Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin

img
STENBOL - Gulten Matur ku hatibû revandin, 8 rojan îşkence lê hate kirin û piştre jî hate girtin. Matur xwest kesên îşkence li wê kirine bên darizandin. 
 
Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê û Gulten Matur ku di mijdara sala 2022’yan de hatibû revandin, 8 rojan li cihekî veşarî îşkence lê hatibû kirin, piştre hatibû girtin û di 7’ê sibatê hatibû berdan, li avahiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan. Endamên OHD û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ 
 
Ji parêzerên HHB’ê Seda Şaraldi diyar kir ku rêbazên îşkenceyê hem li pêş çavên gel û hem jî li navendên îşkenceyê yên veşarî tên kirin û wiha got: “Yek ji van rêbazên îşkenceyê yên veşarî jî li Gulten Matur hate kirin. Matur, di 20’ê mijdarê de ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hate revandin û 8 rojan li qadekî leşkerî hate îşkencekirin. Hem li emniyetê û hem jî li Girtîgeha Sîlîvriyê me bi Matur re hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de me dît ku laşê wê reş û şîn bûye, şopên ceyran û derbkirinê hene. Me rapora vê îşkenceyê amade kir. Dema Matur di bin çavan de, derheqê wê de nûçe hatin çêkirin û weke berpirsyara DHKPC’ê ya Tirkiyeyê hate nîşandan. Lê di îdianameya wê de tu tespîtên wiha nehatin kirin. Ji bo veşartina îşkenceyê hate girtin û di 7’ê sibata 2023’yan de hate berdan.” 
  
ÎŞKENCEYA LÊ HATIYE KIRIN VEGOT 
 
Matur, îşkenceya lê hatiye kirin vegot. Matur, wiha qala bûyerê kir: “Dema ez di rê de dimeşiyam, wesayîtek nêzî min bû, ez kişandim nava wesayîtê, destên min kelemçe kirin û tûrikek xistin serê min. Gotin ku dê bibin emniyetê. Min jî xwest ku agahiyê bidin parêzerê min lê agahî nedan. Lê ez birim wê qada ku dê 8 rojan îşkence li min bihata kirin. Cil û bergên min derxistin, atlêtek li min kirin û xistin hucreyê. Odeya hucreyê bisunger bû, pergala wê ya deng û cihê hewadariyê hebû. Kesên maske li ber çavan dihatin û diçûn. Rojekê ji min re gotin fermandarê wan dixwaze bi min re biaxive û birin. Qala salên 90’î kirin û xwestin ez biaxivim. Ez neaxivîm. Cara duyemîn dîsa hatin lê min jê re got dê neaxivim. Îcar dest bi îşkenceyê kirin. Bi cîhazê elektro şokê ceyran dan laşê min û ez dam ber kulman. Spreya sarkirinê li boxer û pîjamayên min reşandin. Cemed bi serê min de kirin. Piştre 2 caran birin îşkenceyê. 3 caran bi asqiya rast ve hatim hilayîstin û stranên faşîst bi min dan guhdarîkirin.” 
 
‘ÎŞKENCE HATE QEYDKIRIN’
 
Matur, axaftina xwe wiha qedand: “Bi rojan piştre ji bo bi min re biaxivin, çendek kes şandin cem min. Van kesan ji min re gotin; ‘Baweriya te bê em kesên bihêz in. Em dikarin hevjînê te yê girtî ji girtîgehê derxînin û tu kîjan deverê bixwazî we bibin wê derê. Em dikarin we derxînin derveyî welat.’ Min jî jê re got; bela sebep xwe newestînin. Li ser vê yekê gefa ‘Êdî ji encamên wê tu berpirsyarî’ xwarin. Van kesan di rê de wesayîta xwe guherandin. Her wiha îşkenceya hatiye kirin qeyd kirin. Ez dixwazim kesên îşkence li min kirine bên darizandin. Ji ber ku îşkence ji bo her kesî gef e. Divê em li dijî vê têbikoşin.” 

Sernavên din

29/07/2023
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
09:04 Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
09:03 Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin
17:23 Kesên li Akbelenê hatin binçavkirin hatin berdan
16:45 Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin
16:43 Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene
16:20 Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket
15:53 Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
15:53 Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin
15:18 Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir
14:22 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
14:22 Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin
13:48 Îdianameya rojnamevan Orûç: Ji 35 nûçeyan re daxwaza 22 salan cezayê hefsê
13:48 Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin
12:57 Nobeta Edaletê bir Enqereyê: Rayedarek neçar e ku me guhdar bike
12:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:50 Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin
12:11 Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan
12:02 Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe
11:20 Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin