Di vekirina buroya hilbijartinê ya Mêrsînê de banga 'deriyên Îmraliyê vekin'

img
MÊRSÎN - Li Mêrsînê vekirina buroyê veguherî mîtîngê. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li vir axivî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: "Ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin." 
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê, li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin û Hevseroka Giştî ya PArtiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û bi sedan kes tevli vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê govend hat gerandin û dirûşme hatin berzkirin. Piştî govendê Aydenîz û Akin tevê dayikan li ber çep û tilîliyan qurdêleya buroyê birîn. Di dema vekirian buroyê de dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. 
 
'DÊ JIYANEKE NÛ DEST PÊ BIKE'
 
Piştî vekirina buroyê ewilî Hevberdvekê Giştî yê partiya Çep a Keskan Îbrahîm Akina axivî. Akin ku got "Dibêjin em ê partiya we bigirin, de wê de herin. Rejîma qesrê de wê de here. Va ye gel, vaye vîna gel li vir e. Hêza we têra girtinê nake" got: "Piştî 14'ê Gulanê dê jiyaneke nû dest pê bike." 
 
Akin destnîşan kir ku ne Tifaqa Cumhûrê ne jî Tifaqa Miletê ne rêya wan, rêya wan Rêya Sêyem e û got ku ew ê vî welatî ji xirbaiyan xelas bikin. 
 
Piştî Akin, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bi kurdî axivî.
 
Axaftina Aydenîzê bi vî awayî ye:
 
"Merhaba Kurdistana biçûk ji we re. Ev hîn destpêk e. Em diçin kû vê coşa mezin dibîn in. Bila dost û neyar bibînin. Ewê ku dibêjin gelê Kurd tuneye, xwediyê îrade nîne bila vê qadê û li vê destpêkê binhêre. Gelê kurd her tim li ser piya ye her tim li pêşiya xwe dinhêre. Her bijî ji we re. 
 
EM Ê DI SEDALIYA KOMARÊ Û LOZANÊ DE DEMOKRASIYÊ AVA BIKIN
 
Em di demek de, di dîrokekî taybet de hilbijartinê pêşwazî dikin. Ev hilbijartin çima dîrokî ye. Sedsala komarê 2023 ye. Sedsala peymana Lozanê jî 2023 ye. Di Lozanê de xwestin gelê kurd parçe bikin, ji zimanê wî ji çanda wî ji erdnîgariya wî dur bixin. Lê gelê me çû kê derê bi zimanê xwe bi çanda xwe bi hebûna xwe bi destkeftinê xwe parastina xwe kir. Îro em li Mersînê ne. Mersîn bû ye Kurdistana biçûk. Her bijî ji we re. Ev hilbijartin çima girîng e. Ev hilbijartin di navbera faşizmê û demokrasiyê re derbas dibe. Hinek dixwazin faşizmê mayînde bikin. Lê gelê me jin ciwan gelê demokrasî dixwaze ji bo pêşeroja azad dixwazin demokrasiyê ava bikin. Hilbijartin di navbera van herdû hêzan de ye. Faşizm bi polîtikayê şer politikayê qeyûm û tecridê dixwazin gelê kurd di bin tecridê de bihêlin. Lê em li hemberî, şer tecridê, li hemberî qirkirina jinê, şerê qirêj têkoşîna demokrasiyê didin û di 14ê Gulanê de emê wan def bikin. Bes ji wan re 22 sale îktidar tenê neyartiya gelan, neyartiya kurdan, tecridê dizane. Tiştek dizane polîtikiyên qeyûm desteserkirina îradeyê dizane. Lê em li hemberî vê yekê têkoşîna aştiyek birûmet jiyanek wekhev pergelekî azad didin û 14ê de emê ji bo avakirina azadiyê emê mora xwe li bin Partiya Çepên Kesk bixin. Ev îktidar dê winda bike.
 
JI BO ÇARESERIYÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN
 
 
Îro ger ku Tirkiye bi qeyranê re rû bi rû mabe sedema vê yekê ya yekemîn ne çareseriya pirsgirêka kurd e. Em ji vir dibêjin ji bo çareseriya pirsgirêka gelê kurd lazim e deriyê îmraliyê were vekirin. Heta deriyê îmraliyê venebe emê têkoşîna xwe li her derê mezin bikin. Em dizanin birêz Abdullah Ocalan nîşaneya demokrasiyê azadiyê çareseriya pirsgirêka kurd e. Lewma em dibêjin ev hilbijartin di navbera azadî û faşizmê de. Em tên ji bo azadiyê, ji bo aştiyek birûmet tên. Em tên ji bo azadiya gelan û ji bo azadiya birêz Ocalan tên. 
 
EM ZIMANÊ XWE Û STATUYA XWE DIXWAZIN
 
Em gelê kurd mafdar in sedsale em têkoşîn didin, bi berdelên mezin me destkeftiyan bi destxist. Em zimanê xwe çanda xwe statuya xwe dixwazin. Ji bo heya îro çawa ku me têkoşîn kir ji îro pêve jî emê vê tekoşînê li her qadê de mezin bikin. Hilbijartin ji bo vê yekê amûre. Gelê kurd jin û ciwam emê qesrê wan hilweşîn in. Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî li hemû cihanê bûne mînak. Bi vekirina van bûroyan saet saet, kol kolan emê mal bi mal bigerin. Ev hilbijartin dê azadiyê aştiyê bixwe re bîne. Bîr û baweriya me têr û tijî ye. Ji îro şunde emê her her saetê xwe ji bo çûyina vê îktidarê emê kar û xebat bikin. Çi bikeve ser milê me emê bikin. Berê li Mersinê 2 vekilê me hebû di vê hilbijartinê de emê van vekilê bikin 2 qat. Hun amede ne. Li her derê emê hejmara vekilê xwe 2 kat zêde bikin. Bi me bi feraseta me bi siyaseta me ew ê demokrasî û wekhevî vere Tirkiyeyê. Di hilbijartina 14ê Gulanê emê ji 100’î zêdetir vekilê xwe bişîn meclisê. Riya me vekirî be."
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/04/2023
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir