Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin

img
ÇANAKKALE - Gelan di Newroza Çanakkaleyê de diyar kir ku wê mirovahî bi ser bikeve û dê pergala gemarî biguherînin û bi hev re bi ser bikevin. 
 
Li bajarê rojavayê Tirkiyeyê Çanakkaleyê jî bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî li taxa Esenler a Çanakkaleyê hat kirin û bi hezaran kes tev li bû. Li qada Newrozê pankartên “Em qurbaniyên xwe erdhejê bi rêzdarî bi bîr tînin”, “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hatin daliqandin. Welatiyan egalên kesk, sor û zer û flamayên Amedsporê li stûyê xwe pêçan. 
 
Serokê Şaredariya Çanakkaleyê Ulgur Gokhan û gelek nûnerên rêxistinên sivîl jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Bernameya Newrozê bi rêzgirtina bo qurbaniyên erdhejê dest pê kir. 
 
Pêşkêşvanê bernameya Newrozê Omer Fîlîz axaftina Yilmaz Guney ku di Newroza Parîsê ya sala 1984’an de kiribû bi kurdî xwend. 
 
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Tûrgût Haskan anî ziman ku ew îsal agirê Newrozê ji bo aştî û demokrasiyê pêdixin û ew ji hilbijartina 14’ê Gulanê bi hêvî ne û dê azadiyê bîne. 
 
‘EM NEÇARIN KU VÊ PERGALA GEMARÎ BIGUHERÎNIN’ 
 
Piştre jî Serokê EMEP’ê yê Çanakkaleyê Muzaffer Dagtekîn axivî û diyar kir ku Newroz roja berxwedan, aştî û azadiyê û her wiha roja li dijî derketina zilmê ye û agirê ku Kawa pêxist îro rêya rizgariya gelan ronî dike. Dagtekîn da zanîn ku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî pergala riziyayî bixebitin û got: “Divê em her awayî ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê bixebitin. Pêwîste 14’ê Gulanê ji bo me bibe amûrek. Em neçarin ku vê pergalê gemarî biguherînin.” 
 
Piştre rêveberên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk derketin ser dikê û gel silav kirin. 
 
‘LI DIJÎ DEHAQAN TÊKOŞÎN’
 
Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’ê Bûrcû Ozaydin jî axivî û diyar kir ku ew îsal ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê ku îktidarê wan di bin kavilan de hişt agirê Newrozê pêxistin û got: “Em ê hesabê qurbaniyan ji vê îktidara faşîst bixwazin. Em ê hesabê Kemal Kûrkût, Denîz Poyraz, Alî Îsmaîl Korkmaz, Tahîr Elçî ku ji aliyê vê rejîma faşîst ve hatin qetilkirin, bixwazin. Em ê her li dijî Dehaqan têbikoşin. Bila ev Newroz bibe Newroza şoreşa jinan.” 
 
Hevserokê HDP’a Bajarê Çanakkale Omer Farûk Kiniç jî axivî û anî ziman ku Newroza 2023’yan wê ji bo gelan bibe destpêkek nû û silav ji girtiyan re şand. 
 
‘BI HEV RE DÊ BI SER BIKEVIN’ 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk ê Bajêr Îclal Gîtmez jî destnîşan kir ku ew ji bo qurbaniyên erdhejê di şînê de ne û li dijî vê îktidarê têbikoşin, biguherînin û bi hev re bi ser bikevin. 
 
HÊVIYA NEWROZÊ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî di pîrozbahiyê de axivî û got ew hêvî dike ku wê Newroz rê li ber hêvî û hêza nû vekeû ew her li dijî zilm û polîtîkayên AKP’ê yên şerxwaz têbikoşin û dê hemû bi hev re li ser vê axê pêşwaziya aştiyê bikin. 
 
Piştî axaftinan Dayika Aştiyê Yildiz Kiliç û beşdarên Newrozê bi hev re agirê Newrozê pêxistin. 
 
Pîrozbahî li ber stranên hunermend Azad Bedran bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2023
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû