'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'

  • rojane
  • 09:01 22 Sibat 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Dayikên Botanê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser rojavayê û Başûrê Kurdistanê dan û wiha gotin: "Dewlet li şûna ku biçe tang û topên xwe li çiyayên Kurdistanê bibarîne, bila biçe gelê di bin kavilan de derxîne."
 
Di 6'ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Her du erdhejan bandor li 11 bajaran kirin. Di encama erdhêjan de heta niha di ser 40 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dane. Her wiha heman erdhejan bandor li rojavayê Kurdistanê jî kir û li wir jî gelek kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan. Lê Tirkiye tevî vê jî di 12'ê sibatê de bi balafirên şer êrişr bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di êrişê de birindar û mirî çêbûn. Berevajî vê KCK'ê jî di 10'ê sibatê de ragihand ku ji ber erdhejê wan heya demekê çalakiyên leşkerî rawestandiye. Lêbelê dewleta tirk hem ji hewayî hem jî ji bejahiyê ve êrişên xwe yên li dijî HPG’ê ku di pozîsyona parastinê de ye didomîne. Di daxuyaniya HPG’ê de, hatiye diyarkirin ku carekê bi bombeya qedexe, 5 caran bi balafirên şer, 43 caran bi obus, tanq û çekên giran êriş li hemberî hêzên wan hatine kirin û ew jî nêçar mane ku bersivê bidin. 
 
Dayikên Aştiyê yên Botanê bertek nîşanî êrişên dewletê dan û bang kirin ku demildest êriş bên sekinandin û alîakriya mexdûrên erdhejê bê kirin. 
 
'EW KESÊN KU DIGOTIN TERORÎST IN AGIRBEST ÎLAN KIRIN'
 
Ji Dayikên Aştiyê Behiye Nayir anî ziman ku helwesta dewleta tirk nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Dema erdhêj çêbû xwedê negot, 'ev kurd e, ev tirk e, ev ereb e.' Bi yek carê çêbû. Divê hemû gelên Tirkiyeyê destê xwe bidin hev û birînên van mirovan derman bikin. Dewleta tirk divê bi hawara gelê xwe ve biçe û piştgiriyê bide gelê xwe. Li şûna ku alikariyê bide gelê xwe bi yek carê bi tang û topên xwe êrişî çiyayên Kurdistanê dike. Ew zarokên ku wî digotin, 'terorîst in' bi yek carê agirbest ragihandin û gotin, 'Heta demekê bi qasî ku ew êrîş nekin em çalakiyên xwe didin sekinandin.' Lê dewleta tirk nesekinî û balafirên xwe yên şer rakirin. Li aliyekî li Sûriyeyê dide li aliyekî jî li başûrê Kurdistanê dide. Em vê helwesta dewleta tirk şermezar dikin. Em vê helwesta dewleta tirk qebûl nakin. Hê heta niha alîkarî ji gelek gundên Mereşê re nebiriye. Xelk ji birçîna, ji sermana dimirin. Divê kurd, tirk û ereb destê xwe bidin hev û piştevaniya wan bikin. Çawa ku kesên di jêrzemînên Cizîrê de man avêtin çem, van jî wisa dikin. Em vê qebûl nakin. Bila vî şerê xwe yê qirêj bidin sekinandin." 
 
'JI ŞER RE SEFERBER BÛ'
 
Ji dayikan Zeynep Begenir jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk kir û got ku li şûna ku êrişî kurdan bike bila aliyê gelê xwe bike û wiha pê de çû: "Roja ku erdhêj çêbû, HPG'ê roja ewil daxuyanî da û ragihand ku 'Ev şerê qirêj bila niha bisekine û cihên ku hêzên me lê  ne bila çalakiyên xwe bidin sekinandin.' Lê belê dewleta tirk li şûna ku şerê xwe bide sekinandin, êrişên xwe zêdetir kir. Çiyayên Kurdistanê, gund û bajarên wê bombarduman kir. Li şûna ku ji bo alikariyê ji herêmên erdhêjê re bibe û seferberiyê ragihîne, ji şer re seferber bû. Di bin wan kavilên avahiyan de kurd man, ereb man, tirk man. Ji her nasnameyê mirov di bin wan kavilan de man. Divê tang û topên xwe bidin sekinandin û leşkerê xwe vekişandana. Li şûna biçe bi tang û topên xwe li wan deran bide, bila biçûya mirovên di bin wan kavilên avahiyan de derxistana. Heger li şûna şer bi hawara wan mirovan de biçûya, belkî bi hezaran mirov nemirana û di bin erdê de nemana. Dewletên cîhanê jî ew nedan sekinandin. Tew di rewşeke wiha de jî kurdan bombarduman kir. Bi şev û roj bombardumana xwe domand. Em wî û dewletê ku piştgiriyê dide şerê wî şermezar dikin." 
 
'PEREYÊ JI ŞER VEQETANDÎN BILA JI ERDHÊJÊ RE BIHATA VEQETANDIN'
 
Dayik Nûriye Atmişê jî anî ziman ku Serokkomarê AKP'î Erdogan ji ber israra xwe ya di şer de gel bi mirinê re rû bi rû hiştiye û ev tişt gotin: "Dema ku ev erdhêja ewilî çêbû, diviyabû Erdogan ji bo alikariyê bang li Ewropayê û hemû dinyayê bikira. Heger seferberî ragihanda belkî ev qas mirov jiyana xwe ji dest nedana û ev qas mirov di bin kavilên avahiyan de nemana. Mirov mezinê derekî be, divê mirov wê mezinatiya xwe nîşan bide. Erdhêj çêbû, lê bombardimana xwe domand. Ew kesên ku wan digot, 'terorîst in' wan ji ber vê erdhêjê heta demekê şer da sekinandin. Heger Erdogan seferberî ragihanda belkî gelek kes hatibûna rizgarkirin. Lê belê rola xwe nelîst û xwe ker kir. Ew pereyê ku daye şer, heger ji herêmên erdhêjê re veqetanda belkî îro ev çênebûna. Bila sînor vekirina ku gel bi hawara Rojavayê jî biçûna. Bila wî jî wekî PKK'ê ev şerê xwe bida sekinandin. Ma ev erdhêj jê re bû firsend? Bila ji vê erdhêjê aqil bigirta û aştiya di nava gelan de ragihanda."  
 
Dayik Emîne Atayê jî bal kişand ser agirbesta KCK'ê û got ku biryareke di cih de ye û wiha axivî: "Herêmên ku erdhêj lê çêbûne, em êşa wan his dikin. Sê rojan dewleta tirk nehişt ku alîkarî ji herêmên erdhêjê re biçe. Em vê hovîtiya li ser gelê me şermezar dikin. Alîkariyên ji herêmê re çûn hatin astengkirin. Alikariya ku ji Başûrê Kurdistanê hat jî 3'ê rojan hat sekinandin û nehiştin bigihên mexdûrên erdhejê. Heke dewletê piştgirîya gelê xwe bikira, ev qas mirî çênedibûn. Ne dewlet bi xwe xebitî û ne jî hişt ku gel alikariyê bike. Li şûna ku hemû hêza xwe da bombardumankirina çiyayên azad, bila ew hêza xwe ji herêmên erdhêjê re bişanda. Bila gelê kurd û tirk jî vê hovîtiya dewleta tirk bibîne. Li dijî vê bêtifaqiya dewletê pêwîstî bi hevkarî û tifaqiya gelê me heye. Bila gel hemû tifaqiya xwe ava bike û minet ji dewleta tirk neke."
 
'JI ERDHEJÊ REVÎN, DI BOMBEBARANA DEWLETA TIRK DE MIRIN'
 
Emine Alkişê jî bang li dewletê kir ku êrişên xwe bide sekinandin û got: "Gelê kurd aliyê her kesî dike. Lê dewleta tirk her tim bûye dijminê gelê kurd. Ew roja ku erdhêj li Rojavayê çêbû, dewleta tirk ew der bombarduman kir. Ma ev heqê xwedê bû? Ji erdhêjê reviyan, di bombardumanê de mirin. Pereyê ku ji bo kuştina gelê kurd daye bi çekên kîmyewî, bila ji herêmên erdhêjê re veqetanda."
 

Sernavên din

08/07/2023
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş