest bi amadekariyên şerekî li dijî Sûriyeyê kirin. Ji ber ku êdî sozeke bidin gel nema ye. Ji bo pirsgirêkên gel jî tu çareseriyên wan nînin. Dixwazin bi rêya şer ser birçîtî û xizaniya gel bigirin. Divê tevahiya raya giştî û muxalefet di ferqa vê rastiyê de be. 
 
ÎMRALI NOQTEYA SIFIR A HIQÛQÊ YE
 
Yek ji sedemên ku em ewqas balê dikişînin ser polîtîkaya tecrîdê jî ev e. Tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan pêl bi pêl li tevahiya welatê belav bû û pergala bêhiqûqiyê ava kirin. Mesele ne tenê îmrali lê tevahiya welêt û gelan e. Tevahiya siyaset û pergala tarî ya gel pê dorpêç kirine, bi rêya tecrîda li Îmraliyê didomînin. Hiqûq û makeqanûn ji holê hatiye rakirin. Îmrali, bi hiqûq û makeqanûneke taybet tê birêvebirin. Welêt, bi makeqanûna tecrîdê re birêve dibin. Îmrali, noqteya sifir a hiqûqê ye. 
 
DIVÊ MUXALEET LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVE 
 
Binêrin, hefteyek berê ji 7 welatan 35 parêzer, aktîvîst û siyasetmedar hatin Tirkiyeyê. Ev kes, endamên Deleqasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê bûn. Li Amed, Enqere û Stenbolê bi dehan sazî, malbat û partiyan re hevdîtin kirin. Di 28’ê çileyê de jî li Stenbolê daxuyaniyek dan û xwestin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê bidawîkirin. Rastiya ku hemû dinya dibîne, divê siyasetmedarên Tirkiyeyê jî bibînin û li dijî tecrîdê xwedî helwest bin. Muxalefeta ku dibêje ‘em ê dewletê ji rizîbûnê rizgar bikin’ divê ji ewil li dijî tecrîdê xwedî helwest bin ku destpêka vê rizîbûnê ye. Nêzikatiyên ku bingeha pirsgirêkan nabîne, nikare çareseriyê pêş bixe. Em tam di rewşeke wiha ya tecrîd û rizîbûnê de dikevin pêvajoya hilbijartinê. Divê hemû kes di ferqa vê rastiyê de be. 
 
Rêya valaderxistina polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê ku ji bo parastina kursiyên xwe dimeşînin, bi avakirina mezintirîn koalîsyona li dijî şer pêkan e. Feraseteke ku nikare li dijî polîtîkayên şer derkeve, dê nekare xwe xelas bike ku nebe parçeyeke îktîdarê. Bi boyaxkirina pergala red û înkarê re hûn nikarin demokrasiyê bînin vî welatî. Divê muxalefet vê rastiyê baş bibîne. Divê hemû kes li dijî lobiyên şer ên dixwazin li Qesra li Beştepeyê tunêla îktîdarê ava bikin hişyar be. 
 
DIBÊJIN QEY DENGÊN GEL TÊN FIROTIN
 
Li dijî lîstik û kompasên îktîdarê yên li dijî ewlehiya sindoqê, divê yekitiya hêzên demokratîk were avakirin û hevkarî bê kirin. Em ne li vî welatî û ne jî li welatên cîran şer naxwazin. Tu ciwanên me yên ku em bi qurbanî şerê kursiyê yê îktîdarê bikin tune ne. Peywira her kesî ye ku bibêje; ‘tu aboriya me ya em bo şer tune bikin’ nîne. Divê gelên me baş bizanin ku êdî tu çareseriyekî ku îktîdar bo welat bîne nema ye. Bi nêzbûna hilbijartinan re hewl didin çavkaniyên gel ji bo hilbijartinê bi kar bînin. Dibêjin qey dengên gel tên firotin. Ji ber ku zîhniyeta wan ev e. Ji bo ku xanedaniya xwe li ser pêyan bihêlin, serî li tecrîd, şer û kompasan didin. 
 
ERDOGAN NIKARE CARA 3’YEMÎN BIBE NAMZET 
 
Ji bo Serokê Giştî yê AKP’ê dîsa bibe namzetê serokkomariyê, Tifaqa Cumhur di nava hewldanan de ye. Debara gel bi ser guhê wan ve nîne. Erê rast e li gorî makeqanûnê Erdogan nikare cara 3’yemîn bibe namzet. Ev yek pir eşkere ye. Namzetiya wî rewa nîne. Bila li dîrokê cih bigire, heke bibe namzet, em ê bi namzetekî nerewa re rû bi rû bimînin. Lê xuyaye ku dê guh nedin makeqanûnê. Erdogan ê îro Serokkomar Erdogan ê 2018’an nas nake. Heke ew serokkomariya xwe nas neke ma dê gel çima nas bike. Neke nava hewldanên namzetiyê. Jixwe dê gel li ser sindoqan te tune bike û dê nekarî bibî serokkomar. 
 
EM HÊZÊ VEGUHÊZIN SINDOQAN
 
Heke em bi her welatiyekî/a ku pariyê nanê wî/ê, keda wî/ê, pêşeroja wî/ê hatiye dizîn re bên ba hev, dê teqez rê li ber vê rewşê bigirin. Em bi hev re biqîrin û bibêjin em polîtîkaya tecrîd û şer naxwazin. Em ji wan mezintir in. Hêza ku em li qadan mezin dikin, veguhêzin sindoqan û vê dewranê bi hev re bi dawî bikin. Li pêşiya me hilbijartineke dîrokî û krîtîk heye.Ji ber ku dê biryara pêşeroja welatê xwe bidin. Dê di navbera kesên dixwazin statûkoyê bi faşîzmeke tund re bidomînin û yên dixwazin welatekî wekhev û azad ava bikin de tercîhek were kirin. 
 
HDP DÊ ENCAMÊ DIYAR BIKE
 
Çawa ku HDP nifteya hemû çareseriyên li Tirkiyeyê be, niha jî dê dê encama hilbijartinan diyar bike. Em bi vekirî dibêjin ku HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê dê vî welatî ji hilweşînê rizgar bike û ber bi pêşerojeke wekhev û azad ve bibe. Em baş dizanin ku ev welat neçarî siyaseta duqutb nîne. Bi sala ye em têkoşîna vê didin û siyaseta vê dikin. 
 
Kesên dibêjin qey tenê kolaneke vî welatî heye û tenê ji wan pêk tê divê baş bizanin ku kolaneke din jî heye ku ew kolan ji kurdan, elewiyan, ermenan, suryanan, ruman, lazan, pomakan û hwd., ji jinan, ciwanan, kedkaran û karkeran pêk tê. Bi milyonan kes hene ku dibêjin welatekî din jî pêkan e. Ev hêz jî bi HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê derket holê. Tifaqa me, tifaqeke herî kevnare ya van xaka ye. Em tenê dikarin bi hêza xwe pêşeroja xwe ava bikin. Ev yekitî dê hêza damezirîner a pêşerojê ye. Cihê her kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de heye. Rêya pêşerojeke demokratîk û Komara Demokratîk, tifaqa me ye. Wer in em vê rêyê di 14’ê Gulanê de bikin rêya serkeftinê. 
 
PIŞTEVANÎ MEZIN DIKE
 
Kampanyaya piştevaniyê ya HDP’ê pêl bi pêl mezintir dibe. Piştevanî mezin dike û tariyê belav dike. Ji gelek deverên cîhanê ji bo kampanyaya me bersiv tên dayîn. Şano ji bo HDP’ê tên lîstin û li her maseyê cihek bo HDP’ê tê veqetandin. Hemû kes rojeke xwe dide HDP’ê. HDP’iya çawa ku digotin ‘em dengê xwe didin xwe’, niha jî dibêjin ‘em alîkariyê didin xwe.’ Ev yek pir watedar e. 
 
ROJAVA KU PEREDANKA XWE BEXŞ KIR
 
Dixwazim çendek mînakan bidim. Ji ewil hevalê me yê xwendekar Ozgur 20 TL bexş kiribûn û gotibû; ‘ji xwendekarî ewqas.’ Li Wanê dayikekê xwe gihandibû partiyê û gotibû ku ji bo piştevaniyê di mihên xwe firotine. Li Kocaeliyê zarokên malbatekê xercaneyên xwe yên karnameyê şandibûn. Hevalên me lê geriyan û soza serkeftinê dan wan. Li Colemêrgê dayikekê ji bo tevahiya avahiya partiyê bajar keledoş çêkir. Bila keda wê her hebe. Ez çavê Rojava ya biçûk maç dikim ku peredanka xwe beşx kir. 
 
Bila kesên kompasan dikin guhên xwe baş vekin û lê guhdar bin; hûn dê nekarin li hemberî kesên xercaneyên xwe yên dibistanê bexş dikin bi ser kevin. Hûn dê nekarin pêşî li ber îradeya dibêje ‘dê cilên xwe bifiroşim lê dê partiya xwe li ser pêyan bigirim’ bigirin. Ev piştevanî nîşan dide pêşeroj ji zû ve hatiye qezenckirin. Dê kesek nekare rê li ber vê îradeyê bigire.”
 
 

Sernavên din

01/02/2023
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin