Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye

img
AMED - Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç bal kişand ser qirkirin û texrîbkirina ekolojiyê ya li Hewselê û wiha got: “Parastina Hewselê ne tenê ji bo ku mîrateya cîhanê ye, her wiha parastina bîra civakê ye jî”
 
Talan û qirkirina xwezayê ya ji aliyê qeyûm ve didome. Li Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê jî bi destûra qeyûm gelek cih ji bo îmarê hatin vekirin û ji rantê re hatin pêşkêşkirin. Gelek komeleyên ekolojiyê, saziyên sivîl û aktivîstên ekolojiyê bertek nîşanî talan û qirkirinê dan û xwestin ev kiryar bên bidawîkirin. Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç jî bal kişand ser talana Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê û destnîşan kir ku erka parastinê di destê qeyûm de ye, lê ew vê erkê ji bo xirab kirinê bi kar tînin. 
 
Bîlgîç, da zanîn ku qeyûm xêra vî gelî naxwaze û heke xwestibûya, nedibû qeyûm. Bîlgîç, diyar kir ku qeyûm ji cihekî din talîmat digire û ev tişt gotin: “Niha tiştên hatin serê Hewselê, ji hêla qeyûm û kesên di vê yekê de peywirdar in hatine kirin. Ji bo parastinê erk di destê wan de ye, lê ji bo xerab kirinê bi kar tînin. Hewsel malê hemû Amedê ye. Yanî parçeyek ji ekolojiya Amedê ye û tevahiya Amedê têr dike. Hat zanîn ku ne tenê ji bo Amedê, ji bo hemû cihanê cihekî taybet e ku UNESCO’yê jî hilgirt bin parastina xwe. Piştî vê tescîlê çi çêbû em nizanin, lê talaneke bê pîvan hat destpêkirin. Divê qeyûm pêşî lê bigire, lê niha pêşî lê vedike ku ev talan leztir û zûtir bibe. Çavên xwe digire ku bexçe xerab bibin û taybetmendiya xwe winda bikin. Kafe tên vekirin û ji wan re jî çavên xwe digire. Ew baxçeyên ku kesekê/î nedikarî destê xwe bidê, darek jî lê nehiştine, taybetmendiya wê guherandine. Lê tu kes jî napirse ku çima vê yekê dikin. Gava em jî dipirsin tu bersivan nadin me. Hewsel piştî xerabkirina Sûrê bi navê ‘Baxçeya Milet’ ji bo qirkirinê hatiye vekirin. Ji bo pêşî li qirkirinê bê girtin armanca yekemîn ji qeyûm xelasbûn e.”
 
‘NEHÊLIN HEWSEL JI MÎRATEYA UNESCO'YÊ BIKEVE’
 
Bîlgîç, bi lêv kir ku armanca sereke ya birîna daran qirkirina Hewselê ye ku Hewsel ji mîrateya UNESCO’yê bikeve. Bîlgîç, destnîşan kir ku heta çend salên din dê bibêjin tiştek ji Hewselê nemaye ku di mîrateyê de bimîne û dê ji mîrateya UNESCO’yê bê derxistin. Bîlgîç, diyar kir ku piştî vê yekê jî, dê ji îmar û rant a mezintir re bê vekirin û wiha pê de çû: “Dixwazin bi awayekî hêsantir pergala ekolojiyê xerab bikin. Bi vê sedemê ev tişt tên kirin. Hewce ye gelê Amedê bizane ku ev mîrate hezar salan e gihiştiye vê rojê û pêwîste berdewam bike. Parastina her darê ji bo parastina xwejiyanê giring e. Hewceye pêşî lê bê girtin û hewceye hesaba vê yekê hem ji qeyûm hem jî hevkarên wî bê pirsîn. Pêwîste nehêlin Hewsel ji lîsteya mîrateya UNESCO’yê bikeve. Heke ji lîsteyê bikeve, pêşî li îmarê jî tê vekirin. Di zagonan de ji bo îmarê nehatiye vekirin, lê bi fîîlî ji îmarê re hatiye vekirin. Bi dehan kafe û tiştên cuda li wê derê vebûne. Kî van cihan vedike ? Kî çavên xwe ji wan re digire? Kî pergala ava wê derê girêdide û kî ceyranê dikişîne wir? Cihekî ku ji îmarê re girtiye û mîrateya cîhanê ye, divê neyê guhertin. Lê li wir avahî hatine çêkirin û ji bo wan avahiyan jî rê hatine çêkirin. Bi awayekî teşwîq dikin. Hewceye em hewl bidin pêşî li vê yekê bigirin û tiştên me winda kirin dîsa dest bixin.”
 
TÊKILIYA HEWSEL Û BÎRA CIVAKÊ
 
Bîlgîç, bal kişand ser tunekirina bîra civakê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Xala herî girîng jî ew e ku bîra civakê tune dikin. Gava bîra civakê hat tunekirin, têkiliyên civakê yên bi hev re jî lawaz dibin. Em, tiştên şênber dikin lê hewce ye em ji hêla civakî ve jî Hewselê biparêzin. Ji ber ku êrîş, li bîra civakê ye. Dixwazin civak bê bîr, bîranîn û hest bimîne. Bîr bi xwe re hestên aîtbûnê, xwedî lê derketinê û piştgirî dayînê tîne. Dema ev bîr çû, ev hest jî pê re diçin û derb dixwe. Dema derb xwar jî armanca wan pêk tê. Hewsel jî, Sûr jî bîra vê civakê ne, hebûna vê civakê ne. Ruh û qurmê vê civakê bi van deran re girêdayî ne. Ji ber vê yekê parastina Hewselê ne tenê ji bo mîrateya cîhanê, ji bo bîra me ye jî. Bi hezar salan em bi van bîran re hatine û em dê hezar salan jî pê re biçin. Qeyûm bi zorê hatiye û em ê bi zorê be jî wî bişînin. Lê tiştê ku dike jî em ji bîr nakin û ew ê neyê jibîrkirin jî. Ew dixwazin bîra me tune bikin, lê em ê bîra xwe hê bihêztir bikin. Em ê tiştên ku rastî êrîşê û qirkirinê hatin dîsa vegerînin.”
 
‘XIRAB KIRIN HÊSAN, AVA KIRIN ZEHMET E’
 
Bîlgîç, da zanîn ku xerabkirina tiştekî hêsan e, lê ava kirin tiştekî pir zehmet e. Bîlgîç, diyar kir ku qeyûm û hevkarên wî di demeke pir kin de talaneke gelek mezin kirine û wiha pê de çû: “Me bi raporan jî eşkere kir ku texrîbata di sala dawî de hatiye kirin di asta herî jor de ye. Divê kes û saziyên bi mijarê ve eleqedar û têkildar polîtîkayên hevpar bimeşînin. Taybetî jî piştî çûyîna qeyûm, hewce ye şaredariya vê derê van tiştan pêk bîne. Hewce ye piştî qeyûm çû, ji bo hilberîna cotkarên ku di Hewselê de baxçeyên wan hene kooperatîfek bê avakirin. Bi şaredariyê re karekî hevpar bê meşandin. Lê tenê ne şaredarî, divê derdor û têkildar hemû plansaziyekê çêkin. Divê ji hêla qanûnî ve tiştên ku bêhiqûqî hatine kirin bên betalkirin. Divê ev kooperatîf ji bo kesên baxçeyên wan li wir hene bê avakirin. Ji ber vê yekê tenê bi Komeleya Ekolojiyê ev tişt zehmet e. Hewce ye dînamîkên vî bajarî hemû bi hev re hem ji bo Çemê Dîcleyê, hem ji bo Hewselê û hem jî ji bo Zanîngeha Dîcleyê ku gelek tiştên nebaş tên qewimîn polîtîkayên giştî çêbikin û ev polîtîka jî domdar bin. Heke ev tişt pêk werin parastina tiştên mayî dê hêsantir be.” 
 
BANGAWAZΠ
 
Herî dawî Bîlgîç bang li gel kir ku piştgiriyê bidin çandina daran û wiha got: “Li Kurdistanê qirkirina daran derketiye asteke gelek mezin. Ji Cûdî bigire heta Dêrsimê, ji Çewligê bigire heta Mûşê daristanên me tune dikin. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ku her sal kampanyaya çandina daran dide destpêkirin, par bi dirûşmeya ‘Ji bo aşitî û azadiyê tu jî darekê biçîne’ dabû destpêkirin. Tevgerê îsal jî di navbera 1 û 10’ê nîsanê de bi dirûşmeya ‘tu jî darekî biçîne, vê jiyanê şîn bike’ kampanyaya çandina daran da destpêkirin. Her wiha çandina daran diyarî kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Em jî wek Komeleya Ekolojiyê tev li vê kampanyayê dibin. Em saziyên sivîl, gelê welatparêz û dilxwaz, kesên jiyanparêz, partiyên siyasî û hemû kesî vedixwînin ku li kûçe, gund, bajar li her derî darekê biçînin û jiyanê şîn bikin. Li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bang dikin ku ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û li hember talankirinê jiyanê pirtir şîn bikin.”
 
MA / Bazîd Evren

Sernavên din

05/04/2023
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir