Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe

img
ÎZMÎR - Li Îzmîrê Cahît Gunay ê 70 salî û ji 13’ê salî vir ve Newrozê pîroz dike, diyar kir ku Newroz hêvî, berxwedan û pêşeroj e û anî ziman ku heta ku azadî were welat wê mezinbûna agir bidome. 
 
Ji bo pîrozbahiyên Newroza ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmîrê îsal bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” di 19’ê adarê de li Qada Gundogdûyê were kirin amadekarî didomin. Îsal jî wê hezaran mirov li Qada Gundogdûyê bin. Li Îzmîrê pîrozbahiyên di salên 1980’î de li taxan dihatin pîrozkirin piştî di sala 1992’yan de Rahşan Demîrel xwe şewitand bi girseyî hatin pîrozkirin. Ji wê dîrokê şunde pîrozbahiyên li taxan dihatin kirin veguhestin qadên bajêr. Agirê Newrozê ku bi dehan kesan vêxist, di nava salan de bi tev li bûna deh hezaran mezin bû.
 
Yek ji kesê tev li van hemû pîrozbahiyan bûye jî Cahît Gunay e. Gunay ê 70 salî hêj 13-14 saliya xwe de bû yek ji wan kesên agirê Newrozê vêxist. Gunay ê wê demê li navçeya Qereyazî ya Erziromê dijî, heta ku di sala 1987’an de bar kir navçeya Bûca ya Îzmîrê tev li hemû pîrozbahiyên li gundê xwe bû. Gunay, ê piştî hate Îzmîrê tev li hemû Newrozên li vir bûye, agirê ewil ê Newrozê di sala 1991’an de li Taxa Kûrûçeşme ya Bûcayê ku lê rûdine bi komeke hevalên xwe re vêxist. Gunay ê anî ziman ku wê deme nêzî sed kes bûn, tev li pîrozbahiya ewil a girseyî ku di sala 1993’yan de ji aliyê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ve hate lidarxistin. Gunay ê pişt re tev li hemû pîrozbahiyên Newrozê bû îsal jî xwe amade dike ku tev li pîrozbahiya li Qada Gundogdûyê were pîrozkirin. 
 
‘AGIR WÊ MEZIN BIBE’ 
 
Em bi Cahît Gunay re têkildarî pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr axivîn. Gunay, bi lêv kir ku agirê ku li taxa xwe vexistî ligel taxên din veguhêzî qadên bajêr û da zanîn ku bi salan di Komîteyên Amadekar ên Newrozê de cih girtî ye. Gunay, bi bîr xist ku Newroza sala 1993’yan yek ji Newroza ku nayê ji bîr kirine û wiha got: “Di sala 1993’yan piştî serî li Walîtiyê hate dayîn li Gazîemîrê cihek hate dayîn. Parlamenterên DEP’ê Mehmet Sîncar û Zubeyîr Aydar tev li wê pîrozbahiyê bûn. Mehmet Sîncar di axaftina xwe de got ‘Di dilê Egeyê Îzmîrê de agirê Newrozê hate vêxistin. Wê ji îro şunde jî mezintir bibe.’ Ez wê axaftinê qet ji bîr nakim. Ew agir ji wê rojê ve mezin bû û dê hêj mezin bibe. Bi salan me şertên zivistanê, serma, rojên bi baran jî dîtin. Dîsa jî ew qad me tejî kirin. Qad têra gel nedikirin, kolan tejî dibûn.”
 
GEL XWEDÎ LÊ DERKETIN 
 
Gunay, destnîşan kir ku di destpêka Newroza li bajêr gelê kurd fedakarî kir û berpirsyarî girt û da zanîn ku salên pişt re hemû gel tev li pîrozbahiyan bûn. Gunay, anî ziman ku Newroz bi gelan dan nas kirin û wiha hate roja me û wiha berdewam kir: “Ev ne hêsan bû. Di her serdemê de binçavkirin û êriş pêk hatin. Lê gel tu carî paş ve gav neavêt û heta roja me ev roj me pîroz kir. Em ê pîrozbahiyan bidomînin jî. Di pîrozbahiyeke hate pîrozkirin de di kolanekê de em tevgav kirin. Ciwanek derket got ‘Ez ne kurd im û ne DEP’î me. Lê li dijî neheqiyê me. Hemû gel bi vê hişmendiya mirovî gihiştin hev. Gelan xelasiya xwe di Newrozê de dîtin û xwedî lê derketin. Dehaqên demê ne yek e gelek in. Lê Kawa jî hene. Ji vî aliyî wate û girîngiya Newrozê mezin e. Agirê Newrozê bi xwîna gelan hat vêxistin û her tim mezin bû.”
 
‘BERXWEDAN HÊVÎ YE’
 
Gunay, anî ziman ku pîrozbahiya bi deh kesan dest pê kirin gihişt sed hezaran û anî ziman ku ev yek bi vê berxwedanê bi ser xistin. Gunay, anî ziman ku berxwedan pîroz e û wê bi berxwedanê bi ser kevin û wiha pê de çû: “Dema Mazlûm Dogan xwe şewitand got ‘Berxwedan Jiyan e’. Di vê serdemê de tu li berxwe nedî şansê te yê jiyanê nîne. Berxwedan di her qadê de pêşiya me vekir. Qada Gundogdû ya beriya niha ji herkesê re serbest bû ji Newrozê re qedexe bû. Lê bi berxwedanê me qad wergirt. Mirovên diçin Gundogdûyê ji bo gerandina govendê an jî seyranê naçin. Ji bo berxwedan, azadî û xwişk û biratiyê biqîrin û xwedî li pêşeroja welat û zarokan derkevin diçin.”
 
‘HETA KU EZ BIJÎM EZ Ê BIÇIM’ 
 
Gunay, anî ziman ku ji 13 saliya xwe ve çûye her Newrozê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ji bo pêşeroja zarokên xwe, gelê xwe û ji bo xwişk û biratiya gelan diçim Newrozê. Heta ku dest û lingên min bigirin û ez bijîm ez ê biçim Newrozê. Ji ber ku ez mirovahiyê di wir de dibinim. Bi hezaran mirovên ku hev nas nakin tên bahev, govendê digerînin û azadiyê dixwazin. Mirov ji vê tabloyê re heyran dimîne. Rojên xweş di pêşiya me de hene. Rojên ronahî li benda me ne. Tu caran cih ji reşbîniyê re nîne. Kesên têkoşîna azadiyê didin divê mezin bifikirin. Em bibin yek dikarin ji vê faşîzmê xelas bibin. Em îsal jî her tiştî bigirin ber çavê xwe û hemû karên xwe bihêlin û biçin Newrozê. Li Meydanê em bi gotina ‘zilmê, neheqiyê û zextê qebûl nakim’ biqîrin. Em zordestiyê, neheqiyê heq nakin. Dîsa em li bendê ne ku hemû gel tev li pîrozbahiyên li Gundogdûyê bibin. Ji bo peşeroja xwe û welatê xwe werin.” 
 
MA / Tolga Guney
 
 

Sernavên din

17/03/2023
14:38 Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike
14:37 Dosyayên parêzbendiyan ên 3 parlamenteran şandin Meclisê
13:33 Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin
13:07 Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin
12:57 Rojnamevan Yildirim hate berdan
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir