Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di merasîma oxirkirina 9 şervanên YAT’ê ya li Hesekê de axivî û wiha got: “Em ê heta dawiyê destkeftiyên Şoreşa Rojava û gelê xwe biparêzin.” 

 
Di 15’ê adarê de ji ber rewşa nebaş a hewa, li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê helîkopterek ketibû û 9 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo oxirkirina şervanên YAT’ê, li Stadyûma Serdemê ya Hesekê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Cenazeyên ku ji Nexweşxaneya Şehîd Sarya hatin wergirtin, bi konvoyekê anîn pêşiya stadyûmê û li wir jî li ser milan derbasî stadyûmê hatin kirin. Bi hezaran kes tev li merasîma oxirkirinê bûn û bênavber dirûşmên “Şehîd namirin” berz kirin. 
 
Merasîma oxirkirinê, piştî merasîma leşkerî û radestkirina wesîqeyên şehadetê ji bo malbatan, bi axaftinan dom kir.
 
‘EM BI HEVALÊN XWE SERBILIND IN’
 
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di merasîmê de axivî û ji malbatên 9 şervanan re sersaxî xwest. Mazlum Ebdî da zanîn ku wekî hevalên şehîdan ew bi wan serbilind in û wiha domand: “Ser navê Fermandariya HSD’ê em hemû gel û dostên xwe yên îro li vê derê êşa me parve dikin, silav dikin. Di bûyera şahadetê de gelek dostên me li gel me sekinîn, ji me re bûn alîkar ku şehîdên xwe bînin vê derê. Em spasiya wan jî dikin. Îro em li vir fermandarên YAT’ê Şervan Kobanê û 8 hevalên wî yên qehreman oxir dikin. 9 qehremanên şoreşa Rojava, pêşengên HSD û gelên me yên pêşengtiya şerê terorê dikirin oxir dikin. 9 ciwanên çeleng û fedekarên xwe bi rê dikin. Bi vê boneyê, wekî tevahiya şehîdên me, ew jî ji me re bûne mînak, rêber û dilsoziya me xurtir kirin. Li ser vî esasî em ê girêdana xwe xurtir bikin. Xebatên ku ew tê de cih digirtin em ê teqez bi serbixînin.” 
 
BANG LI CIWANAN KIR
 
Bi domdarî Ebdî anî ziman ku ew ê heya dawî deskeftiyên Şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê saziyên xwe yên leşkerî heya dawî biparêzin da ku heza me HSD û tevahî saziyên me bigihîjin astekê tu carî têk neçe. Wê HSD’ tu carî têk neçe. Bi vê wesîleya bi êş, di hizûra şehîdên ciwanên gelê me de em bang li hemû ciwanan û pêkhateyên herêmê dikin ku tev li hêza me YAT’ê bibin û em destkeftiyên şoreşa xwe li dijî dijminan biparêzin. Wê alaya şehîd Şervan û 8 hevalên wî tu carî nekeve û wê di destê hevalên wan de be. Wê ev al heya serkeftinê bilind bibe. Şehîd namirin.”
 
Piştre jî Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş, Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl û Nûnerê Kongreya Îslama Demorkatîk Mela Ebdurheman Bedirxan axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatan hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. 
 
CENAZE HATIN OXIRKIRIN
 
Piştî axaftinan, cenaze ber bi deverên ku dê lê werin definkirin ve hatin oxirkirin. Di vê çarçoveyê de cenazeyê Şervan Kobanê (Ebdo Ehmed Ebdî) dê li Kobanê, cenazeyên Feraşîn Baran (Nejbîr Mehmûd Hemdo), Dîdar Dêrik (Hemdiya Seydo Seydo), Hogir Dêrik (Elaa Ednan Hemûd), Dogan Efrîn (Hadî Hemdûş Zahir), Koçer Dêrik (Diwêş Ehmed Omer) û Harûn Rojava (Mecîd Silêman Mihemed) li Dêrikê, cenazeyê Rojeng Rifet (Berfîn Bîlal Rifet) li Şehbayê û cenazeyê Xebat Dirbêsiyê (Rênad Îzedîn Elî) jî dê li Dirbêsiyê bê definkirin.
 

Sernavên din

24/03/2023
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan