Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e

  • rojane
  • 09:02 3 Nîsan 2023
  • |
img

ÎZMÎR - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoya têkçûnê de xwe ji hilbijartinê re amade dike û wiha got: “Li gorî me biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê biryareke binirx e. 3 meh, rojek, saetek be jî em bêdengbûna çekan binirx dibînin.”

 
Tirkiye di nava krîzên siyasî, aborî û civakî de di 14 gulanê de ber bi hilbijartinên giştî û serokkomariyê ve diçe. Di hawireke ku enflasyon roj bi roj bandorê li kolanan dike û hêza kirînê kêm dibe de li aliyê din bi operasyonên siyasî di serî de kurd tê xwestin ku mûxalîf bên bêdengkirin. Bi taybetî piştî erdhejên di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn û bandor li 10 bajaran kir, hilweşîna pêk hatî û mirina bi deh hezaran welatiyan asta krîza civakî ya pêk hatî raxist ber çavan. 
 
Li dijî hemû rewşên awarte yên pêk hatin, şerê ku desthilata AKP’ê li dijî gelê kurd daye dest pê kirin didome. KCK’ê piştî erdhejên navenda wan Mereşê, ji bo birînên gel derman bike, biryara bêçalaktiyê wergirt. KCK’ê pişt re ragihand ku ev biryar heta 14’ê gulanê an ku hilbijartinê dirêj kiriye. 
 
TIRKIYE TÊK DIÇE 
 
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, krîzên civakî, siyasî û leşkerî yên Tirkiye di nav de ye nirxandin. 
 
Tahmaz, diyar kir ku Tirkiye di nava pêvajoyeke têkçûnê de ye û bal kişand ser hilbijartinên 14’ê gulanê. Tahmaz, anî ziman ku hilbijartin wê nîşan bide ku ka derfetên derketina ji vê pêvajoya têkçûnê dê hebe an na heke hebe jî wê çiqas bandorê lê bike û wiha got: “Tifaqa Cûmhûr ku niha welat bi rê ve dibe, sozên qanûnên ku wê mafên jinan ji holê rakin dide. Vê jî bi hinceta parastina malbatê dike. Lê li cîhanê hemû saziyên tîpên kevin tên nîqaşkirin. Di pêvajoyeke ku dubendiya erkên malbatê û rola jinê tê pirsîn de, bi saya têkoşîna jinan a li cîhanê, Tirkiye bi helwesteke jirêderketî re mafên jinan ji holê radike. Bi ya min ev yek nîşan dide Tirkiye riziyaye û ber bi têkçûnê ve diçe.” 
 
DIVÊ TIRKIYEYA NÛ ÇAWA BE?
 
Tahmaz, da zanîn ku ji bo sala 200’emîn a Komarê nîqaşên bingehîn hene û pirsa “Divê Tirkiyeya nû çawa be?” wiha bersivand: “Tirkiyeya nû ku di hişê me de divê di esasê xwe de pergaleke parlamenter a pirreng be ku tê de demokrasî bi awayekî gerdûnî pêk were û bi saziyên xwe re bê xebitandin. Tişta ez dixwazim bibêjim divê welatekî ku felsefeya damezrîner a komarê û şêweyê sazûmanbûna wê were pirsîn. Di felsefeya damezrîner a komarê de Tirkiye civakeke pir çandî, pir zimanî û pir bawerî ye. Wê demê divê Komara nû modela jiyana bi hev re ya van avahiyan bi cudahiyan re ava bike.”
 
‘TU TIŞT JI AŞTIYÊ BIQIYMET NÎNE’
 
Tahmaz, diyar kir ku nêzî saleke rêya ku dê rêya çareseriya pirsgirêka kurd çawa be tê nîqaşkirin û wiha berdewam kir: “Em weke Weqfa Aştiyê difikirin ku ji bo aştiyê divê derî bê vekirin. Vekirin an venekirina wê derî qasî serdestan di destê me de ye jî. Banga me ew e ku; tu tişt ji aştiyê bi qiymettir nîne, ji bo aştiyê divê firsendeke biçûk jî heta dawiyê binirxînin. Ji bo ku dê ev çawa çêbibe divê ewil bingeha muzakereyê were avakirin. Ji ber vê yekê gotinên Kiliçdaroglû yên di hevdîtina HDP’ê de anîne ziman biqiymet in.”
 
PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI BÎR XIST
 
Di berdewamê de Tahmaz bal kişand ser “Pêvajoya çareseriyê” û ev tişt anî ziman: "Di pêvajoya çareseriyê de planeke AKP’ê ya ku civakê dizanî tune bû. Em bi fikirîna deriyekî ku ji aştiyê re tê vekirin û rexne kirine me piştevaniya wê pêvajoyê kir. Em niha çima ji bo CHP’ê vê nekin. Sedsaleke nû vedibe. Di vir de ji ber ku CHP damezrînera Komarê ye, bifikirin ku tiştekî bi vî rengî nayê hêvîkirin, wê şaş be. Gelo AKP ji ber ku partiyeke demokratîk e hat destekkirin? Ji ber vê yekê, ne bi lênihêrîna paşerojê, lê bi lênêrîna li pêşerojê guhertinek dikare bê afirandin. Em nizanin dê di vê rêyê de çi bibe. Em dibînin ku polîtîkaya tê xwestin were avakirin gav bi gav tê hunandin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Hesabên berjewendiyê yên hemû welatan hene. Em hewl didin di pirsgirêkeke evqas mezin de bi pêş ve biçin. Serdemeke giranbuha ji destê me çû. Ji cihê ku digotin bêvegere hate vegerandin û mirov weke di dojehê de ne.”
 
‘BIRYARA BÊÇALAKTIYÊ BINIRX E’
 
Bi domdarî Tahmaz biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê nirxand û wiha got: “Ez dizanim ku KCK’ê di hemû pêvajoyên hilbijartinê de biryara bêçalaktiyê wergirtî ye. Ez difikirim ku biryara KCK’ê ya bêçalaktiyê karê muxalefetê hesan kiriye. Di hawireke ku mirov dimirin û pevçûn çêdibin çûna hilbijartinê feydeyê nade tu kesî. Ji ber vê yekê, her çiqas ev biryar li ser neyê axaftin jî, bi ya min haya kesên ku divê di ferqê de bin heye. Biryara bêçalakîtiyê di warê helwesta kurdan a diyarkirina di hilbijartinan de jî wê faktoreke girîng be. Em weke Weqfa Aştiyê 3 meh, rojek, saetek be jî bêdengkirina çekan binirx dibînin. Di pêvajoyên hilbijartinê de ev girîngtir dibe. Em dixwazin ku çek bi temamî ji holê bên rakirin. Di pêvajoya hilbijartinê de ne tenê ji bo herêmê ji bo herderê girîng e. Dema ji herêmê cenaze tên helwest, hest û enerjiya mirovan arasteyî cihekî din dike.” 
 
‘TECRÎD PIRSGIRÊKA KURD MEZIN DIKE’ 
 
Tahmaz, têkildarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan got ku 24 sal in li dijî hiqûqa gerdûnî, hiqûqek tê birêvebirin. Tahmaz diyar kir ku ne tenê Tirkiye, dewletên Ewropayê û saziyên navneteweyî jî bi awayekî cidî li ser tecrîdê nasekinin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hiqûqeke li gorî şexs tê birêvebirin. Ji mafên herî bingehîn ên mirovan bêpar e. Ev yek ne li gorî aqilî ye. Rastiya vê, pirsgirêka kurd mezin dike. Haya dewleta tirk hêj jî ji vê nîne. Ji bo rola ku Ocalan di pêvajoya çareseriyê de lîstiye, alîkarê musteşarê MÎT'ê yê wê demê bi awayekî şexsî ji wî re dibêje, ‘Ez şahid im ku rola ku we di vê pêvajoyê de lîstiye erênî ye.’ Vê tespîtê nûnerê dewletê dike. Dewleteke ku aqilê xwe bi kar tîne dê helwesta musteşarê xwe cidî bigire. Lê saziyeke dewletê ya bi vî rengî nîne.”
 
MA/ Semra Tûran
 

Sernavên din

05/04/2023
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir