‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’

img
HATAY - Mexdûrê erdhejê Mert Arslanyurek diyar kir ku Koordînasyona AFAD’ê ya Hatayê li taxa hemberî wan bû lê 4 rojan mudaxile nekiriye û wiha got: “Bajarê me li ber çavê me tune bû.” 
 
Welatiyê bi navê Mert Arslanyurek di dema erdhejê de li Taxa Serînyola Antakya ya Hatayê bû. Di erdhejê de hevalên xwe yên zarokatiyê û xizmên xwe winda kir. Arslanyurek dibêje ku Koordînasyona AFAD’ê ya Hatayê li taxa hemberî taxa wan bû lê 3-4 rojan bi hawara wan nehatiye. Arslanyurek, got ku tevî kesên dilxwaz xebatên lêgerîn-rizgarkirinê domandine û bûne şahidê tunebûna bajar. Li gel ku ew bi xwe jî mexdûrê erdhejê ye, di Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê de cih digire û ji bo bajarê xwe bi şev û roj dixebite. Arslanyurek qala kêliyên erdhejê û pêvajoya piştre kir. 
 
TAXÊN JI NEXŞEYÊ JÊÇÛYÎN
 
Arslanyurek diyar kir ku bajarê ku ew lê ji dayik bûy û mezin bûbû, ji nexşeyê çûye û wiha got: “Ez ji Antakyayê me. Li Serînyolê dijîm. Ez nizanim rêjeya mirinê ya vê derê çi ye lê dizanim ku pir zêde ye. Hinek tax hene ku ji nexşeyê jê çûne. Nifûsa taxa me derdora 20 hezar bû û avahiyên pirqat ên li vir tevek hilweşiyan. Malên mîna yên min ên musteqîl zêde xesar negihiştê. Em bi şens bûn, me karê înşaetê dikir û me bi xwe çêkiribû. Ji xizmên min ên herî nêz kesek nemir lê hevalên min ên zarokatiyê û xizmên min ên hinek dûr jiyana xwe ji dest dan. Me dît ku tax û bajarê me tune bû. Ev yek bi tena serê xwe bo me windahiyeke mezin.” 
 
KOORDÎNASYONA AFAD’Ê NÊZ BÛ LÊ... 
 
Bi domdarî Arslanyurek anî ziman ku di dema erdhejê de li taxê bû û wiha pê de çû: “Di dema erdhejê de ceyran çûn û telefonan nedikişand. Miletî nedikariya xwe bigihînin xizmên xwe, cîranên xwe. Xelkê taxê bi derfetên xwe hewl dan xizmên xwe ji bin kavilan derxînin. Ji saetên destpêkê ve me hewl da cîranên xwe ji bin kavilan derxînin. Koordînasyona AFAD’ê ya Bajar li taxa hemberî me bû lê 3-4 rojan tu kes nehat. Malbatan li pêşiya AFAD’ê hêvî û rica dikirin û alîkarî dixwestin. Mixabin AFAD 3-4 rojan nehat. Li taxa me qişleyeke leşkeriyê hebû û hinek deverên wê hilweşiya bûn. Lewma wan jî alîkarî nedan. Di roja 4’an de hinek komên profesyonel hatin lê pir kêm bûn. Me bi derfetên xwe kavil rakirin lê pirsgirêka alavan hebû. Em pispor jî nebûn û me hewl da li gorî hêza xwe bibin alîkar. Ev jî kêm bû. Di halê hazir de îro jî gelek kes av û konan peyda nake. Ava şebekeyê heye lê şaredarî dibêje talûke ye.” 
 
SAZIYÊN CEMAWERIYÊ JÎ HILWEŞIYAN 
 
Di berdewamê de Arslanyurek ev tişt anî ziman: “Heta roja 4’an jî me tu wesayîtên fermî nedîtin. Me dît ku saziyên dewletê bi xwe jî li gorî danezana erdhejê tevnegeriyane. Nexweşxane, dibista, qadên leşkerî, avahiyên emniyetê tevek hilweşiyan. Lewma em dikarin bibêjin ku hêza cemaweriyê tune bû. Piştî hefteya destpêkê hêzên ewlekariyê li Antakyayê hinek bi cih bûn. Hêj niha jî alîkariyên weke kon, erzaq û hwd. ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve tên kirin. Alîkariyên dewletê pir kêm in. Di esasê xwe de êdî gel ev rastî qebûl kiriye. Ji roja 2’yemîn a erdhejê heta niha di Koordînasyona Piştevaniyê ya Hatayê de cih digirim. Gelek partiyên siyasî xebatên hevpar dikin û li gelek deveran konên koordînekirinê û maseyên krîzê hatine avakirin. Em niha jî hewl didin alîkariyan bigihînin taxan û bi zarokan re dilîzin. Parêzerên dilxwaz jî pêvajoya hiqûqî dimeşînin. Alîkarî hêj tên lê kêm in û kêm dibin. Pirsgirêka ava vexwarinê heye. Em banga alîkariyê dikin. Niha kêmek av ma ye û nizanim dê di demên piştre de çi bibe. Banga me ji bo her kesî heye ku piştevaniyê xurt bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

29/07/2023
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
09:04 Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
09:03 Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin
17:23 Kesên li Akbelenê hatin binçavkirin hatin berdan
16:45 Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin
16:43 Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene
16:20 Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket
15:53 Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
15:53 Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin
15:18 Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir
14:22 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
14:22 Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin
13:48 Îdianameya rojnamevan Orûç: Ji 35 nûçeyan re daxwaza 22 salan cezayê hefsê
13:48 Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin
12:57 Nobeta Edaletê bir Enqereyê: Rayedarek neçar e ku me guhdar bike
12:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:50 Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin
12:11 Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan
12:02 Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe
11:20 Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin