Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin

  • rojane
  • 16:27 22 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş xwest ku girtiyê nexweş Abdulvahap Kavak were berdan ku bi meha ye nabin kontrolê. 
 
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, careke din hate ba hev. Di hefteya 450’an a çalakiyê de endamên înîsiyatîfê li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Çalakvanan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser girtiyê nexweş Abdulvahap Kavak ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. 
 
'ODEYA WÎ BÊYÎ DAXWAZA WÎ GUHERANDIN’
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî xwend û wiha got: “Kavak, bi nexweşiyên dil, tansiyon, kolesterol, bêhnkurt, alerjî, ulseratîf kolît, ba, nodul a di qirikê de û kêmbûna hesin û kalsiyumê ketiye. Raporên têkildarî van nexweşiyan hene lê tevî vê yekê jî, di 12.01.2023’yan de odeya wî bêyî daxwaza wî hatiye guherandin. Ro, li odeya wî ya nû naxe lewma hem sar e û hem jî rûtubetê girtiye. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser nexweşiyên wî dike. Ji bo guherandina odeyê serlêdan kiriye lê ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Di hefteya ewilî ya meha çileyê de nexweşiya wî giran bû û mehekê nekarî ji nav nivînan derkeve lê tevî vê jî nebirin cem bijîşk. Hefteyek piştre li gel ku dîsa daxwaz kir jî mudaxale nehat kirin. Peywirdarên revîrê di 01.02.2023’yan de hatin û ji bo şewba Covîd-19’ê nûmûne wergirtin. Di 02.02.2023'yan de jî ji ber nexweşiyeke din rakirin nexweşxaneyê û di dema vegerê de jê re hate gotin ku bi Covîd-19’ê ketiye. Ji ber nexweşiyên dil, tansiyon, bêhnkurt û nexweşiyên kronîk, daxwaza dermanan kir lê jê re hate gotin ku dê daxwazên wî pêk neyînin. Di 03.02.2023’yan de ji bo dozgeriyê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar daxwazname nivîsand û li ser vê yekê hindik jî be Vîtamîna B, Vîtamîna C û Coraspîn jê re hate dayîn.”
 
JI BO EMELIYATÊ NIKARE RANDEVÛYÊ BIGIRE
 
Turgut, bi domdarî da zanîn ku di çavê Kavak de katarakt heye û divê were emeliyatkirin û wiha pê de çû: “Divê mercekê bêxin çavên wî. Divê merceka xwedî taybetiya sêmend were dayîn. Lê dewlet vê mercekê pêşwazî nake lewma malbatê kiriye. Fîrmaya têkildar jî merceka behsa xeberê mehek berê radestî nexweşxaneyê kiriye. Ev meheke hem bi devkî û hem jî bi daxwaznameyê ji rêveberiya girtîgehê re dibêje ku ji bo emeliyatê divê randevû were girtin. Lê heta niha jî tu agahî pê re nehatine parvekirin. Kavak, dibêje ku roj bi roj çavên wî xeratir dibin lewma her ku bi demê re tê vehêlandin, dê mercek jî bi kêr neyê. Her wiha dibêje ku bi taloqkirina emeliyata wî re tedawiya wî tê astengkirin.” 
 
'TEHLIYEYA WÎ HATE ASTENGKIRIN’
 
Turgut, herî dawî jî ev agahî dan: “Divê ji ber nodulên di dil û qirika Kavak de bi awayekî rêkûpêk li nexweşxaneyê were kontrolkirin lê bi mehaye nebirine nexweşxaneyê. Bi ser kontrola ulseratîf kolîtê re 3 meh derbas bûne. Ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk divê her tim dermanan bi kar bîne lê ji ber ku bijîşk gelemperî di roja sêşemê de tê revîrê, dema di rojên çarşem û pêncşemê de dermanên wî xelas dibin, heta hefteyeke din nikare dermanan bide nivîsandin. Ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk gelek dermanên cuda bi kar tîne, dermanên wî di demên cuda de diqedin û ji ber vê yekê jî hema hema her hefteyê bi rêya daxwaznameyan dermanan dixwaze. Ji roja ku odeya wî hatiye guherandin heta niha jî bi zorê bêhnê distîne. Ji ber ku hevalekî wî cigareyê dikêşe, ev yek nexweşiyên wî yên bêhnkurtê û dil girantir dike. Kavak dibêje ku divê tavilê li odeyeke royê dibîne were veguhestin. Her wiha tehliyeya Kavak bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve hate astengkirin. 
 
Divê Kavak tavilê li odeyeke ku ro yê dibîne were veguhestin û astengiyên li pêşiya tedawiya wî bên rakirin. Ji ber ku rewşa wî giran e û nikare di girtîgehê de bimîne, divê tavilê were berdan.” 
 

Sernavên din

22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin