Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine

img
RIHA - Adle Samûr û hevjînê wê Mehmet Samûr li navçeya Pirsûsê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û pişt re jî hatibûn girtin. Zarokên wan behsa îşkenceya li dê û bav wan hatiye kirin kirin û gotin ku polîsan sixurtî li wan ferz kiriye. 
 
Li mezraya Curnereş a gundê Mishecerkê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24’ê sibatê de di nav bera leşker û Sitki Kurtoglû (Xebat Xelat) ku hatibû gotin PKK'yî ye, şerek çêbûbû. Piştî pêvçûnê di 2’yê adarê de li mezrayê 5 kes hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinan derketibû holê ku Reşat Yildiz (50), Mehmet Samûr (61) û hevjina wî Adle Samûr (60) rastî îşkenceyê hatine. Piştrê jî Adle û hevjîne wê Mehmet Samûr bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibûnn girtin. Îşkenceya li ser malbatê li girtîgehê jî berdewam kiribû. Adle Samûr li Girtîgeha Rihayê ya Hejmar 2’yan a Tipa T'yê û Mehmet Samûr jî li Girtîgeha Rihayê ya Hejmar 1'ê ya Tîpa T'yê rastî lêgerîna tazî hatibûn, 
 
Zarokên wan Mizgîn û Farûk Samûr îşkenceya li dê û bavên wan hatiye kirin ji ajansa me re gotin. 
 
‘ÎŞKENCE LI DÊYA MIN KIRIN’
 
Mizgîn Samûrê bi lêv kir ku saet di 5’ê sibehê de polîs û lêşkeran avêtiye ser mala wan û ev tişt anîn ziman: “Piştî ku li derî xistin, min derî vekir. Bi vekirina derî re ketin hûndir û ji min re gotin dakeve erdê, bi deng re dêya min jî hat cem min. Polîs û leşkeran çekên xwe dirêjî me kirin. Ez, dêya min û dapîra min li malê bûn. Her tim heqaret li me dikirin û pirsa bavê min dikirin. Pişt re kamera derxistin û kaxizekê xwendin û gotin destûra me ya lêgerînê heye. Pişt re jî kamera girtin. Bi girtina kamerayê re mal ser û bin kirin. Pişt re jî dêya min birin odeyekê û derî girtin, qerîn û hawara dêya min dihat. Min bang li keyayê gund kir, lê qet li min nenêrî. Bi tîr û hesinê sobayê li dêya min xistin. Mil, dest û lingên wê tahl kirin. Îşkence li dêya min kirin.”
 
GEFA KUŞTINÊ LI WAN HATIYE XWARIN
 
Samûrê destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de bi mirinê gef li dê û bavên wê hatiye xwarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavê min ne li mal bû, di nav zeviyê de bû. Dema bavê min birin, min ew dît. Pêlav di lingê wî de tune bû, berdilkê wî diriyabû, di nav toz û dûmanê de bû. Diyar bû ku ew bi erdê ve kaş kirine. Destê wî ji paş de girêdabûn. Nêzî 20 erebe hatibûn gund. Dozger, polîs, leşker, ekîbên pisporê bombeyan û tîmên lêkolîna cihê sûc hatibûn. Em ji malê derxistin û li mala me geriyan. Çek dirêjî min û dêya min kirin û bi kuştinê gef li me xwarin. Dêya min paşê ji min re got, devê wê girtine û jê re gotine, 'Em ê te bikujin.’ Her wiha bavê min jî birin ber dara hejîrê û çek spartin serê wî û jê re gotine ‘em ê te bikujin.’"
 
SÎXURTÎ LI WÊ FERZKIRINE
 
Samûrê got ku polîsê TEM’ê yê bi navê Eren sixurtî li wî ferz kiriye û wiha pê dê çû: “Her tim bi peyaman ez nerihet dikirim. Ji min re got, 'bibe sixurê me em jî alikariya te bikin.' Çend roj berê jî peyam ji min re şandin, min jî bertek nîşan da û got ez ê hejmara xwe biguherînim. Wan jî got, 'Tu çi bikî jî em dikarin te bibînin.' Di dema lêgerîne de jî dest dabûn ser komputer û telefona min. Di telefonê min de çend dosyeyên ku min qet ew nedîtibûn berênîşanî min dan û gotin, ‘Ji bo tu nekevî girtîgehê em ê van jêbibin lê heke em bixwazin em dikarin niha jî te bikin girtîgehê.’ Ji bo ez bibim sîxurê wan gotin, ‘Tu belgeya xwe ya xwendekariye ji me re bişîne em ê bûrsê ji te re derxin.'”
 
‘KINCÊN WAN LE DERXISTINE’
 
Farûk Samûr ku piştî girtina dê û bavê xwe vegeriyayê Pirsûsê anî ziman ku wan ni dê û bavê xwe re hevdîtin kiriye û wiha got: “Di hevdîtina vekirî de dêya min ji me re got lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Tevî ku qebûl nekiriye jî kincên wê hemû derxistine. Piştî lêgerînê jî jê re gotine 'em ê tê bibin qawîşa edliyan.' Dêya min jî qebûl nekiriye û gotiye 'min bibin qawîşa siyasiyan.' Her tim heqeret li wê kirine, dest û mile wê mor bûbû. Îşkenceya ku li dayika min hatiye kirin nayê qebûl kirin. Em qebûl nakin. Her wiha lêgerîna tazî li bavê min jî ferz kirine, bi zorê kincen bavê min jê kirine û jê re gotine 'biçe kawişa adliyan.' Piştî ku bavê min ev yek qebûl nekiriye rojekê di hucreyeke yekkesî de hatiye girtin û pişt re ew birine qawîşê. Gewriya bavê min hê mor bû. Şopên îşkenceyê yên di dema binçavkirine lê hebûn. Her wiha bavê min jî li hûndir rastî heqeretan hatiye.”
 
‘EM Ê LI SER AXA XWE BIMIRIN’
 
Samûr di dawiya axaftina xwe de: “Roja ku ez hatim gund polîs hatibûn mala me, ji birayê min re gotine 'tu li vir çi dikî, bila vir vala bimîne.' Birayê min jî gotiye 'ev der mala bav û kalê min e. Em naxwazin dev ji axa xwe berdin.' Çend rojan drone li ser gund difirandin, zext li gundiyan dikirin. Niha çend roj in tune ne, lê dibe ku cardin werin. Dixwazin em dev ji axa xwe berdin, lê em dest ji axa xwe bernadin, em ê li ser axa xwe bimirin.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 
 

Sernavên din

01/08/2023
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'