Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin

  • rojane
  • 10:56 16 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo mitînga li Dusseldorfê peyamek şand û got ku ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ew tu tiştekî qebûl nakin. 

 
Platforma Saziyên Kurdistanê yên li Ewropayê û Yekitiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê bi mebesta protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Azadî ji bo Abdullah Ocalan”,  li bajarê Dusseldorf a Almanyayê mitîng li dar xist. Di serî de Almanya, ji gelek bajarên cuda yên Ewropayê bi hezaran kurdistanî û dostên wan di saetên serê sibehê de berê xwe dan Îstasyona Trênan a Dusseldorfê û tev li mitîngê bûn. 
 
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif li qada mîtîngê axivî. Yûsif bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û diyar kir ku sîstema Îmraliyê di şexsê Abdullah Ocalan de, sîstemek a îşkenceyê ya li ser bi milyonan kurdan e. Yûsif got ku sîstema navneteweyî jî parçeyek ê vê sîstemê ye û wiha pêde çû: “Rêber Apo li Îmraliyê li ser navê mirovahiyê li berxwe dide, li ser navê azadiyê li berxwe dide. Divê gelê kurd xwedî li îradeya xwe derbikeve. Gelê kurd li kudera cîhanê dibe bila bibe, wê bi nasname, ziman û azadiya xwe hebe. Em berxwedan û çalakiyên we silav dikin.”
 
‘YAN AZADÎ, YAN AZADÎ!’
 
Yûsif qala hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê jî kir û ev tişt anî ziman: “Xelkê me yê Bakur divê şev û roj bixebite. Em bi hev re faşîzmê têk bibin. Me gelek berdêl dan, gelek şehîd dan. Em ne poşman in. Me sond xwariye ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin. Têkoşîna me wê bibe azadiya Rêber Apo. Ji bo Rêber Apo yan azadî, yan azadî.”
 
Piştre li ser navê Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan Parêzer Mîlan Martîn axivî û xîtabê girseyê kir.
 
PEYAMA BAYIK
 
Peyama ku ji aliyê Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ve ji bo mîtîngê hatî şandin, hate guhdarkirin. Bayik di peyama xwe de ev tişt gotin:“Gelê me yê bi nirx û dostên me yên rêzdar. Ez we hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Hurmetên xwe raber dikim. Serkeftinê dixwazim. Weke ku hûn jî dizanin di 8’ê Adarê, Newroz û Hefteya Lehengiyê de, dostên me çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de coş û moralek mezin derket holê. Mîtînga we dewam û lûtkeya van çalakiyan e. Ev mîtîng ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wateyek dîrokî ye. Tê zanîn gelê kurd bi Rêber Apo gihişt nasnameya xwe. Gelê kurd bi Rêber Apo têkoşiya. Xwe weke gelek ava kir. Dijminê dagirker û qirker di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd siyasetê dike û qirkirinê didomîne. Tola xwe bi vî awayî ji Rêber Apo digirin. Weke ku hûn jî dizanin li ser gel û tevgera me siyasetek tê meşandin. Dixwazin ku tasfiye û qirkirinê pêş bixin û encamê bigirin. Her çendî ku xwestibin vê yekê pêş bixin jî, Rêber Apo, gerîla û gelê me li dijî vê yekê bi rengekî lehengane rawestiya. Berxwedanek dîrokî raber kir û hîna jî raber dike. Siyaseta ku qirkeran meşand û xwest encam bigirin, vale derxistin. 
ME BI BERXWEDANA XWE DAWÎ LI ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê ANΠ
 
Lê pêvajoya ku em têde derbas dibin, hem girîng û hem jî gelek krîtîk e. Ji ku heke em bixwazin ji vê pêvajoyê encam bigirin, divê her kes li gorî derfetên xwe berpirsyarî bigire û bikeve nava tevgerê. Wê demê em dikarin encamên mezin bigirin. Çarenûsa Tirkiyeyê di vê hilbijartinê de ye, di destê vê tifaqê de ye. Ez bawer dikim ku ev tifaq wê di vê hilbijartinê de hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê tevan, rolê xwe yê dîrokî bîne cih. Ev tifaq û hêzên demokrasiyê hemû divê dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin. Ji ber ku me bi berxwedan û têkoşînê dawiya wan anî. Di van hilbijartinan de jî, divê ev tifaq vê yekê temam bike. Rêber Apo li dijî dagirkerî û qirkirin, tifaqa Lozanê û komploya navneteweyî di bin şert û mercên gelek giran de, li berxwe da. Ev berxwedan û têkoşîna Rêber Apo gelê kurd, dostên wê, jinên Kurd, sosyalîst û demokrat pêş xist.
 
GELÊ KURD ÊDÎ NAXWAZE BI LOZANÊ RE BIJÎ
 
Em di 100’emîn tifaqa Lozanê de ne. Tê zanîn ku siyaseta înkarê bi vê tîfaqê li ser gelê me jenosîdê domand û didomîne. Rêber Apo, PKK û gelê kurd bi têkoşîna xwe tifaqa Lozanê têk bir. Bê wate hişt. Gelê kurd êdî naxwaze bi Lozanê re bijî, dixwaze azad bijî. Biryara vê yekê daye. Êdî divê her kes vê biryara gelê me qebûl bike. Gelê kurd di dîroka xwe de her tim li hemberî qirker û dagirkeran têkoşiyaye. Kêngê derfetê dîtiye, têkoşiyaye. Qirker û dagirkeran jî êrîşê gelê me û têkoşîna wan kirin. Êrîşê tevgerên ku têdikoşe û serokên wan kirin. Hinekan îdam kirin. Hinek avêtin zîndanan. Hinek jî sirgûnkirin. Piraniya gelê me îdam kirin, avêtin zîndanan û sirgûn kirin. Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Şêx Abdusselam Barzanî… Van di dîrokê de ji bo gelê kurd ked dan û têkoşiyan. Çawa ku di dîrokê de van rêberan îdam kirin, xwestin Rêber Apo jî îdam bikin. Lê vê yekê nekarîn bidin ber çavên xwe. Ji ber ku Apo di dilê gelê kurd de cih girtibû. Bi mîlyonan kes Apo qebûl kirin û bi siyaseta ku wî pêşxistiye, têdikoşe. Felsefe, raman û îdeolojiya siyasî ya Apo ne tenê ji bo gelê kurd e, li qada navneteweyî jî tê qebûlkirin. Sedema îdam nekirina Rêber Apo jî ev bû. Bi mîlyonan mirov xwedî li wî derdikeve. Kesên mîna Rêber Apo hem di dîroka gelê kurd û hem jî dîroka mirovahiyê de kêm in.
 
JI XEYNÎ AZADIYA RÊBER APO TIŞTEK DIN QEBÛL NAKIN
 
Zêdeyî 50 sal in têdikoşin. Ev têkoşîn bêyî navber didome. Bi xet û paradîgmaya Rêber Apo pêş ket. Ji ber ku ew paradîgma, Paradîgmaya Neteweya Demokratîk e. Ew paradîgma, paradîgmaya çareserkirina pirsgirêka hemû gelan e. Ew paradîgma civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digre. Çarçoveya vê paradîgmayê Konfederalîzma Demokratîk e. Apo û gelê kurd bûne yek. Êdî kes nikare wan cihê bike. Gelê me her tim dibêje, ‘Bê Serok Apo jiyan nabe’. Ev jî heqîqeta Apo û gelê kurd îfade dike. Apo 24 sal in di zîndana Îmraliyê de ye. Di bin tecrîd û wehşeteke mezin de ye. Ev du sal in agahî jê nayê girtin. Em nizanin rewşa wî çiye. Rewşa Apo sedema mezinkirina têkoşîna me ya azadiyê ye. Ji ber vê yekê divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin. Bila êdî her kes bizane, ji xeynî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tiştek din qebûl nakin. Gelê kurd û dostên wan, jinên Kurd, ciwanên Kurd bi hemû enerjî û qeweta xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin û ji niha pê ve jî wê têkoşînê mezintir bikin. Heta ku encam ji têkoşîna ku bi salan in didome, bigrin wê her dewam bike. Rewşa ku Apo tê de ye, ji bo me her kesî li her derê sedema pêşxistin û mezinkirina têkoşînê ye. Divê em qadeke mezin a têkoşînê ava bikin ku bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin. Ez bang hemû rewşenbîr, hunermend, saziyên sivîl, şoreşger, demokrat û hêzên sosyalîst dikim. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erk û berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Ji bo ku ev têkoşîn di qadên navneteweyî, siyasî, dîplomasî û hiqûqî de mezin bibe, divê têbikoşin. Bila CPT, Konseya Ewropayê, Yêkitiya Ewropayê, hiqûqa navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî erk û berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Ez mîtînga we silav dikim. Serkeftinê dixwazim.”
 
Piştre Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad, li ser navê Yêkitiya Hêzê Esra Guler, Hevserokê KCDK-E’ê Yuksel Koç, li ser navê TJK-E’ê jî Ayten Kaplan gel silav kirin û axivîn. Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû.
 

Sernavên din

17/04/2023
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê