Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe

  • rojane
  • 13:33 12 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku mutalaya Doza Kobanê amadekariya hilbijartinên 14’ê Gulanê ye û got: “Em ê li dijî ku hûn li ser wî kursiyî mudaxileyî hilbijartinê bikin bêdeng nemînin. Em gelê xwe vedixwînin ku vê îktidara faşîst di sindoqan de têk bibe.”
 
Danişîna 24’emîn a Doza Kobanê di roja yekemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê jî di nav de 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji Doza Kobanê tên darizandin. Doz bi îdiaya ku van siyasetmedaran fermana çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê dane hatiye vekirin. Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. 
 
Namzetên parlamenteriyên yên Partiya Çepên Kesk, rêveberên navenda HDP’ê, parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parêzerên endamên ÎHD’ê û OHD’ê danişînê şopandin. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne anîn eywana danişînê û hin siyasetmedarên girtî yên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
JI SEROKÊ DADGEHÊ PARASTINA LEZGÎN: JIYAN KURT E 
 
Parêzer Kemal Akalin bertek nîşanî şandeya dadgehê da û got: “Çima hûn wisa ecele dikin, min hê jî fêm nekiriye.” Serokê dadgehê jî wiha bersiva berteka parêzer da: “Jiyan kurt e.” Danişînê bi vê nerazîbûnê dest pê kir. Serokê dadgehê îfade û belgeyên şahidê veşarî “Yaprak” ku derbarê Ayhan Bîlgen de dabû û li dosyeyê hatine zêdekirin, xwend. 
 
‘ASTA JÊPIRSÎNÊ HÊ NEQEDIYAYE’ 
 
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di danişînê de axivî û têkildarî belgeyên li dosyeyê hatine zêdekirin parastinê kir. Demîrtaş sersaxiyê ji qurbaniyên erdhejê re xwest û dest bi axaftina xwe kir. Demîrtaş bi bîr xist ku derbarê îdiayên Ayhan Bîlgen de biryara neşopandinê hatiye dayîn û serokê dadgehê jî got, “Biryara neşopandinê ji bo me ne delîl e.” Demîrtaş da zanîn ku biryara neşopandinê wek delîl li dosyeyê hatiye zêdekirin û wiha got: “Biryara neşopandinê şandin vê dosyeyê lê div ê dosyeyê de nayê xwendin. Ewraqên hatine em qebûl nakin. Heta niha jêpirsîna me nehatiye kirin. Di danişîna berê de ji bo amadekirina mutalayê we beriyar da. Lê em israra xwe ya ku jêpirsîna bê kirin didomînin. Beriya ku jêpirsîna me bê kirin, mutala bê amadekirin dijhiqûqî ye û kêm e. Çima wê bêyî rizaya me mutala were amadekirin û xwendin. Em dikarin vî bi çi awayî rave bikin.” 
 
‘JI BO HILBIJARTINÊ EYAR DIDIN DOZÊ’
 
Demîrtaş anî ziman ku mutalaya dozê ji bo hilbijartinê hatiye amadekirin û wiha axivî: “Hilbijartin dê di 14ê Gulanê de bê kirin. Hem doza girtina HDP’ê û hem jî Doza Kumpasê ya Kobanê li gorî hilbijartinê hatine eyarkirin. Erdogan di civîna komê de wiha dibêje, ‘Muxalefeta sereke got, gunehê Demîrtaş çi ye? Berpirsiyariya min li hemberî miletê min pir mezin e û 14ê Gulanê di vî warî de xwedî girîngiyeke mezin e’. Rêveberiyek faşîst li pêşberî me ye. Bi awayekî vekirî mudaxileyî darazê dike û vê di pratîkê de nîşan dide. Ev kes dibêje, ‘14’ê Gulanê di vî warî de girîng e û ez bang li gelê xwe dikim. Divê hûn di 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin me da ku ew neyên berdan’. ” Em ê vê yekê weke destwerdana darazê binirxînin? We qet nebihîstiye, we nebihîstiye, we wek heyet ji min bihîstiye. Dibe ku ev teorî rast be, eger agahiya me tune be ku ev kes rasterast destwerdana darazê dike. Erdogan bi xwe bang li endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir û got, ‘Hûn çawa dikarin biryara astengkirina alîkariya xezîneya HDP'ê rakin?’ Gelek endamên AYM'ê diyar kirin ku ji aliyê Erdogan bi xwe ve tên tayînkirin. Lê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn a ku di hiyerarşiya dadgehan de ya herî bi îktidar e, bi lêgerîna çalakiyekê şermezar dike û dibêje, we çima di doza HDP'ê de ev biryar da. Siyasetmedarê ku bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dike û îtiraz dike, gazî 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê nake û tiştek nabêje. Dibêje, ‘divê Demîrtaş hikûm bixwara lê hikûm negirt’. Behsa vê dosyeyê dike. Yanî behsa bendewariyên xwe ji her sê dadgerên li hemberî me re dike. Çawa ku li endamên AYM’ê digere û gotinan ji wan re dibêje, têkildarî vê dadgehê jî pêvajo berdewam dike. Dibêje, ‘niha em şopdarê vê yekê ne’. Em dikarin bi bawer bin ku niha Erdogan şopdarê vê yekê ye.”
 
EM Ê DESTÛR NEDIN KU MUDAXILEYÎ HILBIJARTINAN BÊ KIRIN 
 
Demîrtaş gotinên xwe wiha domand: “Endamên AYM’ê ku niha mudaxileyî vê dosyeya kûmpasê nekirin bi endamên HSK’ê re bi rêya kûmpasê rêxistinê ava kirin û mudaxileyî hilbijartinan dikin. Em li benda wê rojê ne. Gelo ma dinya ji siltan Sulemyan re maye ku ji Tayyîp Erdogan re bimîne? Em soz didin we, hûnê li ser sandalyeya bersûc rûnên. Ji bo ku di girtekan de were nivîsandin viya dibêjim. Ez wesiyeta xwe derbasî girtekê dikim. Ez gilîkirina xwe derbasî girtekê dikim. Her ku we me li vir girt, we sûc kir. We dîktatoriyê ava kir. We mudaxileyî referandûmê, hilbijartinan kir. We daxilî darbeyên siyasî yên herî giran kirin û gel perîşan kirin. Titşa ku hûnê bikin wek dadgeran tevbigerin. Ji hilbijartinan re 33 roj man. Em ê li dijî ku hûn li ser wî kursiyî mudaxileyî hilbijartinê bikin bêdeng nemînin. Hûn kopmloger in. We delîlên sexte xistin dosyeyê. Hûn ew mirovin ku mudaxileyî hilbijartinên serokkomariyê kir û we eşkereyî darbe kir. Tu heqê we tune ye ku me sûcdar bikin. Hûn sûcdar in. Ji bo ku we ji Fahrtîn Altûn, Erdogan û Bekîr Bozdag fermanê girt. Lê em ê li dadgehên serbixwe hesab ji xwe bixwazin. Em gelê xwe vedixwînin ku vê îktidara faşîst di sindoqan de têk bibe. Em gelê xwe vedixwînin xebatan.” 
 
 
 
  
 

Sernavên din

12/04/2023
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn