Sê mehan di îşkenceyê de ma: Ez jibîr bikim jî xewnên min wan jibîr nake

  • rojane
  • 09:58 8 Nîsan 2023
  • |
 
ŞIRNEX - Meryem Orûç ku di sala 1992'yan de 3 mehan hatiye îşkencekirin û gundê wê li ber çavê wê hatiye şewitandin, diyar kir ku wê ew îşkence jibîr kiribin jî lê xewnên wê tu carî ew jibîr nekirine û got ku ew ê tu carî heqê xwe li vê dewletê helal neke. 
 
Di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên "ewleparêziyê" ên dewletê bi hezaran gundên Kurdistanê hatin valakirin û şewitandin. Di van salan de ku îşkence di asta herî jor de bû, bi sedan kes hatin qetilkirin û gelek ji wan jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin windakirin. Her çendî kiryarên ku bi sedan kes qetil kirin û îşkence kirin eşkere bûn jî, der barê kesî ji wan de jî lêpirsîn û doz nehatin kirin. Di sala 1992'yan de ji malbatên rastî vê îşkenceyê û tahdeyê hatin yek jê jî malbata Acarê ya li gundê Bînîsra yê navçeya Basayê bû. Bavê 7 zarokan Abdullah Acar (45) wan salan gelek caran hatiye binçavkirin, bi îşkenceyên giran re rû bi rû maye. 
 
Acar ku rastî îşkenceyên giran tê êdî nema dikare li gund bisekine û ji gund derdikeve. Piştî Acar jî li ser gund û malbata wî zext û êrîş zêde dibin. Acar ê ku 2 salan ji gundê xwe dûr dimîne, di sala 1992'yan de gundên wan tê şewitandin û malbata wî hemû tê binçavkirin. Acar ku vê agahiyê distîne ji bo ku bi hawara wan ve biçe berê xwe dide gund, lê belê di rê de tê qetilkirin. Keça wî Acar, Meryem Oruç (48) ku wê demê 17 salî bûye, li gel malbata xwe tê binçavkirin û di qereqola Banêxanê de rastî îşkenceyeke giran tê. Orûç, sê mehan di îşkenceyê de dimîne. Heft gundiyên wan jî ji helîkopterê tên avêtin. Orûç dema ji binçavan derdikeve agahiya mirina bavê xwe digire. Cenazeyê bavê wê li gund tê definkirin, lê belê Orûç ji ber ku hê di bin bandora îşkenceyê de bûye, newiribûye tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe. Orûç hê niha jî dema ku polîs û leşkeran dibîne heman tiştî his dike. Li ser laşê dayika 6 zarokan Meryem Orûçê hê jî şopên îşkenceya wê demê hene.  
 
Orûçê serpêhatiya xwe ji ajansa me re got. 
 
BAVÊ WÊ RASTÎ HER CURE ÎŞKENCEYÊ HATIYE
 
Orûç anî ziman ku bavê wê her tim di bin îşkenceya dewletê de bûye û got ku her cure îşkence li ser bavê wê hatiye ceribandine û wiha behsa wan rojan kir: "Gundiyan her tim giliyê bavê min dikir. Ji ber van giliyan leşkeran bi sedan caran bi ser mala me de girtin. Xelkê bela xwe ji me venedikir. Ji ber wê nasnameya bavê min a welatparêziyê malbata min her tim di hedefê de bû. Her carê leşkeran bi ser mala me digirt û digotin, 'Abdullah li ku ye?' Ji ber bavê min, her tim gundiyan li qada gund kom dikirin û pirsa bavê min ji wan dikirin. Bavê min nedikarî tiştekî bike. Bavê min ji bo ku debara me bike ji bo kar çûbû derveyî bajêr. Dema ku vegeriya me jê re got ku leşkeran pirsa wî kiriye û ew jî çû qereqolê. Rojekê ew di binçavan de hiştin. Şev û rojekê di îşkenceyê de ma. Roja ku bavê min hat malê laşê wî hemû xwîn bû. Li ser laşê wî dewsa jopan hebû. Gelek zilm lê kiribûn."
 
Orûçê wiha domand: "Rojekê piştre dîsa cerdevanek hat pirsa bavê min kir. Hê ji îşkenceyê têr nebûbûn. Piştre dîsa qereqola Kereşa gazî bavê min kir. Bavê min çû qereqolê. Dema ku ew birin qereqolê hê birînên wî necebirîbûn. Her roj qereqolekê ji bo îfadeyê gazî bavê min dikir. Qereqola Kereşa jî bavê min berda û vê carê jî ji Amedê gazî wî kirin. Ew birin Amedê û li wir jî îşkence lê kirin. Li ser laşê wî naylon helandibûn û tu îşkence nemabû lê nekiribn. Bavê min girtin û salekê di îşkenceyê de ma. Piştî ku hat malê jî îşkence lê kirin. Ew îşkenceya li Amedê careke din li vir jî lê kirin. Di îşkenceyê de diranên wî şikandibûn. Bavê min ji ber ku nedikarî bimeşe û xwe li ser lingên xwe bigire bi helîkopterê anîn gund. Tu zirara bavê min negihiştibû tu kesî. Me nedikarî ew bibe ser bijîşk jî û me bi derfetên xwe ew derman dikir. Ji ber vê îşkenceyê û zordariyê em neçar man û em koçberî Cizîrê bûn. Lê li vir jî bela xwe ji bavê min venekirin."
 
GUNDÊ WAN LI BER ÇAVÊ WAN ŞEWITANDIN
 
Oruçê diyar kir ku ji ber zordestiya dewletê ew bi salan ji bavê xwe dûr mane û wiha domand: "Demsala zivistanê bû û rojekê leşkeran dîsa dora gundê me girt. Dêya min wê demê ducanî bû. Ew kesê ku bavê min di girtîgeha Amedê de îşkence kiribû hatibû. Ji bavê min re got, 'Me daye xatirê hevjîn û zarokên te. Yan na me yê avahiya te hilweşanda û tu dê di bin de bimana' û piştre çûn. Piştre bavê min jî xatirê xwe ji me xwest û got, 'fermana mirina min dane divê ez biçim.' Bavê min çû û du salan xuya nekir. Em neçar man û em dîsa vegeriyan gund. Ez li her derî li bavê xwe digeriyam. Du havîn û du zivistan derbas bûn, min bavê xwe nedît. Min wê demê bavê xwe hembêz kir û çû. Piştre agahî hat û gundiyan got ku wan li cihekî ew dîtiye. Dema min xeber stend ku sax e, wê gavê min lîrand. Careke din dewletê avêt ser gund. Gundî hemû revîn çûn. Piştre di nav wan leşkeran de yekî payebilind hat cem min û ji min re got, 'tu ji ku yî?' Min jê re negot. Gundê me gulebaran kirin û piştre jî gund şewitandin. Ew mal li ber çavê min şewitandin. Mala mamê min jî şewitî. Dema ku şewitî ez li ser derenceyê bûm. Dêya min jî di wî xaniyî de bû. Bang min kir û got, 'her du birayên xwe bibe û here.' Min her du birayên xwe anîn û ez hatim mala xwarziyê xwe. Bi qasî heyvekê ez û birayên xwe li wir man." 
 
SÊ MEHAN EW ÎŞKENCE KIRINE
 
Meryem Orûçê bi lêv kir ku di binçavan de bi cihekî ve daliqandine û îşkence lê kirine û got ku wê hingê rûyê dewletê yê tarî dîtiye û got: "Piştî ku mehek derbas bû dewletê dîsa bi ser malê de girt. Di nav wan de leşkereke payebilind ji min re got, 'Tu ji ku yî?' min jî ji tirsa 'ez hatime nexweşxaneyê.' Piştre destê min ji paş ve girêdan û ez binçavkirim. Dotmama min jî di nav de em 6 kes bûn. Em binçavkirin. Lı navê min dipirsîn, li navê bavê min dipirsîn, lê min nikaribû bersivê bide. Ji ber ku ez ditirsiyam. Dema ez binçavkirim ez 15 salî bûm. Dema ku bavê min çû jî ez 13 salî bûm. Ez birim kirim hucreyekê û hatin ji min re gotin, 'Me bavê te kuştiye agahiya te jê heye?' Min got hûn derewan dikin. Piştre îşkenceya wan dest pê kir. Her roj ez îşkence dikirim. Destê min û lingê min ji ber îşkenceyê werimîbûn. Neynûkê min kişandin. Min dikir qîr û hawar. Hawara min heta Banêxanê diçû. Her roj ez hilawîstim û îşkence li min dikirin. Ez sê mehan di binçavan de mam û di wan sê mehan de bênavber ez îşkence dikirim. Tiliyê min di îşkenceyê de diteqiyan. Yekî payebilind di dema îşkenceyê de ji min re got, 'Bi min re bizewice.' Jinmama min û dotmama min girti birin Amedê, dêya min Zêwe girtin birin qereqolê. Bi carekê re malbata min hemû girtin." 
 
SÊ SALAN JI TIRSA NEÇÛYE SER GORA BAVÊ XWE
 
Orûçê anî ziman ku piştî bavê wê hatiye qetilkirin ew sê salan ji tirsa dewletê neçûye ser gora wî û wiha berdewam kir: "Piştî ku sê mehên min tijû bûn ez berdam. Piştî ku ez hatim berdan, kesekî deriyê mala xwe ji me re venekir. Kesekî nediwêrî ku deriyên mala xwe ji me re veke. Piştre min agahiya mirina bavê xwe girt. Bavê min dema ku dizane ez hatime binçavkirin li pey min tê û tê kuştin.  Dema ku min agahiya mirina bavê xwe girt, ez jî mirim. Bavê min li gund hat definkirin lê min newerî tevlî merasîma cenazeyê wî bibim. Ji ber ku ez ji dewletê ditirsiyam û 3 salan min newêribû biçim ser gora bavê xwe û jê re duayekê bikim. Bavê min bêguneh bû. 7 zarok li pey xwe hiştin û çû. Ma kî dixwaze zarokên xwe bihêle û biçe?"
 
'MIN JIBÎR KIRIBE JÎ XEWNÊN MIN EW JIBÎR NEKIRINE'
 
Orûçê got ku ew kengî leşker û polîsan dibîne heman tiştî his dike û got: "Ez wan rojan tu carî jibîr nakim, yê ku ez girtim ez wan jibîr nakim, yê ku îşkence li min kirin ez wan jibîr nakim. Min jibîr kiribe jî xewnên min ew jibîr nekirine. Roj nîn e ku ez di xew de nebînim. Em bi biratî diçûn, ew bi neyartî dihatin me. Ez wê demê ne bi dergîstî bûma, ez ê biçûma min ê heyfa bavê xwe bistenda. Ji ber wê îşkenceyê hê jî laşê min diêşe. Ez weke seqeta me. Ez heqê xwe li dewletê helal nakim. Dêya min jî gelek îşkence dîtibû û êdî nedikarî li ber xwe bide û di sala 2014'an de xwe kuşt." 
 

Sernavên din

11/04/2023
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir