Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir

img
ENQERE - ÎHD’ê rapora xwe ya çavdêriyê ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên herêmên erdhejê parve kir. ÎHD’ê da zanîn ku îşkence û miameleya xerab a li dijî girtiyan di dema erdhejê de jî domiyan. 
 
Komeleya Mafên Mirovan, rapora çavdêriyê ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li herêmên erdhejê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hate dayîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Ozturk Turkdogan di daxuyaniyê de got ku êşa erdhejê hêjta berdewam e û wiha got: “Weke ÎHD’ê em gelek caran çûn herêmên erdhejê. Hevalên me çûn serdana girtiyên ji ber erdhejê hatin sewqkirin. Me bang li Wezareta Dadê kir ku têkildarî mijarê raya giştî agahdar bike û bi malbatên girtiyan re hevdîtinê bikin. Di vê pêvajoyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 12 girtî jî birîndar bûn. Her wiha gelek îdiayên îşkence û miameleya xerab hatin ber destê me.” 
 
'MIAMELEYA XERAB LI GIRTIYAN HATE KIRIN’
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî da zanîn ku gelek girtî li girtîgehên cuda hatine sewqkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 250 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Di dema sewqkirinê de gelek pirsgirêk derketin. Girtî rastî îşkence û miameleya xerab hatin. Îşkence û miameleya xerab li 41 girtiyan hate kirin. Dema girtî cara ewil ketin Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsunê, lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Agahî bo me hat ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hatine derbkirin û 2 girtî sewqî Girtîgeha Tokatê hatine kirin.” 
 
‘DIVÊ GIRTÎ WEKE MEXDÛRÊN ERDHEJÊ BÊN HESIBANDIN’ 
 
Bi domdarî Çevîrmen destnîşan kir ku ji ber erdhejê gelek girtî pirsgirêkên psîkolojîk dijîn û wiha domand: “Divê piştgiriya psîko-sosyal bidin girtiyan. Malbatên girtiyan ji ber erdhejê pirsgirêkên madî dijîn û roj bi roj xizantir dibin. Divê girtiyên ku malbatên wan li herêmên erdhejê dijîn û bandor lê bûye, weke mexdûrên erdhejê bên hesibandin. Di vê çarçoveyê de hemû pêdiviyên wan bên pêşwazîkirin. Li gorî agahiyên li ber destê me, li girtîgehên Meletî, Mereş û Hatayê mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin û îşkence û miameleya xerab lê tê kirin. Rêveberiyên girtîgehan neçarin ku mafê jiyanê yê girtiyan biparêzin. Di rêziknameya 29’ê adara 2020’an de hat destnîşankirin ku erdhej pirsgirêkeke ewlehiya hundirîn e. Lê erdhej ne pirsgirêkeke ewlehiyê lê karesateke xwezayî ye ku divê li dijî wê tevdîr bên girtin.” 
 
‘BILA LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’
 
Çevîrmen bal kişand ser Xala 17’emîn a Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî û ev tişt anî ziman: “Divê mafê jiyanê yê girtiyên li herêmên erdhejê teqez bê parastin. Divê derheqê kesên berpirsyartiya wan di van mirin û birîndarbûnan de heye jî lêpirsîn were destpêkirin û ev pêvajoya bi zelalî bê meşandin. Her wiha divê derheqê rayedarên girtîgehên ku girtî lê hatine sewqkirin û li wir rastî îşkence û miameleya xerab hatin de jî lêpirsîn were destpêkirin. Divê sepana xistina girtiyan li odeyên yekkesî ya li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Girtîgehên Tîpa S tavilê bê bidawîkirin.” 
 
‘DEV JI SEPANA LÊGERÎNA NAVA DEV BERDIN’
 
Çevîrmen, got ku di pêvajoya erdhejê de girtî bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû mane û wiha pê de çû: “Li girtîgehên nû hatine vekirin pirsgirêka revîrê didome û mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Di heman demê de divê sepana lêgerîna nava dev jî tavilê bê bidawîkirin.”
 
‘BILA ZAROKÊN GIRTÎ BÊN BERDAN’
 
Di berdewamê de Çevîrmen bal kişand ser rewşa zarokên girtî û wiha derbirî: “Divê zarokên girtî neyên darizandin û tavilê bên berdan. Her wiha divê jinên ku tevî zarokên xwe di girtîgehê de tênr agirtin, di çarçoveya tevdîran de bên berdan. Her wiha bila înfaza jinên girtî yên ku zarokên wan ji erdhejê bandor bûne û pirsgirêka cihê mayînê dijîn, bê taloqkirin. Hewceye pêdiviyên alavên hîjyenê û pedê yên jinan bêpere bên pêşwazîkirin.”
 
Herî dawî jî Turkdogan got ku dê Rapora Lêkolîn û Çavdêriyê di demên pêş de bi raya giştî re parve bikin. 

Sernavên din

17/03/2023
15:13 Li Dîlok û Mereşê bîranînên çilrojê
14:38 Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike
14:37 Dosyayên parêzbendiyan ên 3 parlamenteran şandin Meclisê
13:33 Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin
13:07 Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin
12:57 Rojnamevan Yildirim hate berdan
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin