Bulbul ê HDP’î: Li girtîgehan îşkence tê kirin

  • rojane
  • 09:37 7 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE -  Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ji bo bajarê turîzmê Antalyayê pênaseya “bajarê girtîgehan” kir û ev tişt anî ziman: “Îşkence li girtiyan tê kirin û sîxûrtî lê tê ferzkirin. Li van girtîgehan ruhê Esat Oktay digere.” 
 
Li girtîgehan binpêkirina mafan roj bi roj zêdetir dibe. AKP’ê, binpêkirinên li dijî girtiyan û sepanên nebaş êdî veguherandiye şêweyekê rêvebirinê û di vê çarçoveyê de girtîgehên nû ava dike. Mîna li her bajarî, li Antalyayê ku weke “bajarê turîzmê” tê zanîn jî 4 jê li navenda bajar bi giştî 11 girtîgeh hene. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul, têkildarî binpêkirinên li girtgîgehên Antalyayê kir. 
 
JI BO GIRTÎGEHAN PÊNASEYA ‘KAMPA DÎLGIRTIYAN’ KIR 
 
Bulbul, diyar kir ku Antalya ji hêla aborî, xweşikahiya xwezayî û turîzmê ve yek ji girîngtirîn bajarên Tirkiyeyê û wiha got: “Lê yek ji taybetiya wê heye ku nayê zanîn. Ev jî ew e ku Antalya di heman demê de bajarê girtîgehan e. Di nava sînorên navçeya navendî ya Doşemealti ya Antalyayê de sê jê bi tîpên S, L û Y û yek jî jê Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind bi giştî 4 girtîgeh hene. Ev jî bes nake ku li Manavgatê jî girtîgeh heye. Ev jî bes nake û li Alanyayê jî heye. Qada ku ev girtîgeh digirin, hema hema bi qasî navçeyekê ne. Û li van girtîgehan bi hezaran peywirdar, amirên îdarî û rayedarên leşkerî hene. Dema em diçin wan girtîgehan, mîna kampên dîlgirtiyan e. Ketin û derketina wan pir zor e. Miameleya rehîneyan li girtî û hikûmxwaran dikin. Mafên wan ên sere yên weke hewadariyê, mafên xebatên civakî û çandî tên binpêkirin. Bi şev nahêlin rakevin, deriyan pir bihêl lê dixin ku ji ber dengê wan girtî hişyar bibin.” 
 
LÊGERÎNA TAZÎ TÊ VEŞARTIN
 
Bi domdarî Bulbul da zanîn ku di dema sewqkirinê de du kelemçeyan têxin destê girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kelemçeyekê têxin her du destên girtiyan û yekî jî têxin destekî girtî û destekî cendirmeyan. Qaşo ji ber îxtîmala firarê wisa dikin! Bêguman ev yek derhiqûqtî ye û sûcekî li dijî mafên mirovan e. Divê li nexweşxaneyê kelemçeyê nexin destê girtiyan lê dev ji kelemçeyekê berdin, du kelemçeyan têxin destên wan. Her wiha lêgerîna tazî heye. Lêgerîna tazî jî weke lêgerîna hûr û kûr pênase kirine. Ji ber behrê, rêjeya nemê ya li Antalya, Manavgat û Alanyayê pir zêde ye û divê tenduristiya girtiyan esas bê girtin lê mixabin mercên vê derê ewqas giranin ku girtî nikarin li cihên hevdîtinê jî ji ber têlên direhî hev bibînin. Ev têlên direhî pêşî li hewa jî digire û rutûbetê zêde dikin.” 
 
JINÊN GIRTÎ BI KAMERAYAN TÊN ŞOPANDIN
 
Di berdewamê de Bulbul anî ziman ku jinên girtî bi kamerayan tên şopandin û wiha pê de çû: “Bi vê yekê wan tacîz dikin. Qadên taybet, daşir û deverên din bi kamerayan tên şopandin. Tevahiya van sepanan di bin navê ewlehiyê de dikin. Lê ew bi xwe ewlekariyê binpê dikin. Me bi midûrên Girtîgeha Tîpa S û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê re hevdîtin kirin. Ev binpêkirin red kirin û gotin ku xistina du kelemçeyan jî ne di înîsiyatîfa wan de lê di înîsiyatîfa cendirmeyan de ye.” 
 
DI HEVDÎTINA BI PARÊZERAN DE TEKLÎFA SÎXÛRTIYÊ
 
Bulbul, axaftina xwe wiha qedand: “Me bi rêveberiya girtîgeha li Manavgatê re hevdîtin kir. Em ê di demekî nêz de jî bi rêveberiyên girtîgehên Alanyayê re hevdîtinan bikin. Jixwe kesek bi girtina xwe re tê cezakirin lê ser re jî îşkence dikin. Her wiha teklîfa sîxûrtiyê lê dikin. Bi hinceta ‘hevdîtina parêzer’ dibin odeyeke bi tenê û rayedarên dewletê bi rêbazên zordestî, tacîz û derbê sîxûrtiyê li girtiyan ferz dikin. Em ê giliyê van rêveberan bikin. Ev binpêkirin tenê bi girtîgehên Antalyayê bisînor nînin. Li hemû girtîgehan hene. Ruhê 12’ê Îlonê û yê Esat Oktay li girtîgehan digere. AKP, Esat Oktay Yildiran e. Suleyman Soylu, Esat Oktay Yildiran e. Em ê hesabê tevahiya van binpêkirina tevan ji wan bipirsin.” 
 
MA / Enes Beyaz
 

Sernavên din

07/04/2023
23:15 Li Amedê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
22:34 Li Cizîrê bi hezaran kes li hev kom bûn: Dê AKP biçe, gel bên!
19:58 Di vekirina buroya hilbijartinê ya Mêrsînê de banga 'deriyên Îmraliyê vekin'
19:43 Platforma Jinan a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:33 Li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin dest pê kirin
19:24 Tahîr Kûrt piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da
17:35 Li Mêrdînê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
16:28 Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
16:27 Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn
16:08 Li Serhedê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê
15:56 Li nûçegihanê me yê nûçeya DEDAŞ’ê çêkir lêpirsîn hate vekirin
15:46 Di du rojan de 41 êriş hatin kirin
15:33 Şenyaşar: Wê zilmkar hesab bidin
15:09 Li Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
14:05 Li Hambûrgê konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' didome
14:01 Bernamzetên parlamenteriyê li Amedê belavok belav kirin
13:52 Ji bo girtiyên nexweş ji tifaqan re nameyek hate şandin
13:51 Tifaqa Ked û Azadiyê dê mutabaqata hilbijartinê eşkere bike
13:09 Çavûşoglû têkildarî Sûriyeyê daxuyanî da
13:00 Aslan ê ku 30 sal in girtî ye û înfaza xwe temam kiriye nayê berdan
12:50 Ji ciwanan seferberiya bo Partiya Çep a Kesk: Hedef ew e xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû
12:15 Îdianameya TJA’yê: Tevlibûna jinan a 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc e!
12:04 Li Wanê ji 15 kesên binçavkirî 8 kes hatin berdan
12:03 MHP’ê kujerê dozger Oz ê xebatên kontrgerîla lêkolîn dikir, kir namzet
11:40 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:39 Sêwirînerê herka ‘Bi saya Erdogan’ hat binçavkirin
10:42 Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk: Îdiaya me heye ku em rêjeya dengê xwe bikin ji sedî 20
10:15 'Ji bo çareseriyê divê Partiya Çep a Kesk bi xurtî ji hilbijartinê derkeve’
09:37 Bulbul ê HDP’î: Li girtîgehan îşkence tê kirin
09:14 Partiya Çep a Kesk hêviyê dide jinan
09:04 Li Egeyê amadekariyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk
09:03 Dûrmûş: 16 rojnamevan 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin
09:03 Serokê Baroya Êlihê Şenses: Şahidê veşarî wekî amûreke operasyonan tê bikaranîn
09:02 Mexdûrê erdhejê: Wê ev toz me bikuje
09:02 Qeyûm îhaleyên 'rêyên muhtelîf' da heman fîrmeyan
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'YAN
06/04/2023
23:20 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Dê deriyên zindanan vebin
23:13 Ferît Şenyaşar: Em ê bi hev re darazê azad bikin
23:09 Li Botanê buroya hilbijartinê ya jinan bi coşeke mezin hat vekirin
20:53 Ji kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin 15 kes hatin berdan
20:05 Sancar: Em ê dawî li vê zilmê bînin
19:28 YNK: Tirkiye, ji ber kurdbûnê rêya hewayî li Silêmaniyê girt
17:45 Piştî 5 mehan daneyên Covîd-19'ê hatin eşkerekirin: 844 kes mirine
17:41 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
17:31 Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê
17:14 Di meha 2’yemîn a erdhejê de meş: Heta ku hesab nepirsin em ê bêdeng nebin
16:41 Bernamzetên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin
16:26 Êriş û binçavkirina dayikan hat şermezarkirin
16:22 Êrişî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
16:07 Partiya Çep a Kesk li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em ê serbikevin
15:38 Partiya Çep a Kesk li Edeneyê dest bi xebata hilbijartinê kir
15:34 HDP dê ji bo doza girtinê parastin neke
15:30 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir serdana Malbata Şenyaşar kir
15:24 7 kes hatin berdan
15:23 Bayindir: Di 14’ê Gulanê de serkeftina kurdan wê ezamet be
15:23 Li Kilîsê cenazeyê zaroka winda hate dîtin
14:22 Ji bo herêmên erdhejê hişyariya barînên zêde
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin