Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin

  • rojane
  • 11:26 17 Nîsan 2023
  • |
img
WAN - Ciwanê bi navê Erhan Gorur li Wanê di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin. Danişîna biryarê ya dozê sibe tê lidarxistin. Parêzer Ebrû Demîrtepe got ku hewl didin dosyayê bi polîtîkaya necezakirinê bigirin û banga tevlibûna danişînê kir. 
 
Ciwanê bi navê Erhan Gorur (20) di 14’ê hezîrana sala 2020’an de li navçeya Elbak a Wanê di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin. Têkildarî mirina Gorur doz hatibû vekirin û Serpêl Yasîn Erkoç bi tawanbariya “Kuştina bi xeletî” tê darizandin. Danişîna biryarê ya dozê dê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê were lidarxistin. Di danişîna dawî de dozger xwestibû ku sûcê leşkerê bersûc di çarçoveya “parastina rewa” de were nirxandin û diyar kir ku divê ji ber vê sedemê jî biryara “Ceza nayê dayîn” were dayîn. Parêzera Gorur, Ebrû Demîrtepe jî xwest ku bersûc bi sûcê “Kuştina bi qesdî” were cezakirin. Parêzer Demîrtepe, têkildarî pêvajoya dozê bi ajansa me re axivî. 
 
HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN
 
Demîrtepe, diyar kir ku diviyabû têkildarî bûyerê gelek kesên gumanbar bihatina darizandin lê doz tenê li leşkerekî hate vekirin. Demîrtepe, axaftina xwe wiha domand: “Di îdianameyê de ji bo leşkerê bersûc neyê cezakirin, dihat gotin ku bersûcî bi teqezayî û bi sedemeke guncav Gorur kuştiye. Di pêvajoya dozê de jî di serî de daxwaza me ya lêkolîna cihê bûyerê, hemû daxwazên me yên ku dê derxista holê ku Gorur bi zanebûn hatiye kuştin hatin redkirin. Ji helwesta dadgehê diyar e ku dixwazin leşkerê bersûc ceza nekin.” 
 
Bi domdarî Demîrtepe destnîşan kir ku di dosyayê de gelek kêmanî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin dosyayê di çarçoveya polîtîkaya necezakirinê de bigirin. 5 gule li laşê Gorur ketine û ji van guleyan 2 jê li cihê ku yekser dikuje ketine. Bi giştî 12 berikên guleyan hatine dîtin. Bersûc dibêje ku piştî hişyariya ‘raweste’, bi awayekî ketober gule reşandine. Ev bersûc bi sala ye li herêmê leşkeriyê dike û li herêmê dixebite. Ev yek nîşan dide ku di bûyereke rewşeke qesdî heye. Di rewşên wiha de divê çek herî dawî were bikaranîn. Divê ew jî ji bo girtina şexs were bikaranîn. Lê belê bêyî ku bi amûrên guncav hişyar bikin û tevî ku dûrbîna şevê hatiye bikaranîn jî, li şûna wan kesan bidin sekinandin, yekser derbê mirinê lê xistine û kuştine.”
 
'POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ MIRINAN ZÊDETIR DIKE’
 
Di berdewamê de Demîrtepe got ku leşker ji ber “qaçaxçitiyê” çûne herêmê û ev tişt anî ziman: “Bersûc bêyî ku vê rewşê li ber çavan bigire, raste rast û bi zanebûn gule li Erhan reşandine û bûye sedema mirina wî. Di sala ku Erhan hatibû kuştin de li ser sînorê Wanê 12 kes ji hêla leşkeran ve hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn. Ji vê yekê diyar dibe ku leşker li bajarên kurdan ne ji bo girtina kesên qaçaxçitiyê dikin lê ji bo kuştina wan tevdigerin. Ev bûyer, ne bûyerên jirêzê ne. Di esasê xwe de encama polîtîkayekê ne. Yek ji mînakên wê jî Roboskê ye. Bêguman yek ji sedemên van mirina jî, polîtîkaya necezakirinê ya di darazê de ye. Kesên biunîforma yan qet nayên darizandin an jî kiriyariyên wan di çarçovaya ‘parastina rewa’ de tên nirxandin. Ev bersûc bi polîtîkaya necezakirinê tên xelatkirin. Lê heke ji bo bersûcên leşker û polîs cezayên giran bihatina dayîn, dema çeka xwe bi kar di anîn dê gelek bifikiriyan û piştre bi kar bi aniyan.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ
 
Demîrtepe, herî dawî jî ev bang kir: “Daraz, leşker û polîsên bersûc diparêze. Ji helwesta dadgehê û pêşveçûna dosyayê xuya dibe ku dê heman polîtîkaya necezakirinê di vê dosyayê de jî bidome. Lê tevî vê helwesta darazê jî, weke parêzerên OHD’ê em ê ji bo kesên bi unîformayên hêzên ewlekariyê sûcan dikin ceza bigirin a ji destê me tê bikin. Heta ku ceza li leşkerê bersûc tê birîn jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. OHD, ÎHD, Baroya Wanê, Navenda Hafizeyê û gelek saziyên rêxistinên civaka sivîl ên neteweyî û navneteweyî vê dozê dişopînin. Danişîna biryarê ya dosyayê dê di 18’ê nîsanê saet di 09.15’an de were lidarxistin. Banga me ji bo hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk û raya giştî ew e ku tev li danişînê bibin.” 
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

26/09/2023
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin