Tîma MA’yê li gundên Bazarcixê ye: Kevir li ser kevirê nemaye

  • rojane
  • 10:46 12 Sibat 2023
  • |
MEREŞ - Li 6 gundên Bazarcixê bi sedan avahî hilweşiyane. Li van gundan herî kêm 107 kes canê xwe ji dest dane. Welatiyek ku di baraqeyek naylon de dijî bersiva “Gelo ma girîngiya navê min maye?” dide pirse û bi kurt û kurmancî rewşa karesat û bêçaretiyê ya li gundan radixe ber çavan. 
 
Li navande du erdhejên mezin navçeya Bazarcixa Mereşê waliyê Kirikkaleyê Bulent Tekbiyikoglû wek “koordînatorê” erdhejê hat wezîfedarkirin û daxuyand ku li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê temam kirine. Tekbiyikoglû diyar kir ku ji 872 xirbeyan 41 welatî sax hatine derxistin û bi giştî 413 welatî jiyana xwe ji dest dane. Nayê zanîn ku hejmara daneyên li gundan mudaxilî daneyên ku Tekbiyikoglû eşkere kiriye an na. Lê belê li gundên Buyuknacar Kocadere, Buyuknacar Fatîh û Buyuknacar Navend 156 kesan canê xwe ji dest daye. Bîlançoya qurbaniyan a herêma Narli ku piştî erdhejê agahî jê nedihat girtin û daneyên fermî hev nagirin. 
 
Em wek nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) çûn gundan û me rewşa gundan di cih de şopand û dîmen û wêneyên gundan girtin. 
 
BERÊ XWE DAN GUNDAN
 
 
Piştî me li navenda cihê alîkariyê ya ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve hatiye avakirin, taştê xwar, em bi sê dilxwazên erdhejê Erkan Ozdaş, Enver Ozmen û wênesaz Ercan Altuntaş re derketin rê û me berê xwe da gundê Narliyê bi ser Bazarcixê ve. Seranserî rê avahiyên ku xesar dîtine derdikevin pêşiya me. 
 
Beriya em bigihîjin Narliyê li ser rê em dibînin ku siloyên garis xesarek mezin dîtine û hin aliyên van siloyan bi temamî hilweşiyane. Pişt re bi dorê me dîmen û wêneyên gundên Karaçay, Osmandede, Ordekdede, Evrî-Kumeevler, Evrî merkez,
 
Sarierik û Emîroglû-Betizler girtin.
 
 
JI FELAKETÊ RIZGAR BÛYE 
 
Rawestgeha me ya ewil gundê Karaçay e û 60 mal lê hene. Ji ber erdhejê hema bêje xaniyê ku xesar nedîtine û hilneweşiyane tune ne. Em çûn ber hewşa malekê û ferdên malbatê li ser maseyê çay vedixwin. Me got em rojnamevan in, me çawa wisa got, malbatê dest bi axaftinê kir û tiştên hatiye serê wan vegotin û diyar kirin ku gundê wan ji felaketê rizgar bûye. 
 
 
Malbat dibêje şansê mezin ew ew ku xelkê herêma wan di mehên zivistanê de diçin bajarên rojavayê Tirkiyeyê û Ewropayê. Her ku me xwe berê nav gund da xesar mezin e û dîmenên karesatê derdikevin pêşiya me. Hin malan tenê xesar dîtiye û hin mal jî hilweşiyane û kevir li ser kevirê nemaye. Gelek wesayît jî di bin xirbeyan de mane. Hin welatî kelûpelên wan ku sax mane, ji bin xirbeyan derdixin. 
 
‘GELO MA GIRÎNGIYA NAV MAYE?’ 
 
 
Welatiyek ku di baraqeyek naylon ku kesek dikare lê bimîne de derket pêşiya me. Ev welatiyê mexdûr dibêje ku ew perîşan bûne. Me navê wî pirsî lê wî bersiva “Gelo ma girîngiya nav maye?” dide me û paşê got ku navê wî Akin e. 
 
4 KES CANÊ XWE JI DEST DANE 
 
Piştî gundê Karaçayê me em derbasî gundê Osmandedeyê bûn. Li vî gundî derdora 70 malî hene. 2 jê zarok 4 kesan li vî gundî jiyana xwe ji dest daye û 5 kes bi alîkariya gundiyan ji binê xirbeyan hatine derxistin. Alîkarî û konên AFAD’ê piştî 4 rojan gihîştiye gund. Hê jî hin malbatên li gund bêkon in. Rewşa gundê Osmandede ji rewşa gundê Karaçayê ne cudatir e. 
 
JI ŞER REVIYAN DI BIN ERDHEJÊ DE MAN 
 
Em li gund malbatek ku ji şerê Sûriyeyê reviyaye û li vir bicih bûye dibînin. Du zarokên keçik ên malbatê mirine û lawek wan jî bi giranî birîndar bûye. Dayika zarokan ji bo ferdên malê ku sax mane xwarinê amade dike û ferdên din ên malbatê jî hewl didin ku motorsiklêta xwe ji bin xirbe derxin. 
 
Me ji malbatê pirsî “gelo ne talûke ye” wan jî bersiva, “ka em çi bikin, tekane wesayîta me ya veguhestinê ev e” didin me. 
 
KEVIR LI SER KEVIRÊ NEMAYE 
 
Paşê jî me berê xwe de gundê Ordekdede û em bi manzereyek dijwartir re rûbirû dimînin. Hema bêje derdora 300 mal û dikan li gund hene û hema bêje hemû hilweşiyane an xesar dîtine û serobin bûye. 10 jê zarok bi giştî 33 kesan li vî gundî canê xwe ji dest daye. Gelek sewalên gundiyan jî mirin e. 
 
Li gorî ku gundî agahî didin me, tîmên rizgarkirinê ji Mêrsînê roja duyemîn a erdhejê hatine û du kesan ji bin xirbeyan derdixin lê belê paşê jî her du kes canê xwe ji dest didin. 
 
PÊDIVIYA SEREKE KON IN 
 
Xelkê gund dibêjin ji ber wan xizmên xwe din rizgar nekiriye pir xemgîn in û destnîşan dikin ku bi hev re birînên xwe dipêçin û hewcedariya wan sereke kon in. 
 
Hin welatiyên ku bêxew û bêhal mane û di nava xirbeyan de ne, di heman demê de li dijî îktidarê bi hêrs in jî û dibêjin ku alîkarî negihîştiye wan. 
 
DILXWAZ ALÎKARIYÊ BELAV DIKIN 
 
Dilxwazên ku bi me re hatin gundan cil û xurekên ku li cem xwe anîne li gundaiyan belav dikin. Xelkê gund herî zêde betaniye, kon, bakliyat, mamayê zarokan, bezên zarokan û extiyaran û pedên jinan daxwaz dikin. Daxwazên hin welatiyan hatin dabînkirin û daxwazên hin welatiyan jî ji Maseya Krîzê re tê ragihandin. 
 
Tenê hewcedarî ne ev in. Ji bo welatiyên nexweş daxwaza derman û tîmên mobîl tê kirin. Her wiha gundî dixwazin ku av û ceyrana wan bê berdan. Şêniyên li taxê her kes li gorî pêdiviya xwe alîkariyê dixwaze. 
 
ŞERTÊN DIJWAR ÊN ZIVISTANÊ Û TÊKOŞÎNA JIYANÊ 
 
Piştî gundê Osmandedeyê jî me berê xwe de yek mezintirîn gundê Evrî yê Bazarcixê û li vir jî em xanî û avahiyên hilweşiyayî ango gundek bûye xirbe re rûbirû dimînin. Tê gotin ku nêzî du hezar nifûsa vî gundî heye. Gelek malbatan kon vedane û bi şertên dijwar ên zivistanê re dijîn. Em ewilî berê xwe didin Evrî-Kumeevler û li vir 15 mal bi temamî hilweşiyan e. 
 
KUMEEVLER TUNE BÛYE 
 
Tenê ne xanî ewqas axurên sewalan jî hilweşiyan e. Herî kêm 14 kesan li vir jiyana xwe ji dest daye. Çikmî rewşa birîndarên ku rakirine nexweşxaneyan nayê zanîn. 7 kesên qurbanî ji heman malbatê ne. Ramazan, Sultan, Done, Hasan, Sevcan, Mehmet û Yûnûs Kizik in. Her wiha Cuma û Cafer Aksumur jî xizmên hev in û wefat kirine. Gundî dibêjin zarokek jî di dema kêliya erdhejê de sobe bi ser de ketiye  û şewitiye û jiyana xwe ji dest daye. 
 
Li gund bi sedan sewal mirin e. Sewalên di bin xirbeyan de mane bêhn didin. Ji ber ku welatî ketine nav hewldana ku cihê lê bi hêwirin çêbikin, nikarin bi termê sewalan re eleqedar bibin. 
 
HÊSIRÊN WAN TÊN XWARÊ 
 
Hin welatî ji bo sewalên xwe axûrên xwe tamîr dikin û çêdikin. Hin welatî jî bêhal ketine û agir pêdixin û ku xwe li berê germ bikin û bêhna xwe berdin. Welatî ji aliekî ve hewl didin birînên xwe bipêçin ji aliyekî ve jî xemgîn ji bo qurbaniyên xwe û hêsir ji çavên wan tên xwarê. Haya zarokan ji tiştekî tune ye û bi sewalên wan sax mane re dileyîzin. 
 
Me xatir ji welatiyên Kumeevlerê xwest û me dîsa berê xwe da navenda Evriyê. Li serê girekî me li gund nihêrî û rûxandina gund hin bêtir xwe radixe ber çavan û tê dîtin. Welatî ji aliyekî ve hem di nava metirsiyê de ne û hem jî ji neçarî konên ku hatine gund ji xwe re vedidin ku lê bimînin. 
 
HERÎ KÊM 40 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE 
 
 
 Em hem ji aliyekî ve bi dilxwazan re li cadeya sereke ya gund koliyên alîkariyê belav dikin û hem jî ji aliyekî ve li pirsgirêkên gundiyan guhdar diin. Li navenda Evriyê herî kêm 40 welatî canê xwe ji dest dane. Daxwaza herî zêde ya welatiyên gund kon in. Zarok li derdora dibistana xwe ku hilweşiyane dileyîzin û dê û bavê wan di nava endîşeya ku zarokên wan serma negirin de ne ku cilan ji wan re bibînin. 
 
HER DEVER BÛYE XIRBE 
 
 
Piştî gundê Evriyê em berê xwe didin gundê Sarierîkê. Li gund 60 mal hene û tenê 17 malbat lê dijî. Li vî gundî 3 kesan canê xwe ji dest daye. Li ber deriyê her malê kon tên vedan. Her wiha alîkariya ku xizmên gundiyan ji Ewropayê şandine mal bi mal tê belavkirin. 
 
Rawestgeha me ya dawî jî gundê Emîroglû ye. Ji ber karesatek mezin li gund çêbûye û xanî rûxiyane, qey meriv dibêje şerek dijwar li gund qewimiye. Her kolan bi xirbeyên avahiyan tije bûye. Li gund 6 jê zarok bi giştî 12 kesan canê xwe ji dest daye. 
 
MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok 

Sernavên din

17/06/2023
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5