Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên

  • rojane
  • 09:04 15 Nîsan 2023
  • |
img
BALIKESÎR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Bedrî Arik anî ziman ku li Balikesîrê dest bi xebatên hilbijartinê kirine û aramnca wan ew e parlementerekî bişînin Meclisê. 
 
Partiya Çepên Kesk, armanc dike ku 100 parlementeran bişîne Meclisê û rêjeya wê ya dengan ji sedî 20 be. Ji ber vê li her derên Tirkiye û Kurdistanê dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Partiya Çepên Kesk, di vê çarçoveyê de buroyên hilbijartinê û standan vedike, belavokan belav dike û ji ceynî vê mal bi mal digere. Yek ji van bajaran jî Balikesîr e. Partiyê di 12'ê nîsanê de li navçeya Burhaniyeyê buroya hilbijartinê vekir û li hemû navçeyan dest bi xebatan kir. 
 
Di hilbijartinên 2018'an de li bajêr AKP'ê 5 parlementer, CHP'ê 3 parlementer û Partiya ÎYÎ'yê jî parlementerek şandibûn meclisê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî 36 hezar û 760 ray girtibûn, lê parlementer neşandibûn meclisê. HDP ku li seranserê bajêr ji sed, 4.3'yê dengan wergirtibû, li navçeyên Gomeç, Ayvalik û Edremîtê rêjeya wê ya dengan di ser ji sedî 8'an re bû. Partiya Çepên Kesk, hewl dide ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de vê rêjeyê du qat zêde bike û ji bo vê jî Şevîn Coşkûn, Gul Ertûnan Karaaslan, Canşah Çelîk, Mehmet Aslan, Mehmet Çelîkten, Emîn Fîlîz, Fîkriye Yadirgi, Nevîn Yilmaz Çakaloz û Medîne Çaglayanê kir namzetên bajêr. 
 
BUROYA EWIL HAT VEKIRIN
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Bedrî Arik, têkildarî xebatên hilbijartinê yên li bajêr axivî. Arik bilêv kir ku li bajêr dest bi xebatên hilbijartinê kirine. Arik ragihand ku li Burhaniyeyê buroya hilbijartinê ya ewil vekirine û got: "Em ê li Edremît, Ayvalik û Bandirmayê jî buroyên hilbijartinê vekin. Ji xeynî vê em ê li gor ruhê bajêr, xebatên cuda jî bikin. Em dawiya hefteyê li malan digerin û li bazaran belavokan belav dikin. Her wiha em ê li deverên cuda jî standan vekin. Bi taybetî jî em ê li herêma Korfezê xebatên propagandayê yên bideng bikin. Me dest bi gera xwe ya gundan kiriye." 
 
ARMANC PARLEMENTEREK
 
Arik destnîşan kir ku bajar di warê demografiyê de jî bajarekî dewlemend e û wiha pê de çû: "Çerkez, daxistanî û gelek mirovên ji herêmên din ji ber betaliyê û sedemên cuda koçî bajêr kirine. Her wiha li bajêr elewî jî hene ku doza hevwelatîbna wekhev dikin. Pêwendiya me ya bi van mirovan re pir xurt e. Em ê gelek dengan ji vê derdorê wergirin. Hilbijartina borî me nêzî 40 hezar deng wergirtibûn. Lê niha armanca me em parlementerekîb işînin meclisê. Ger em xebateke baş bikin, em ê karibin parlementerekî bişînin meclisê." 
 
Arik bal kişand ser pirsgirêka ekolojiyê ya bajêr û got ku li bajêr ji bo zêdetirî 600 herêman ruxseta madenê hatiye dayîn. Arik bilêv kir ku perav û deverên çirav ketine ber îmarê û got ku ew Partiya Çepên Kesk bi salan e li dijî vê talanê têdikoşin û di nava tevgera ekolojiyê de xwe birêxistin dikin. Arik destnîşan kir ku ji ber vê ew îşaret bi hêşinparêziyê dikin û got: "Ev reng ne yê dolar, yê xwezayê ye û îşaret bi zindîbûna xwezayê dike." 
 
'EM SOZA GUHERÎNÊ DIDIN'
 
Arik bilêv kir ku bi destpêkirina pêvajoay hilbijartinê re, eleqeya gel a ji bo partiyê jî zêde bûye û got ku ji bo guherînê pêdiviya welêt bi Partiya Çepên Kesk heye. Arik destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk dê mohra xwe li pêvajoya bê bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî partî soza guherî didin. Ji bo vê jî em li benda piştgiriya welatiyan e. Em dibêjin, em ê bi hev re jiyaneke bedewtir ava bikin. Ger em parlementerî bişînin meclisê, ev parlementer dê ne ji bo karên hin kesan biçe Enqereyê. Dê ji bo avakirina jiyana demokratîk tevbigere. Em dixwazin ev bajar jî tevkariyê li guherînê bike."
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

17/04/2023
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê