Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Wezîrê Dadê Bekir Bozdag nameyeke vekirî weşand û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan li derveyî pergala hiqûqê, li qadeke nepênasekirî di statûya rehîneyan de tê ragirtin. Weke wezîrê dadê gelo hûn di ferqa berpirsyartiya xwe de ne?” 
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li xwe girtiye, bi sernavê “Ji bo wezîrê dadê nameya me ya vekirî ye” daxuyaniyek weşand. 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dna zanîn ku ji miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin zêdetirî 720 roj in tu agahiyan nagirin û di nameya xwe de wiha got: 
“Birêz Bozdag,
 
Tevî hemû hewldan û serlêdanan jî ev 720 roj in em tu agahiyan ji miwekîlên xwe birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş nagirin ku li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin. Di demeke mercên pandemiyê de ku tevahiya cîhanê serûbin kiribû de, di 25’ê adarê de miwekîlên me bi malbatên xwe re li ser telefonê axaftineke kin kiribûn. Me wê demê karî agahiyan jê bigirin. Birêz Ocalan, di 24 salên girtîgehê de cara duyemîn bû li ser telefonê hevdîtin dikir û axcaftineke kin bû. Di vê hevdîtinê de birêz Ocalan bi taybet jî ji birayê xwe re got ku dixwaze ji mafê xwe yê qanûnî yê hevdîtina bi parêzeran re sûd bigire. Ji bo bidawîkirina vê tecrîda derhiqûqî û dermirovî, weke parêzerên wî me jî hem di asta neteweyî û hem jî di asta navneteweyî de serî li hemû meqamên edlî û îdarî dan û hêj jî didin. 
 
DIGOTIN LI PÊŞIYA HEVDÎTINA PARÊZERAN TU ASTENGÎ NÎNIN 
 
Di sala 2019’an di serdemeke ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û rojiyên mirinê hatibû qonaxeke krîtîk, gelek kesan ji bo bidawîkirina siyaseta tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn de wezîrê dadê yê wê demê derket pêşberî kamerayan û got ku ji bo hevdîtinên parêzeran ên li Îmraliyê tu astengî nînin. Di sala 2019’an de parêzeran 5 caran hevdîtin kirin, birêz Ocalan kete dewrê û pêşî li ber mirinên îxtîmalî girt û kir ku civak bêhneke fireh bigire. Hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hate kirin. Tevî soza wezîrê dadê yê wê demê jî, ev bû 4 sal ku çûna parêzeran a Îmraliyê qedexe ye. 
 
HÛN MAFÊ QUTKIRINA PEYWENDIYAN JI KÎJAN QANÛNÊ DIGIRIN? 
 
Weke parêzer û malbatên wan, ji 25’ê adara 2021’an heta niha em tu agahiyan ji Îmraliyê nagirin. Em nizanin bê ka li wir çi diqewime û çi dibe. Tu çavdêrî, tecrube û agahiyên me nînin. Kîjan qanûn wî mafî dide we ku hûn girtîgehekê û 4 girtiyên siyasî yên kurd di nava van şert û mercan de ragirin, peywendiya wan bi dinyayê re qut bikin? 
 
Birêz wezîr, 
 
Di 6’ê Sibatê de li welatê me karesateke erdhejê ya mezin çêbû. Li gorî daneyên fermî; zêdetirî 48.000 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehhezaran kes di bin kavilan de man û birîndar bûn. Bi sedhezaran welatiyên me bêmal û bêwar mane û koç kirin. Ji bo ku girtiyên li girtîgehên girêdayî wezareta we bikarin ji malbatên xwe agahiyan bigirin, we mafeke din a hevdîtina li ser telefonê da girtiyan. Ev mafê ku ji ber mercên erdhejê û bi helwestekî însanî hatiye dayîn, nedan miwekîlên me yên li Îmraliyê! Ser re jî malbatên her çar miwekîlên me jî li herêmên erdhejê ne. Tevî vê rastiyê jî ev maf nehat dayîn. 
 
GELO MA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ GIRÊDAYÎ WEZARETÊ NÎNE? 
 
Di vê rewşa dawî de em dixwazin bipirsin; gelo ma Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girêdayî wezareta we nîne? Gelo ma li Îmraliyê rejîmeke hiqûqê ya cuda yan jî hiqûqa welatekê din di meriyetê de ye? Çima girtiyekî li Girtîgeha Sîlîvriyê dikare li ser telefonê li malbata xwe ya li Rihayê bigere û aqûbeta xizm û hezkiriyên xwe hîn bibe lê yê li Îmraliyê nikare tenê yek carê jî li ser telefonê li malbata xwe bigere? An jî em wiha bipirsin; ji bilî Girtîgeha Îmraliyê, gelo di nava 43 salên dawî de tu girtîgeheke girêdayî wezareta we heye ku tu parêzer û parastvanên mafên mirovan nekarîne biçin wê derê? Gelo tu girtîgehên girêdayî wezareta we hene ku malbat û parêzerên girtiyan nekarîne 717 rojan yek agahiyê jî ji girtiyan bigirin? 
 
Birêz wezîr, 
 
Weke hiqûqnasekî hûn jî pir baş dizanin ku tu bersiveke ji hêla hiqûqî ve bikara îzaheta van pirsan bike tune ye. Nexwe biryarên DMME’yê yên têkildarî mijarê û raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ji xwe li holê ne. An jî bi heman awayî hûn jê baş pê dizanin ku tabloya 24 salan a li Îmraliyê tenê ji binpêkirina rêgezên qedexeya îşkence, miameleya xerab û cihêkariyê ya PMME’yê bisînor nîne. Mijara bingehîn; helwesta hikûmeta we ya li hemberî meseleya kurd ku ji demokratîkbûnê heta aboriyê, bingeha hemû pirsgirêkên mezin e û birêz Ocalan e ku dikare di vê pirsgirêkê de bi roleke mezin rabe. Mesele ew e ku miwekîlên me li derveyî ‘pergaleke hiqûqê’, li qadeke nediyar û nepênasekirî, di statûya rehîneyan de tên ragirtin. Gelo hûn dê kengî dawî li vê statûya dîltiyê bînin? Belkî jî pirsa esasî ev be. Weke wezîrê dadê, gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?”
 

Sernavên din

15/03/2023
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam