Xelkê Amedê: Amed û Amedspor dilê me ye

AMED - Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişên Bursasporê û xwedîderketina Devlet Bahçelî dan û gotin ew ê hem xwedî li Amedê hem jî xwedî li tîma Amedsporê derkevin û dê trîbunan tije bikin. 

 
Roja 5’ê adarê li seha Bûrsasporê maça Amedsporê û Bursasporê hebû. Lîstikvanên Bûrsasporê û alîgirên xwe êrişî lîstikvan û alîgirên Amedsporê kirin. Şirîkê îktidara AKP’ê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî xwedî li êrişa alîgirên Bûrsasporê derket û carek din înkara Amed û Amedsporê kir. Xelkê Amedê bertek nîşanî Devlet Bahçelî, êrişên alîgir û lîstikvanên Bûrsasporê dan û diyar kirin ku nîşandana posterê Torosê û Mahmut Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” ku wek berpirsê faîlê nediyar tê zanîn wek peyama li dijî gelê kurd nirxandin. Xelkê Amedê diyar kirin ku ew ê her li tîma xwe Amedsporê derkevin. 
 
DEVLET BAHÇELÎ KÎ YE?
 
Selahaddîn Taner diyar kir ku bi wêneyê kontrgerîlla Mahmut Yildirim (Yeşîl) peyam dane gelê kurd û wiha got: “Gelo ew Devlet Bahçeliyê ku Amedsporê nas nake, gelê Amedê wî nas dike? Bahçelî kî ye? Ew piyonek e, bi tena serê xwe nikare tiştekî jî bike. Bi hezaran mirovên me xistin girtîgehan. Divê gelê Amedê baş dizanibe, ew dijminên me ne.” 
 
DIJMINATIYA KURDAN DIKE 
 
Ciwanê bi navê Omer Şahîn jî wiha got: “Em ji Torosên we natirsin. Em ji wan paçikên we jî natirsin. Bahçelî dijminatiya gelê kurd dike. Wê Amedspor her tim hebe. Em bi gotinek Bahçelî naqedin. Ji ber ku Amedspor gelê kurd temsîl dike hez nakin. Em ê heta dawiyê Amedsporê biparêzin.” 
 
‘NE HEWCEYÎ BERSIVDAYÎNÊ YE JÎ’ 
 
Hayrî Dogal jî anî ziman ku gelê kurd gelek baş ji peyama torosan fêm dike û got: “Jixwe ne hewce ye ez bersiva Devlet Bahçelî j^ibidim. Jixwe em jê hez nakin. Gef û heqaretên wî ji bo me ne nû ne. Amedspor dilê me ye.” 
 
Egît Can jî destnîşan kir ku êrişên li dijî Amedsporê nêrîna li dijî gelê kurd carek din raxist ber çavan û wiha axivî: “Gotinên Bahçelî ne nû ne. B isalen dixwaze gelê me tune bibe û lê gelê kurd bi van gotinên wan naqede. Divê gelê kurd şiyar be. Bila heta ku dixwazin me tune bihesibînin lê tiştek naguhere. Em her hene û em ê hebin. Em ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.” 
 
‘NAVÊ AMEDÊ NAYÊ NÎQAŞKIRIN’ 
 
Mesût Yakût jî nîqaşa li ser hebûna Amedsporê bêmane ye û got: “Amedspor xwe bi dinyayê daye qebûlkirin û wê her hebe.” 
 
Zulfîkar Kiliç jî da zanîn ku wê Amedspor her hebe û got: “Wê ji vê gavê şûn ve jî navê Amedsporê neguhere. Amedspor remza welatê me ye. Em ê her li cem Amedsporê bin û piştgiriya tîma xwe bikin.”
 
Îbrahîm Kaya jî diyar kir ku heke navê cihekî hebe dê navê tîma wî cihî jî hebe û got: “Ev der Amed û navê tîma wê jî Amedspor e. Divê wan êrişkarên nijadperest bên cezakirin.” 
 
GEFA KUŞTINÊ LI KURDAN DIXWIN
 
Azîz Yeşîl jî destnîşan kir ku divê her kes vê êrişa nijadperest şermezar bike û bi posterên “Yeşîl” û Torosê jî xwestin peyamê bidin gelê kurd. Yeşîl got ew êrişên Bûrsasporê qebûl nakin û wan poster û gotinên Bahçelî qebûl nakin. 
 
Ahmet Yalçin jî anî ziman ku posterên di trîbunên stadê de hatin nîşandan gefeke li dijî gelê kurd û got: “Bi posterê wan dibêjin ‘me duh we kuşt û em ê sibê jî we bikujin’. Vê peyamê didin me. Her wiha Devlet Bahçelî kî ye?” 
 
‘YÊN KU ME NAS NEKIN EM JÎ WAN NAS NAKIN’
 
Mehmet Bayhan jî divê ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes xwedî li Amedsporê derkeve û got: “Em xelkê Mezrobotan in. Em xwediyê vê axê ne. Ew nikarin tarîxa me şaş bi me bidin fêrkirin. Ez dixwazim hemû ciwan dîroka xwe baş dizanibin. Em vê faşîzmê qebûl nakin. Yên ku Amed û Amedsporê nas nakin, em jî wan nas nakin.” 
 
MA / Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

11/03/2023
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin
14:48 Jinên Botanê meşiyan: Em ê bi ruhê Jin Jiyan Azadî têkoşînê mezintir bikin
13:53 Oluç: Me heta niha tu bazarî nekirine û dê nekin jî
13:36 Başaran: Em ê bi hev re jiyanek nû û civakek komunal ava bikin
13:26 Gerok Ma bi rê ket: Ji bo piştevaniyê em li benda we ne