Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!

  • rojane
  • 09:06 4 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Di ser giştînameya Wezareta Dadê ya ji bo berdana girtiyên nexweş re 3 meh derbas bûn, lê hê jî girtiyekî siyasî nehatiye berdan. Ji 3 kesên hatine berdan dudu jê ji ber doza derbeya leşkerî û yek jî ji ber sûcek edlî hatibûn girtin. 
 
Raya giştî ji bo girtiyên nexweş bên berdan zor dabûn Wezareta Dadê. Piştî vê giştînameya ji bo berdana girtiyên nexweş di 3'yê çileyê de bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag hatibû weşandin. Lê heya niha girtiyekî siyasî jî sûd ji vê negirtiye û nehatiye berdan. Piştî weşandina giştînameyê bi erêkirina Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 26'ê çileyê de Îlhan Kiliçê 87 salî û Kenan Yildizê 75 salî yên ji ber doza 28'ê sibatê cezayê muebedê li wan hatibû birîn û girtiyê edlî Mûstafa Kartalê ji ber "nexweşnên xwe" hatin berdan. Di ser giştînameyê re 3 meh derbas bûne, lê hezar û 517 girtiyên nexweş (li gor daneyên ÎHD) yek jê jî nehatiye berdan. 
 
Ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û di lîsteya ÎHD'ê de yek jî Siddik Guler e. Guler 27 sal in girtiye. Nexweşîna hîpertansiyon, dil û romatîzma pê re hene. Guler ji bo dermankirinê di 29'ê adarê de ji Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin. 
 
Hasîne Guler, hevjîna Siddik Guler der barê rewşa wî de axivî. 
 
‘BI KURSIYA BITEKER TÊ CIHÊ HEVDÎTINÊ'
 
Gulerê anî ziman ku zarokên wê piştî erdhejê du caran çûne serdana bavê xwe û wiha got: “Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hevjînê min bi kursiya biteker anîne cihê hevdîtinê. Rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Her tim wî dibin nexweşxaneyê û tînin. Der barê nexweşiya wî de ji me re tiştekî nabêjin." 
 
Gulerê giştînameya Wezareta Dadê bibîr xist û got: “Ev 3 meh derbas bûn, lê tu pêşketin çênebûye. Ew, kesên nêzî xwe berdidin. Lê dema dor tê girtiyên me wan bernadin. Ma ev edalet e? Yanî li vî welatî maf, hiqûq û edalet tune ye. Girtiyên nexweş ji ber temenê xwe û nexweşînên xwe nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
 
‘LI TIRKIYEYÊ EDALET TUNE YE'
 
Gulerê destnîşan kir ku ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) girtiyên nexweş nayên berdan û got: “Eger li Tirkiyeyê edalet hebûya dê serbest bihatana berdan. ATK bi nedayîna raporê hem zilmê li girtiyên nexweş û hem jî li malbatên wan dike.”
 
Gulerê bilêv kir ku ji ber nexweşînên wê jî hene nikare biçe cem hevjînê xwe û wiha got: "Hevjînê min li bajarekî dûr e, ez pîr û nexweş im. Ez nikarim bi rêyên dûr de biçim, lewam nikarim biçim hevdîtinê. Ger neyê berdan jî ez dixwazim wî bînin da em karibin wî bibînin." 
 
‘PARTÎ LI SER SOZÊN XWE NEMAN'
 
Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltanê jî bibîr xist ku wan ji bo girtiyên nexweş salekê "Nobeta Edaletê" girtiye û tekane daxwaza wan berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bûye û got ku partiyên siyasîn yên ku ji bo vê soz dan, li ser soza xwe nemane. 
 
‘DIVÊ EDALET JI BO HER KESÎ HEBE'
 
Boltanê da zanîn ku ji xeynî xirabkirina rewşa girtiyên nexweş tu guhertinek din çênebûye û wiha dewam kir: “Durûtî kirin. Leşkerên ji ber derbeyê hatin girtin berdan. Lê dema dor tê ser girtiyên me (girtiyên siyasî) nayê berdan. Bila cihêtiyê nekin. Kurê min nexweş e û nexweşîna wî giran e. Di mejiyê wî de û di hin deverên laşê wî de perçeyên şerpanelê hene. Çavekî wî û milekî wî tune ye. Divê bê dermankirin. Lê nayê dermankirin. MAdem girtiyên nexweş berdidin, çima kurê min bernadin? Ev bêwijdanî ye. Bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe; ger zarokê wan bûna dê wiha bikirana? Divê edalet ji bo her kesî hebe.”
 
Boltanê bertek nîşanî raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên ATK'ê jî da û got ku bila ATK alîgiriyê neke. 
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

05/04/2023
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir