Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn

  • rojane
  • 11:19 12 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Parêzera ELDH’ê Michela Arricale got ku pirsgireka kurd û tecrîd girêdayî hev in û ev tişt anî ziman: “Ji bo birêvebirina pirsgirêka kurd, tecrîda li Îmraliyê weke amûrekî siyasî tê bikaranîn.” 
 
Ji parêzerên Komeleya Parêzerên Demokrasî û Mafên Mirovan ên Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) Michela Arricale ku di Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê de cih digire, têkildarî tecrîda li Îmraliyê, helwesta CPT’yê û û xebatên ji bo dema pêş bi ajansa me re axivî. Arricale got ku Tirkiye ji bo birêvebirina pirsgirêka kurd, tecrîdê weke amûreke siyasî bi kar tîne. 
 
SEPANA TECRÎDÊ YA SÊALÎ
 
Arricale, diyar kir ku pirsgirêka kurd û tecrîd girêdayî hev in û ev tişt anî ziman: “Ji bo birêvebirina pirsgirêka kurd, tecrîda li Îmraliyê weke amûrekî siyasî tê bikaranîn. Tecrîd sêalî ye. Aliyek li dijî Abdullah Ocalan, aliyek li li dijî gelê kurd û aliyê din jî li dijî muxalîfan e. Tecrîda li ser Ocalan tu eleqeya xwe bi hiqûq û pergala cezayê nîne. Bi tevahî hewldaneke tolhildanê ye. Bi tecrîdkirina wî re dixwazin pirsgirêka kurd jî bêdeng bikin. Bi tecrîdkirina civakê re dixwazin civakê nekêr bikin. Anku tecrîda civakî bi bikaranîna tecrîda darazê pêk tînin. Ji ber ku bandora tecrîdê ne tenê li ser girtiyan lê li ser xizmên wan jî heye. Lewma ev tecrîd li parêzer, bijîşk, xizm û hemû hevalên wan tê kirin.” 
 
ABDULLAH OCALAN JI GEL TÊ ÎZOLEKIRIN 
 
Bi domdarî Arricale destnîşan kir ku bi pergala tecrîdê re tê xwestin ku Abdullah Ocalan ji civak û gel were îzolekirin û wiha got: “Tirkiye tenê li welatê xwe mekanîzmaya tecrîdê li ser kurdan û rêberê wan naxîne meriyetê, her wiha di qada navneteweyî de jî ji bo PKK û Ocalan gotina ‘terorîst’ bi kar tîne û zextê lê dike. Bi vê sedemê hewl didin rêberê gelê kurd tecrîd bikin, pirsgirêka kurd îllegalîze bikin û vîna gelê tirk jî li derve bihêlin. Di dema serdanê de tevahiya şandeya me şahidiya vê yekê kir.” 
 
‘TECRÎD, TIŞTEKÎ JI ÎŞKENCEYÊ ZÊDETIR E’
 
Di berdewamê de Arricale daxuyand ku tecrîda li Îmraliyê rewşeke hiqûqî nîne û wiha axvî: “Rewşeke siyasî ye. Sedema vê tecrîda girankirî, tirsa Erdogan e. Ji ber ku Erdogan ji Ocalan pir ditirse. Erdogan hem ji komên neteweperest ditirse hem jî bi astengkirina birêz Ocalan re hewl dide pêşî li ber fikrên wî bigire ku civak jê hay nebe. Ji ber ku rewşa birêz Ocalan tê wateya binpêkirina hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û hemû standartên siyasî ye. Rewşa Ocalan, ji îşkenceyê wêdetir e. Ji ber ku ev du sal in nayê zanîn bê ka dijî yan na. Ji rewşeke îşkenceyê girantir dijî.” 
 
‘DIVIYA CPT’YÊ RAPORA XWE YA ÎMRALIYÊ EŞKERE BIKIRA’ 
 
Arricale, destnîşan kir ku diviya CPT’yê rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bikira û wiha derbirî: “Diviya fikraya duyemîn a xala duyemîn a peymana CPT’yê li dijî îşkenceyê bihata bikaranîn. Heke dewlet destûrê nede jî CPT kengî bixwaze dikare eşkere bike. Ji ber ku Ocalan di tecrîdeke giran de ye û diviya li dijî îşkenceyê ev rapor bihata eşkerekirin. Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê saziyên mafên mirovan. Ji bo pêşxistina bibiryarbûna CPT’yê û parvekirina raporê divê têkoşîneke xurt were dayîn.” 
 
RAPORÊN KU CPT’YÊ BERIYA NIHA EŞKERE KIRIN
 
Arricale, axaftina xwe wiha qedand: “Di demên berê de tevî nerazîbûnên welatan jî CPT’yê raporên xwe eşkere kirin. Weke mînak; li dijî Hollandayê û gelek partiyên siyasî raporên xwe eşkere kir. Anku heke ev rapor eşkere bikira dê tiştekî nû nekira. Divê temamiya vê raporê eşkere bikin.
 
Divê li dijî van binpêkirinên giran ên Tirkiyeyê, hewldanên hiqûqî hebin û zextekî giran li Tirkiyeyê were kirin. Divê hikûmeta tirk standartên hiqûqa mafên mirovan a birêz Ocalan û hemû girtiyan baş bike. Weke komele, partiyên siyasî û enternasyonalîstan; ji bo hemû kesên li dewletên me û saziyên me di vê mijarê de tiştekî bikin em ê wan bidin zorê û vê raporê parve bikin. Ez bi zanebûn dibêjim 'divê em bidin zorê.’ Ji ber ku, dewlet ji ber cihê jeopolîtîk ê Tirkiyeyê van tiştan bi dilxwazî nakin. Tirkiye endama NATO’yê ye û pirsgirêka penaberan li dijî Yekitiya Ewropayê weke şantajê bi kar tîne. Lewma zehmete ku mirov welatên rojavayî li dijî Erdogan qanek bike. Lewma tecrîd ne tiştekî hiqûqî lê siyasî ye. Ji ber ku hiqûq li gel Ocalan e. Kes nikare berevajiya vê îdia bike.” 
 
MA / Sterk Sutçu
 

Sernavên din

12/04/2023
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn