Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome

COLEMÊRG - Agirê Newroza 2023’yan li Şemzînanê bi 3 zilikên şixatê hate vêxistin. Axevêran diyar kirin ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna wan berdewam bike.
 
Li yek ji girîngtirîn navendên ku gelê kurd li dijî înkar, tunekirin, pişaftin û qedexeyan têkoşîna azadiyê lê meşandî Şemzînan a Colemêrgê starta Newroza 2023’yan hate dayîn. Newroza îsal bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin û diyarî qurbaniyên erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de hate kirin. Şandeyên Newrozê şevê din hatin navçeyê. Şandeya ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat, ji bo Newrozê di saetên serê sibehê de li Rêxistina HDP’a Şemzînanê hate ba hev. Gelek welatî jî bi cil û bergên kurdî hatin avahiya partiyê. Li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyeke girseyî hate dayîn. Hejmareke zêde ya ciwan û jinan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên  “Newroz pîroz be” û “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê ser kevin” hatin berzkirin. 
 
‘NEVIYÊN KAWA LI SER PÊYA NE’
 
Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede axivî û da zanîn ku Newroza ku bi hezaran sala ye weke roja vejînê tê pîrozkirin, îsal ji ber erdhejê bi xemgîniyeke mezin pêşwazî dikin. Dede, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber îktîdara zextker, ev erdhej veguherî karesateke mezin û me êşeke mezin jiya. Xwedê rehma xwe li qurbaniyan bike. Berpirsyarê mirina ewqas mirovan, ev îktîdara despot û zextker e. Lewma wateya Newrozê hêj kûrtir dibe. Bidawîbûna tevahiya êşan, bi Newrozan pêkan e. Newroz, dîroka berxwedana li dijî vê zordestiyê ye. Wek peyrewên Kawayan, me tu carî serî netewand. Em ê van rejîmên dîktayê têk bibin. Kawa çawa ku Dehaq têk biribe, em jî dê têk bibin. Di qesrên xwe de ditirsin. Lewma jî dixwazin bêhêvîtiyê di nava civakê de belav bikin. Neviyên Kawayan îro li ser pêya ne û dê bi ser kevin. Şemzînan, dilê Kurdistanê ye.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Tu zext nikarin me têk bibin” berz kir. 
 
RUHÊ NEWROZÊ
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em ê Newroza îsal bi stran, tililî, coş û govendan pêşwazî nekin. Lê em ê li gorî ruhê berxwedan û azadiyê yê Newrozê pêşwazî bikin û peyamên xwe bidin. Lewma em ê starta Newrozê li Şemzînanê bidin. Di erdhejê de bi sedhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan lewma em ê ne pîrozbahiyê lê bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em ê hesabê ji berpirsyarên vê wêraniyê bipirsin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Şemzînan, cihekî girîng e. Sê parçeyên Kurdistanê li Şemzînanê digihijin hev. Dê bibe navenda yekitiya kurdan.  Lewma me ji bo starta Newrozê, Şemzînan bêhtir guncav dît. Me di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘Dem dema jin jiyan azadî’ dest pê kir û li dijî pergala zordest, mêrserdest û pergala tecrîdê û polîtîkaya qirkirinê dengê xwe bilind kir. Em ê bi Newrozê re vî ruhî pir mezintir bikin. Dê noqteya dawî jî bibe 14’ê gulanê. Em ê li dijî van Dehaqên zalim, yekitiya xwe xurtir bikin û di 14’ê gulanê de dawiya wan bînin.” 
 
BÊSTATÛYÎ NABE
 
Bi domdarî Aydenîz wiha got: “Girîngiyeke sala 2023’yan a polîtîk, siyasî û civakî heye. Ji ber ku Lozan di sala 2023’ayan de dikeve sala 100’an. Lozan, ji bo kurdan dihat wateya jêçûna ji dîrokê. Kurd ji ziman, çand û erdnîgariya xwe hatin qutkirin û xwestin kurdan bêrûmet û tesfiye bikin. Kurd ev sedsal in li dijî vê polîtîkayê li ber xwe didin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên Lozanê hevgirtin û berxwedana xwe xurtir kirin. Em sedsala Lozanê şermezar dikin. Gelê kurd êdî naxwaze di vê sedsalê de jî bêstatû bijî û dixwaze ku xwe bi xwe birêve bibe. 
 
HETA KU AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN DÊ TÊKOŞÎN BIDOME 
 
Îktîdara AKP-MHP’ê ji bo pêşeroja xwe, ji bo komeke rêveberan bi rola Dehaq rabûye. Lê em ê her tim li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin. Ev îktîdar xwe ji polîtîkaya şer û tecrîdê xweyî dike. Xwe ji qirkirina jinan xweyî dike. Ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî polîtîkayên şer, em îro li Şemzînanê ne. Di erdhejê de xelk ketiye derdê canê xwe û li benga xurekan e lê îktîdarê polîtîkaya şer domand. Li Rojava û Başûr şer domand û çekên kîmyewî bi kar anîn. Em van nêzikatiyan şermezar dikin. 
 
Yek ji jêrderkên ku ev îktîdar xwe pê xweyî dike jî polîtîkaya tecrîdê ye. Baweriya birêz Abdullah Ocalan a bi demokrasî û aştiyeke birûmet bêdawî ye. Êdî dema azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hatiye. Ne tenê bidawîkirina tecrîdê. Heta ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe jî em ê li her qadê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku birêz Ocalan li dijî vê rewşa aloz xwedî perspektîfa çareseriyê ye. Em jî heta dawiya ji vê perspektîfê bibawer in. Li gorî me Rêberê Gelê Kurd e. Em ê têkoşîna li Şemzînanê li her deverê belav bikin.” 
 
Piştî axaftina Aydenîz, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” olan dan. 
 
‘OCALAN BI RUHÊ KAWAYAN LI BER XWE DIDE’
 
Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, destnîşan kir ku ew Newroza îsal bi dilxemgînî pêşwazî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroza ji bo me ne tenê tê wateya gerandina govendan, her wiha tê wateya dayîna peyamên girîng. Ji erdheja dawî 15 milyon kes bandor bûn. Bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Em wan tevan bi bîr tînin. Li her devera dinyayê erdhej çêdibin lê li tu deveran ewqas kes namirin. Sedema vê jî îktîdara AKP-MHP’ê ye ku dijminatiyê li kurdan dike. Îktîdadra ku li dijî statûya kurdan derdikeve û polîtîkaya şer didomîne ye. Ev şer kengî dest pê kir. bi tecrîdakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir. Lê hûn dê nekarin bi vê tecrîdê bigihijin armancên xwe. Birêz Ocalan, bi ruhê Kawa li ber xwe dide. Ev berxwedan didome. 
 
Divê gelê kurd yekitiya xwe ava bike. A yekemîn; divê yekitiya xwe li ser rêgezên demokratîk ava bikin. Newroza îsal dê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Dehaqên hemdem dîsa li ber têkçûnê ne.” 
 
AGIRÊ NEWROZÊ BI 3 ZILIKÊN ŞIXATÊ HATE VÊXISTIN
 
Piştî axaftinan jî agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê ku sembol in, hate vêxistin. Ji damezirînerên PKK’ê Mazlum Dogan, di 21’ê Adara Sala 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî sepanên dermirovî bi 3 zilikên şixartê agir berdabû bedana xwe û ev çalakî li dîrokê nexş kir.  
 
Bi hilkirina agirê Newrozê re girseyê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir. 
 
 

Sernavên din

17/03/2023
14:38 Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike
14:37 Dosyayên parêzbendiyan ên 3 parlamenteran şandin Meclisê
13:33 Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin
13:07 Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin
12:57 Rojnamevan Yildirim hate berdan
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir