Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye

img

RIHA - Ji kiryarên malbata Şenyaşarê ;brahîm Yildiz di 16'ê Adarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji parêzerên malbata Şenyaşarê Halîl Oyke anî ziman ku Yildiz ku dihat gotin 5 sal in firar e, bêyî ku bi zor û zehmtiyekê re rû bi rû bimîne jiyana xwe domandiye û got ku ev yek jî nîşana polîtikayên bêcezakirinê û nepêkanîna lêpirsîneke bibandor e. 

 
Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Rihayê Pirsûsê êrişî dikana Malbata Şenyaşarê kiribûn û di encama êrişê de ji malbatê Celal, Adil, Ferît, Fadil û Mehmet Şenyaşar birîndar kiribûn. Gava ferdên malbata Şenyaşarê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, êrişa parêzvan û xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz li vir jî dewam kiribû û li vir bav Hecî Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar qetil kiribûn. Ji malbata Şenşayarê Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin. Bi dîmenan jî hatibû belgekirin ku Îbrahîm Yildiz di dikanê de erişî malbata Şenyaşar kiriye û gulê berdaye Celal û Adil Şenyaşar. Yildiz ku 5 sal in der barê wî de biryara girtinê hebû lê nedihat "dîtin" di 16'ê Adarê de li nexweşxaneyeke taybet dema ji mîdeya xwe emeliyat dibe dimire. Piştî mirina Yildiz derket holê ku ew bi xwarziya parlamenterê AKP'i Îbrahîm Yildiz re zewiciye û zarokên wî jî çêbûne. 
 
Ji parêzerên malbata Şenyaşarê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke der barê mijarê de ji Ajansa me re axivî û anî ziman ku ji ber nebûna lêpirsîneke bibandor Yildizê 5 salan firar maye nehatiye dîtin û zevtkirin. 
 
BI TU ASTENGIYAN RE RÛ BI RÛ NEMAYE
 
Oyke bibîr xist ku ji ber rewşa Yildiz a firarî dosye ji ya sereke hatiye veqetandin û wekî dosyayeke cuda esas hatiye girtin û ji ber biryara girtinê ya Yildiz di dosyeyê de tu tevdîr nehatine girtin. Oyke îşaret pê kir ku çendî Yildiz firar bûye jî zewiciye û zarokên wî çêbûne û got: "5 sal in kesê ku der barê wî de biryara girtinê heye jiyana xwe bi awayekî asayî berdewam kiriye. Tevî biryara girtine jî tu astengî nedîtiye û zewiciye, zarokekên wî jî çêbûne. Herî dawî dema li nexweşxaneyê ji ber mîdeya xwe emeliyat bûye û jiyana xwe ji dest daye."
 
POLÎTIKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ
 
Oyke anî ziman ku negirtina Yildiz yek ji encama polîtîkaya bêcezakirinê ye û wiha got: "Tişta herî girîng li vir ew e ku tevî ku sûcê giran kiriye jî nehatiye girtin. Em li vir polîtîkayên bêcezakirinê yên ku di tevahiya dosyeyê de dibînin. Ev, bi vê yekê careke din eşkera bû. Tê xuyakirin ku Yildiz bi salan hatiye parastin û jiyana xwe bi awayekî asayî domandiye. Bi nasnameyên cuda jiyana xwe ya asayî domandiye, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çareser kiriye. Yanî rastî tu pirsgirêk û astengiyan nehatiye."
 
'LÊPIRSÎNEK BIBANDOR NEHATIYE KIRINE'
 
Oyke diyar kir ku di dosyeya malbata Şenyaşarê de lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û wiha pê dê çû: "Dema em li hemû dosyeyê dinêrin, em dibînin ku polîtîkaya bêcezakirinê di tevahiya dosyeyê de heye. Di dosyeyê de îfadeyên kiryaran di dawiya sala 4'an de hatin girtin û kiryar jatin binçavkirin. Yildizê ku bi awayekî asayî li nexweşxaneyê tedawî bûye mînaka herî şenber e ku di dosyeyê de lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. Her wiha tê texmînkirin ku tevî biryara girtinê jî ev 5 sal in li bajarên cuda bi nasnameyên cuda jiyaye û ev yek jî dide xuyakirin ku ev kes bi tu awayî bandor li wî nehatiye kirin û jiyaneke asayî domandiye. Di dosyeyê de nîşaneya herî eşkere ku hem hêzên hiqûqî hem jî dozgeriyê lêpirsîneke bi bandor nameşînin."
 
'ALÎKARIYA WÎ KIRINE'
 
Oyke dest nîşan kir ku kesên alîkariya Yildiz kirine jî hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Yildiz bi nasnameyên sixte li bajarên cuda jiyaye. Diyar e ku nasname jê re hatiye çêkirin. Ev jî nîşan dide ku alîkariya wî hatiye kirin. Her wiha diyar e ku di dema revê de kesên ku alîkariya wî kirine jî hene. Ji ber ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin, wî kesî hewce nedidît ku bi tu awayî xwe veşêre. Tu zehmetî nekişandine. Her tim alîkariya wî hatiye kirin."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

30/03/2023
16:57 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:56 Gelê li Goristana Mehabadê kom bû banga mezinkirina berxwedanê kir
16:33 10 kesên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:21 Danişîna rêveberê ÎHD’ê Yuksel hate taloqkirin
16:13 FEDA’yê banga beşdariya nav Partiya Çep a Kesk kir
15:58 Şîrketa petrolê ya Norveçê hilberandina petrolê da sekinandin
15:40 Mehmet Latîfecî hate bibîranîn: Pireke di navbera gelên kurd û ereb de bû
14:50 Li Antalyayê 10 kes hatin binçavkirin
14:49 KESK û BES: Heta daxwazên me bi cih neyên dê çalakiya me bidome
14:21 Cenazeyê 3 endamên HPG’ê hatin veşartin
14:11 Erdogan ji bo HDP’ê li AYM’ê geriyaye: Ji bo rakirina tedbîrê hûn çawa dengê xwe didin?
13:45 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin
13:07 Di êrişa zayendî ya li GGM’ê dîsa îfadeya 2 faîlan hate wergirtin
12:49 Bi referansa Miftîtiya Yozgatê hemwelatiyê dan 5 endamên DAIŞ’ê
12:28 Jinên Ciwan ên Welatparêz 4’ê Nîsanê pîroz kirin
12:21 Malbata Şenyaşar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:14 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
12:14 Partiya Çep a Kesk: Em ê sedsala duyemîn bikin sedsala Komara Demokratîk
12:00 Li Edliyeya Bismilê îşkence!
11:57 Şahidê demê rastiya Hîzbûllahê vedibêje: Di bin navê pevçûnê de sivîl dikuştin
11:51 Strana kurdî ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
11:45 Der barê lêpirsîna cilên netewî de doz hat vekirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:14 Partiya Çep a Kesk starta xebatên hilbijartinê da
11:12 Dirûşma hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
09:57 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê: Em ê pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê
09:07 Av bi dest mexdûrên erdhejê nakeve: Em nikarin bi pereyan jî avê peyda bikin
09:06 Piştî erdhejê rewşa girtîgehan: Îşkenceya bi saîqên nijadperest
09:06 Rojnameger Zagros: Dewleta tirk dixwaze beriya hilbijartinê êrişî Qendîlê bike
09:05 Oremar: Berxwedana Qazî bi têkoşîna Ocalan re bû yek
09:03 Asena: Partiya Çep a Kesk dê bibe nûnertiya hêviya gelan
09:02 'Bi naskirina Serok re min zanî ku ez kurd im'
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2023'YAN
08:40 Otobûsên rêwiyan wergeriyan: 3 kes mirin, 46 kes birîndar bûn
29/03/2023
22:12 Kenala Youtube a Med Muzîk TV’yê hat girtin
22:04 Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyand ku ew ê li gor biryara dadgehê tevbigere
21:25 Nasnameya 35 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin nehatiye tespîtkirin
20:01 'Dawî li talana li Hewsel û qeraxa Çemê Dîcleyê bînin'
18:19 Ji Hîlala Zêrîn strana `Jin im jiyan im`
18:15 Banga ji bo berdan û dermankirina girtiyê nexweş Polat
16:17 Bertek nîşanî dorpêça li Galatasarayê ya tevî biryara AYM’ê didome dan
16:03 Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike
15:54 Baroya Êlihê giliyê BOTAŞ’ê kir
15:19 Li Amedê mizgefta ku xesar gihiştibûyê hate hilweşandin
15:12 7 hezar karker di grevê de ne: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
14:46 EMEP, wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê
14:00 Kesên xizmên xwe winda kirin çûn ziyareta gora Jîna Emînî
13:41 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êriş kir
13:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin
13:00 Amnesty: Îranê herî kêm 305 sivîl qetil kir
12:18 Li Hênê malbat bi şer ketin: 5 mal hatin şewitandin
12:01 Li pêşiya edliyeyê li dijî jinekê êriş hat kirin
11:57 Cînayetên ewil ên rêxistina ku ji nav Yekitiya Xwendekarên Tirk a Milî derket
11:39 MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:30 ‘Nîşeyên Bakur’ a Ertûgrûl Mavîoglû ji Weşanên Aryenê derçû
10:02 Sewalvanê mexdûrê erdhejê: Pêdiviya min bi axurekî û bi êm heye
09:59 Hedefa Partiya Çep a Kesk: Bi AKP-MHP’ê bide windakirin, ji sedî 20 deng bistîne
09:48 Li Girtîgeha Bolûyê înfaza 12 girtiyan 30 caran hate şewitandin
09:03 Mehmet Ocalan: Em di 4'ê Nîsanê de li benda her kesî ne
09:03 Rojnameger Germiyanî: Ger neft ji destê Herêma Kurdistanê biçe dê tu qadên wê yên aborî nemînin
09:03 Ji berpirsên rûxandina Nûrdagiyê Yûnûs Kaya di 4 rojan de 85 wesayîtên xwe firotine
09:02 ‘Semsûr bi tenê hat hiştin, ji bîr nekin'
09:02 Li Semsûrê piştî ku tûtin di bin kavilan de ma fiyetê wê ji sedî 100 biha bû
09:00 ROJEVA 29’Ê ADARA 2023’YAN
28/03/2023
22:46 Li nêzî Hewlêrê ÎHA'yek ket
21:13 Li ber şaredariya AKP'î xwe û hevjîna xwe şewitand
19:27 Maseya Fikrê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:01 Tanriverdî piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:57 Îdianameya 16 jê girtî 20 rojnamegeran hate amadekirin
15:46 Doza belgefîlma Bakur hate taloqkirin
15:26 Tevî biryara bêçalaktiyê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne
15:24 Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan
15:20 Hewldana ji bo Roboskê Edalet daxwaza edaletê kir
14:59 Sancar: Êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê
14:57 Platforma Parastina Bajêr: Li dijî tiryak û fihûşê bi awayekî hevkar têbikoşin
14:28 Berdana rojnamevan Oynaş cara 4’emîn hate astengkirin
14:10 Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin
14:08 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
13:49 Qamyona bar li nivîskarê Evrenselê Ozcan Yaman da
13:48 Berdana rojnamevan Tûray 3 mehan hate taloqkirin
13:36 Di mirina biguman a Ekîncî de hemû daxwaz hatin redkirin
13:32 Rapora 2022’yan a Rêxistina Efûyê: Li binpêkirina mafan krîza maliyeta jiyanê zêde bû
12:42 Fehîm Korkmaz: Gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike
12:28 Li Licê îşkenceya li zarok hate kirin: 2 polîs hatin berdan
12:17 Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin
11:18 Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin
11:11 Li GGM’ê êrişa zayendî lê hat kirin: Bi faîlan re li heman cihî tê ragirtin
10:56 Derbarê kesê çavên wî nabînin de îdianame amade kirin: Pirtûkên rêxistinê dixwîne
10:02 Bi hinceta ‘ji bilî malbatê ji kesên din re name dişîne’ nayê berdan
09:18 Mexdûrên erdhejê: Bes e bila ev desthilat biçe
09:05 Parêzerê Elaraslan a hat qetilkirin: Nîşaneya herî zelal a binpêkirina mafên mirovan e
09:03 6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş!
09:02 Rojnameger Hesen: Li Efrînê êdî tirsa gel şikestiye
09:02 Ewilî erdhejê û bi dû re jî baranê li mişmişên Meletiyê xist
09:02 Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e
09:00 28'Ê ADARA 2023'YAN
27/03/2023
20:58 KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê taloq kir
19:35 KESK'ê serdana fitariya malbata Şenyaşarê kir