Gelo li Serhedê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bibe wê tesîrê çawa li encamê bike?

  • rojane
  • 10:17 8 Nîsan 2023
  • |
img
WAN - Li herêma Serhedê di hilbijartina herî dawî de ji 2 milyon 398 hezar hilbijêran 410 hezar kesî dengê xwe bikar neaniye. Heke beşdariya hilbijartinê zêde bibe û kêmbûna dengê îktidarê dê encaman biguherîne û Partiya Çep a Kesk herî kêm 10 parlamenteran bi dest bixe. 
 
Ji bo Hilbijartinên Serokomariyê û Parlamenteriyê ya Giştî ya 2023’an hindik ma. Di hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin de 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dê dikaribin dengê xwe bidin. Dê 9'ê nîsanê (sibe) saet 17.00'an de ji aliyê navendên partiyên siyasî ve wê lîsteyên namzetan pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK)bikin. Di heman demê de serlêdana parlamenterên serbixwe jî bi dawî dibe. Di hilbijartinên berê de, rewşa dengderên bêbiryar û rêjeya beşdariya di hilbijartinan de, di diyarkirina rêveberiya nû de xaleke girîng e. Hîn jî ne diyar e ku aliyên muxalefetê dê çawa dengdêran ango hilbijêran veguhêzînin ser sindoqan, lê heke rêjeya beşdarbûnê zêde be, dibe ku li hin bajaran hejmara parlamenterên hin partiyên muxalefetê biguhere. 
 
LI SERHEDÊ 410 HEZAR KES RAYÊN XWE NEDANE 
 
Herêma Serhedê yek ji wan herêman e ku heke rêjeya dengdanê zêde bibe dibe ku dabeşkirina parlamenteran di navbera partiyan de biguhere. Li bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Agirî, Îdir, Erdexan, Qers, Erzirom û Mûşê yên herêma Serhedê bi her hilbijartinê re hejmara hilbijêrên ku naçin ser sindoqan zêde dibe. Di Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 27’emîn a di 24’ê Hezîrana 2018’an de hat kirin de li 9 bajarên navborî ji 2 milyon û 398 hezar û 125 hilbijêran 410 hezar û 131 hilbijêr neçûn ser sindoqan. Li bajarên Serhedê di heman hilbijartinê de 60 hezar û 12 dengên ku hatine dayîn jî betal hatin dîtin.
 
KARKERÊN DIÇIN METROPOLAN 
 
Tê texmînkirin ku piraniya hilbijêrên navborî ji ber ku di serdema hilbijartinê de li bajarên metropolan di înşaet û karên cuda de dixebitin neyên û naçin ser sindoqan. Her wiha dîsa baweriya bi siyasetê û profîlên namzetan jî faktorên girîng ên kêmbûna rêjeya dengdanê ne.
 
LI WANÊ RRÊJEYA BIKARNEANÎNA DENGAN ZÊDE YE 
 
Li Wanê di her hilbijartinê de bi deh hezaran hilbijêr naçin ser sindoqan. Li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind; Li Wanê di hilbijartinên 2015'an de 114 hezar hilbijêr neçûn ser sindoqan. Di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de ji 639 hezar û 730 hilbijêran 109 hezar û 941 hilbijêr deng nedan. Di van hilbijartinan de 17 hezar û 930 deng nederbasdar hatin dîtin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê di sala 2018’an de bi rêjeya ji sedî 60,77’an 5 parlementer bi dest xistibû. Li aliyê din AKP’ê ji sedî 31,6 dengan 3 wekîl bi dest xist. Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de wê zêdetirî 700 hezar hilbijêr li bajêr dengê xwe bidin. Tê payîn ku ev tablo di hilbijartinên pêşiya me de biguhere. Tê texmînkirin ku Partiya Çep a Kesk a heke rêjeya çûyîna ser sindoqan zêde bibe dê 7 wekîlan bigire.
 
LI COLEMÊRGÊ BI FERQEK PIR HINDIK AKP’Ê MEBÛSEK STEND
 
Li Colemêrgê di hilbijartinên giştî yên sala 2018'an de ji 168 hezar û 438 hilbijêrên qeydkirî 140 hezar û 276 hilbijêran dengê xwe dan. Bi vî awayî hejmara hilbijêrên ku deng nedane bû 28 hezar û 162. Herwiha 4 hezar û 710 deng jî betal hatin ragihandin. HDP'ê 2 mebûs û AKP'ê jî mebûsek hilbijartin. Bi jimartina dengên derveyî welat re HDP'ê bi ferqeke pir kêm mebûsê sêyemîn winda kir. Rayedarên HDP'ê piştî hilbijartinê li dijî sextekariya li hin sindoqan nerazîbûn nîşan dan. Lê belê îtîraz hatin redkirin. 
 
Tê texmînkirin ku piraniya hilbijêrên ku li Colemêrgê neçûne ser sindoqan hilbijêrên Partiya Çep a Kesk in. Tê payîn ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de Partiya Çep a Kesk li bajêr pêşengiyê bike û her sê mebûsên bajêr jî bi dest bixe. 
 
LI AGIRIYÊ DILÊ XELKÊ BI PARTIYA ÇEP A KESK VE YE 
 
Yek ji navendên herî krîtîk ên hilbijartinan Agirî ye. Di sala 2018’an de ji 296 hezar û 375 hilbijêrên qeydkirî 232 hezar û 345 kes çûne ser sindoqan. 64 hezar û 30 hilbijêr neçûn ser sindoqan û 8 hezar deng jî betal hatin dîtin. Bi zêdebûna dengên ji derve re HDP'ê 143 hezar û 885 deng stand û 3 mebûs hatin hilbijartin. Li aliyê din AKP bi 66 hezar û 624 dengan mebûsek hilbijart. 
 
Zêdeyî 300 hezar hilbijêr dê di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Ji ber qutbûnên bi AKP'ê re û pêkanînên paşverû yên Şaredar AKP’yî Savci Sayan, tê payîn ku rêjeya dengên AKP'ê kêm bibe. Heke Partiya Çep a Kesk hilbijêrên ku ji bo dengdanê neçin ser sindoqan qanih bike, teqez tê dîtin ku Partiya Çep a Kesk hemû mebûsan bi dest bixe. 
 
LI MÛŞÊ DENGÊ NAYÊN BIKARANÎN MEBÛSEKÎ DERDIXE 
 
Li Mûşê jî di heman hilbijartinê de ji 228 hezar û 826 hilbijêran 189 hezar û 275 hilbijêr çûn ser sindoqan. 39 hezar û 551 hilbijêr neçûn ser sindoqan. 6 hezar û 238 deng betal hatin ragihandin. 
HDP'ê 102 hezar û 725 deng girt û 3 mebûs bi dest xist. Li aliyê din AKP’ê jî mebûsek derxist. Li navçeyên wekî Kop, Gimbim û Milazgirê ku HDP bi ferqeke mezin bi ser ket, rêjeya beşdariya hilbijêran ji sedî 75 ma.
 
Heke Partiya Çep a Kesk giraniyê bide navçeyên navborî, tê payîn ku encam 4-0 be. Dîsa meyla ciwanên ku cara ewil dengê xwe bikar bînin li ser Partiya Çep a Kesk be vê îhtîmalê xurtir dike.
 
LI BEDLÎSÊ BI 3 HEZAR DENGAN MEBÛSEK WINDA KIR 
 
Li Bedlîsê ji 198 hezar û 961 hilbijêran 33 hezar û 393 hilbijêr neçûn ser sindoqan. 6 hezar û 50 jî betal hat dîtin. Piraniya dengên nederbasdar di sindoqên ku li gundan hatin danîn de derketin. AKP'ê 71 hezar û 151 deng girt. Bi 2 hezar û 555 dengên derve re ev hejmar derket 73 hezar û 706an.
 
Li aliyê din dengên HDP'ê bi zêdekirina dengên derve re di 69 hezar û 965'an de ma. Li gundên Tetwan û Bedlîsê ku wek embara dengan a HDP'ê tê zanîn, rêjeya tevlibûna dengdêran li gorî cihên din zêdetir bû.
 
Di van demên dawî de di nav girseya AKP’ê de qutbûnek cidî heye. Li aliyê din Partiya Çep a Keskan her ku diçe bihêztir dibe. Bi teqez tê dîtin ku Partiya Çep a Kesk dê di 14’ê Gulanê de li Bedlîsê bibe partiya yekemîn û 2 mebûsan derbixe. 
 
PARTIYA ÇEP A KES DIBE KU LI ÎDIRÊ HER DU MEBÛSAN JÎ BIGIRE 
 
Îdir yek ji wan bajarên ku hilbijêr xwe eyan û beyan dike ye. Di hilbijartinên dawî de AKP, MHP, CHP û partiyên din li dijî HDP’ê bûne tifaq. Lê HDP hem di hilbijartinên herêmî û hem jî di hilbijartinên giştî de pêşengiya xwe parastin û bû yekemîn. 
 
Di hilbijartinên 2018'an de ji 119 hezar û 735 hilbijêran 26 hezar û 438 hilbijêr neçûn ser sindoqan. 
2 hezar û 182 deng betal hatin ragihandin. HDP bi 41 hezar û 545 dengan mebûsek derxist. MHP’ê jî bi 22 hezar û 448 dengan mebûsek derxist. Heke Partiya Çep a Kesk rêjeya dengên xwe hinekî zêdetir bike, her du parlamenteran jî bi dest bixe. 
 
GELO LI ERDEXANÊ WÊ ENCAMÊN 7 HEZÎRANÊ DERKEVE HOLÊ? 
 
Li Erdexanê 2 mebûs hene. Di sala 2018’an de ji 69 hezar û 575 hilbijêran 10 hezar û 712 hilbijêr neçûn ser sindoqan. 2 hezar û 189 deng betal hatin ragihandin. AKP bi 21 hezar û 704 dengan mebûsek û CHP’ê jî bi 15 hezar û 115 dengan mebûsek derxist. Rêjeya dengên HDP'ê 13 hezar û 662 ma. HDP di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de li vir bû partiya yekemîn.
 
Di vê hilbijartinê de zêdeyî 70 hezar hilbijêr hene. Diyar e ku Partiya Çep a Kesk di vê hilbijartinê de wê mebûsek bi dest bixe. Heke welatiyên ku li navçeya Golanê ya ku kurd lê dijîn veguhezîne ser sindoqan, bi îhtimaleke mezin dê Partiya Çep a Kesk careke din bibe partiya yekemîn. 
 
LI QERSÊ 2 PARLAMENTER TEQEZ XUYA DIKE
 
Li Qersê ku HDP'ê şaredarî bi dest xist 182 hezar û 194 hezar hilbijêr hebûn. Ji van hilbijêran 34 hezar û 727 kes neçûn ser sindoqan û 4 hezar û 416 hilbijêr jî betal hatin dîtin. AKP'ê 53 hezar û 620 deng girt. Bi hatina dengên derveyî welat re ev hejmar derket 55 hezar û 911’an. HDP'ê 46 hezar û 285 deng girt. Bi 767 dengên derve re ev hejmar derket 47 hezar û 52’an. AKP'ê mebûs û HDP'ê jî mebûsek bi dest xistin. Mîna li bajarên din li Qersê jî gelek di nav AKP’ê de qutbûnek cidî heye. Dîsa tê payîn ku rengê dengê ciwanan Partiya Çep a Kesk be. Bi teqez tê dîtin ku Partiya Çep a Kesk wê di 14'ê Gulanê de hejmara parlamenteran derxe 2'yan.
 
LI ERZIROMÊ TIFAQAN MEBÛSEK BI HDP’Ê DA WINDAKIRIN 
 
Li Erziroma ku yek ji mezintirîn bajarên Serhedê ye wê di 14ê Gulanê de derdora 510 hezar hilbijêr biçin ser sindoqan. Li Erziromê di hilbijartinên giştî yên dawî de 494 hezar û 291 hilbijêr hebûn. Ji van hilbijêran 63 hezar û 177 deng nedane. Ji wan 8 hezar û 297 betal hatin dîtin.
 
HDP'ê di hilbijartina 2018'an de ji ber tifaqan bi dengek pir hindik parlamenterek ji dest da. AKP’ê bi 238 hezar û 941 dengan 4 mebûs; MHP’ê bi 80 hezar û 780 dengan mebûsek û Partiya ÎYÎ bi 35 hezar û 504 dengan mebûsek bi dest xist. Li aliyê din HDP'ê tevî ku 52 hezar û 151 dengan wergirt jî mebûs bi dest nexist. 
 
Heke Partiya Çep a Kesk 70 hezar dengan bi dest bixe dikare bi rehetî mebûsek bi dest bixe. Bi taybetî li navçeyên Qereyazî, Xinûs, Qereçoban û Tatosê ku rêjeya çûyîna ser sindoqan kêm e, heke xelk biçe ser sindoqan dê Partiya Çep a Kesk teqez mebûsek derxe. 
 
BAYÊ 7 HEZÎRANÊ 
 
Li herêma Serhedê wê di 14’ê Gulanê de li 4 hezar û 591 tax û gundan û li 4 hezar û 631 dibistanan bi giştî 9 hezar û 866 sindoq bên danîn. Partiya Çep a Kesk ji bo ku di hemû sindoqan de çavdêr û dilxwazan bicih bike xebatên xwe bênavber didomîne. Li Wanê rêjeya serdestiya sindoqan ji sedî 99, li herêma Serhedê rêjeya serdestiya sindoqan ji %85 zêdetir e.
 
Tê payîn ku hilbijêrên li Serhedê pirsgirêkên weke bêçareseriya pirsgirêka kurd, pêkanînên qeyûman, krîza aborî û zextên tên kirin li ber çavan bigirin û biçin ser sindoqan. Tê payîn ku AKP di dîroka xwe de li vê herêmê dengê herî kêm bigire û Partiya Çep a Kesk jî bigihêje rêjeya dengan a tabloya 7’ê Hezîrana 2015’an û dibe jê wê rêjeyê bibûhere jî. 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

11/04/2023
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir