Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!

img
ENQERE - Di lîsteyên namzetiyê yên AKP’ê ku rêzên ewil dan wezîran de ji Galîp Ensarîoglû yê ji Roboskê re gotibû “Doproskî”, heta Ayşegul Bîçer a anîn ber deriyê HDP’ê, ji Rumeysa Kadak a gotibû “ez bi torpil im” heta Savci Sayan ê bi çekan poz da cih da gelek navan. 
 
 Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 28’emîn dê di 14’ê Gulanê de pêk were. AKP’ê lîsteya namzetên parlamenteriyê ku wê tev li hilbijartinan bibin pêşkeşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin. Di lîsteya namzetan a AKP’ê ya ji 600 kesan pêk tê de tenê 113 jin hene. 
 
Ji bilî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy 15 wezîr ji serê lîsteyan hatin nîşandan. Ji wezîrên berê Farûk Çelîk ji Artvînê, Wezîrê Dadê yê berê Abdulhamît Gul jî ji Dîlokê weke namzet hatin nîşandan. 
 
ENSARÎOGLÛ YÊ JI ROBOSKÊ RE GOTIBÛ ‘DOBROSKÎ’ NAMZET E 
 
Galîp Ensarîoglû yê di serdemên 24 û 26’emîn de li Amedê bûbû parlamenter dîsa ji serê lîsteyê hate nîşandan. Ensarîoglû di Lijneya Giştî ya Meclisê ya di meha çileya 2012’an de ji gotinên Serokwekîlê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan ên “Hesaba Roboskê bidin” re wiha gotibû: “Hesaba Doproskê wê kes nede, em ê hesaba wê bipirsin. Ji roja ewil ve birêz Serokwezîr pişt rast kir ku wê her tiştê Dobroskê bê lêkolînkirin.”
 
BÎÇER A ANÎN BER DERIYÊ HDP’Ê JÎ NAMZET E 
 
Ayşegul Bîçer a di nav koma bi fermana Wezîrê Karên Hundir û organizasyona polîsan anîn ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih digire, ji Amedê di rêza 4’emîn de hate nîşandan. 
 
SELTENATA GOKÇEK Û ARINÇAN
 
Kurê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê yê berê Melîh Gokçek, Osman Gokçek ji Herêma 2’yemîn a Enqereyê ji rêza 5’emîn namzet hate nîşandan, kurê Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç parlamenterê Stenbolê Mucahît Arinç jî ji Manîsayê ji rêza 3’yemîn hatiye nîşandan. 
 
Kurê Serokê Giştî yê damezrînerê MHP’ê Alparslan Turkeş, Tûgrûl Turkeş ê parlamenterê Enqereyê jî ji Herêma 1’emîn a Enqereyê ji serê lîsteyê hate nîşandan. 
 
GOT ‘EZ BI TORPÎL IM’ BÛ NAMZET 
 
Rumeysa Kadak a bi gotina “ez parlamenter im bi torpîl im” wêneyên xwe li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir jî ji Herêma 3’yemîn a Stenbolê ji rêza 6’emîn de weke namzet hate nîşandan. 
 
BI AXAFTINÊN XWE YÊN PIŞTEVANIYA DESTHILATÊ BÛ NAMZET
 
Hûlkî Cevîzoglû yê bi axaftinên xwe yên nêzî desthilatê di rojên dawî de bû rojev û bernameya “Cevîz Kabûgû” pêşkeş dike jî ji Herêma 1’emîn a Stenbolê ji rêza 6’emîn namzet hate nîşandan.  
 
SAVCI SAYAN Ê BI ÇEKAN POZ DAN JÎ DI LÎSTEYÊ DE YE 
 
Savci Sayan ê ji peywîra xwe ya Şaredariya Agiriyê îstîfa kir jî ji Îzmîrê ji rêza 8’emîn hate nîşandan. Sayan ê bi wêneyên bi çek hate rojevê par bi kesên çekên lûle dirêj di destê wan de li kolanên bajêr meşiya bû. 
 
OZALAN Ê BI ‘KULMAN’ TÊ ZANÎN JI ÎZMÎRÊ NAMZET E  
 
Alpay Ozalan ê di Lijneya Giştî ya Meclisê de kul mli parlamenterên CHP’ê dan li Îzmîrê ji rêza duyemîn weke namzet hate nîşandan.  
 
ÇELEBÎ YÊ 3 PARTÎ GUHERTIN DI LÎSTEYÊ DE YE
 
Parlamenterê Îzmîrê Mehmet Alî Çelebî ku beriya niha ji CHP’ê îstîfa kiribû û derbasî Partiya Memleket bibû ji wîr jî îstîfa kiribû û derbasî AKP’ê bûbû ji Herêma 1’emîn a Îzmîrê ji rêza 4’emîn weke namzet hate nîşandan. Erdogan ji hevjîna Çelebî Kezban Merey Çelebî re wiha gotibû: “Kariyera vî karî zarok çêkirine, divê hejmaran zêde bikin. Binêre yên PKK’ê 5, 10, 15 hene.” 
 
Wekîlê Stenbolê yê AKP'yî Ahmet Hamdî Çamli ku di medyaya dîjîtal de bi nasnavê "Yelîz" tê naskirin, ji rêza 16’emîn a Herêma 2’yemîn a Stenbolê bû namzet. Çamli ku weke ajokarê Erdogan xebitî û piştre bû wekîlê AKP’yî, di sala 2017'an de dema ku ji Lijneya Giştî ya Meclîsê bi navê 'Yelîz' weşana zindî dikir hatibû aşkerekirin.
 
PARLAMENTERÊ BI GOTINA ‘NANÊ HIŞK’ HATE ROJEVÊ DÎSA NAMZETE
 
Parlamenterê AKP’ê yê Denîzliyê Şahîn Tîn ê di hevdîtinên budçeya 2020’an ên Lijneya Giştî ya Meclisê de ji gotinên Serokwekîlê Koma CHP’ê Engîn Altay ên “Milet birçî ye, nane hişk dixwe” re bersiva “wê demê birçî nînin” dabû ji heman bajarî ji rêza 2’yemîn hate nîşandan.  
 
BÛRSALÎ YA BI GULEN RE CEM HEV BÛ JÎ NAMZET E 
 
Nûnera ATV’ê ya Enqereyê Şebnem Bûrsali jî ji Herêma 1’emîn a Îzmîrê ji rêza 3’yemîn namzet hate nîşandan. Wêneyê Bûrsaliyê yê dema serdana Pensilvanyayê de bi Gulen re li cem hev kişandibûn bi rojan bûbû rojev. 
 

Sernavên din

16/09/2023
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin