Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?

img
MELETÎ - Cotkarê bi navê Alî Gelîncîk diyar kir ku bi tonan tûtina wî di bin kavilan de ma ye û wiha got: “Me bang li rayedaran kirin lê nehatin. Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?” 
 
Di encama erdhejên Mereşê de zêdetirî 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn. Yek ji bajarên herî zêde bandora erdhejê lê çêbûyî jî Meletî ye. Li bajar niha xebatên rakirina kavilan hatine destpêkirin. Hinek mexdûrên erdhejê hewl didin alav û amûrên xwe ji malên xwe yên bixesar derxînin, hinek jî hewl didin mişmiş û tûtina xwe ya di bin kavilan de ma ye derxînin. 
 
Yek ji cotkarên tûtinê Alî Gelîncîk, li gundê Kurucuova yê navçeya Wêranşerê dijî. Gelîncîk jî hewl dide tûtina xwe ji bin kavilan derxîne. Ji bo derxistina tûtina xwe makîneyeke kar kirê kiriye û 6 rojan xebitî Gelîncîk, da zanîn ku gelemperiya tûtinê şikestiye û şil bûye. Gelîncîk, diyar kir ku kariye tenê 3 tonên tûtina xwe derxîne û wiha got: “Em piştî erdhejê bêxwedî hatin hiştin.” 
 
KEDA 10 MEHAN ÇÛ
 
Gelîncîk, destnîşan kir ku tûtina di bin kavilan de mayî, berhema keda wan a 10 meha ye û ev tişt anî ziman: “Keda pênc-deh malbatan di bin van kavilan de ma. Me nekarî xelas bikin. Ji bo derxistina tûtinê me bang li rayedaran kir. Wan jî got ku dê tûtinê li gorî rêzê derxînin. Gotin ku ya kê herî zêde lezgîn be dê wê derxînin. Me dizanî ku dê dernexin lewma me makîneyeke kar kirê kir. Rojane me 12 hezar TL pere da xwediyê makîneya kar û 6 rojan xebitî. Bi giştî min 65 hezar TL pere da û ji bin kavilan 3 tonên tûtinê derxistin. Beşekê wê jî şil bûbû û hûr bûbû. Me gelemperiya wê nekarî ji bin kavilan derxînin.”
 
‘YÊN KU CAN RIZGAR NEKIRÎN MA DÊ MAL RIZGAR BIKIN’ 
 
Bi domdarî Gelîncîk anî ziman ku rayedaran di du-sê rojên ewil de tu kes ji bin kavilan rizgar nekirine û wiha bi dawî kir: “Rayedarên ku ji bo rizgarkirina can nehatibûn, ma dê ji bo rizgarkirina mal bên. Hemû kes terkî qedera xwe hat kirin. Divê dewlet alîkariyê bide hemwelatiyê xwe lê me bi xwe gel xelas kir. Jixwe di sê rojên ewil ên erdhejê de yek ji wan nehat. Xizmên me yên li Semsûrê tevek sax bûn lê mudaxale nekirin lewma tevek jî mirin. Piştre jî serokkomar dibêje ‘heqê xwe li min helal bikin.’ Bila canê xwe deynin şûna canê me, belkî wê demê helal bikin. Bedela vê, lêborîneke biçûk nîne. 
 
Tûtin berhema xweha eniya me bû. Em debara xwe bi wê dikin. Lê mixabin me nekarî xelas bikin. Em nizanin dê vê tûtinê li kîjan bazarê bifiroşin. Ji ber ku dewlet vê tûtinê qaçax bi nav dike. Di sala 2017’an de bi qanûnekê tûtina me qedexe kirin. Ev der xaka bav û kalên me ne, bi sala ye em tûtinê dikêlin. Dev ji alîkariyê berde, hema bila me asteng nekin ev besî me ye. Bila me neçarî rantxwir, febrîqator û kartelan nekin, ev besî me ye.” 
 
MA / Dilgeş Ruvanas

Sernavên din

25/07/2023
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin