Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!

img
MÊRDÎN - Fatma Elarslan (13) ji aliyê tîmên taybet ve tê kuştin û piştî kuştinê dadgeh wê dike “endama rêxistinê” û di wêneyê wê ku hatine kişandin de tê dîtin ku çek danîne ber wê. Wêneyê Fatmayê wêneyên Ûgûr Kaymaz ê 12 salî tîne bîra mirov. 
 
Li gorî Destûra Bingehîn û Qanûna Cezayê yên Tirkiyeyê zarokên di bin 15 salî de wek “endamê/a rêxistinê” nayê qebûlkirin û tevî ev yek hatiye diyarkirin jî Fatma Elarslan a 13 salî ku li navçeya Hezexa Şirnexê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat kuştin, mîna “endama rêxistinê” hat nîşandan. Dadgehê jî Elarslan wek “endama rêxistinê” qebûl kir. Piştî qedexeya derketina derve li navenda Hezexê hat destpêkirin, di 7’ê adara 2016’an de Fatma Elarslan a 13 salî bi awayek kuştî tê dîtin. Malbat têkildarî kuştina keça xwe serlêdanê dike û lêpirsîn tê destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di tîrmeha 2020’an de îdia dike ku Elarslan “endama rêxistinê ye” û biryar neşopandina lêpirsînê da. 
 
LI GORÎ ‘HIQÛQÊ’ HATIYE DÎTIN 
 
Dozgeriyê biryara xwe spartiye beyanên “şahida veşarî” ya bi navê “Hîlal” û îdia kir ku Elarslan li Hezexê “xebata xwerêveberiyê meşandiye” û dozgeriyê îdia kir ku Elarslan tev li şerê li dijî hêzên ewlekariyê bûye. Dozgeriyê kuştina Elarslan li gorî “hiqûqê” dîtiye.
 
DADGEHAN DOZGER ŞOPAND 
 
Malbata Elarslan li ser vê yekê bi hinceta ku mafê jiyanê yê Fatmayê hatiye binpêkirin serî li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê doza tezmînatê vekir. Dadgehê bi îdiaya ku Fatmayê “endama rêxistinê ye” dozê red kir. Li ser vê yekê parêzerê malbatê Veysel Vesek serî li Dadgeha Îdareya Herêma Dîlokê da. Vê dadgehê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara dadgeha Mêrdînê parast û li gorî “hiqûqê û qeyde” dît. 
 
TEM’Ê DOSYE AMADE KIRIYE 
 
Dayik û bavê Elarslan, Gulî Elarslan û Mehmet Elarslan bi hinceta ku “Mafê bingehîn û azadiyan ji aliyê hêza cemaweriyê ve hatiye binpêkirin” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM’ê ji bo serlêdanê ji Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê parastin xwest. Van her du wezaretan jî ji Walîtiya Şirnexê agahî xwest. Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Hezexê dosyeya agahiyan amade kir û bi rêya qeymeqamiyê û walîtiyê şand ji Wezareta Karên Navxweyî re. 
 
‘ENDAMTÎ’ SPARTIYE ÇEK Û GULEYAN 
 
Di dosyeya agahiyan a TEM’ê de ji bo Fatmayê hatiye gotin ku “endama rêxistina terorê ya dabeşkar e” û “şahidê veşarî” ku axiviye spartiye gule û çeka tê îdiakirin li ser Fatmayê hatiye desteserkirin û ev şahid îdia dike ku Fatmayê di nav refên rêxistinê de hatiye bêbandorkirin. 
 
CENAZEYÊ NIMREYA 6’AN 
 
Di hûrguliyên dosyeyê de tê diyarkirin ku bi Elarslan re li heman cihî cenazeyê 6 zilam û 4 jinan jî hatine dîtin û cenazeyê Fatma Elarslan jî wek nimreya 6’an hatiye diyarkirin. Hat îdiakirin ku çek û teqemenî li ser van cenazeyan hebûne. Li gorî rapora ku Midûriyeta Laboratuvara Krîmînal a Polîsên Amedê hatiye amadekirin tê îdiakirin ku di kefa dest, ser dest û cilên cenazeyan madeya antimon hatiye dîtin. 
 
FATMA ERKAN, ÛGÛR KAYMAZ, FATMA ELARSLAN…
 
Wêneyê Fatmayê piştî hatiye kuştin li dosyeyê hatiye bicihkirin. Wêneyê Fatmayê ku hatiye kişandin wêneyê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku ji aliyê polîsan ve di sala 2004’an de li gel bavê xwe Ahmet Kaymaz li Qoserê hat qetilkirin û wêneyê Fatma Erkan a 11 salî di 1995’an de li gundê Sitê yê Midyadê ku hatibû qetilkirin û çek û guleyan danîbûn ber wan anî bîra mirovan. Wek wêneyên Fatma Erkan û Ûgûr Kaymaz di wêneyê Fatma Elarslan de jî tê xuyakirin ku keleşnîkof danîne ber wê û tê dîtin ku li ser piştê hatiye dirêjkirkirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

28/08/2023
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî