Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin

  • jin
  • 14:51 24 Nîsan 2023
  • |

ŞIRNEX - Li Silopiyayê mîtînga jinê ya bi dirûşmeya “Dîsa jin, dîsa jiyan” bi coşeke mezin hat lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di mîtîngê de axivî, got: "Em ê  li hemberî siyaseta yekzilamî siyaseta jinê pêş bixin. Em jin natirsin, em ê hesab bipirsin.”

 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li qada Newrozê bi dirûşma, "Dîsa jin, dîsa jiyan" mitîng hat lidarxistin. Parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr, Partiya Mirov û Azadiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek û bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn. Koma Jin Ma û Kardeş Turkuler jî tevlî mîtînga jinan bû. 
 
Qada mîtîngê bi filamayên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. Her wiha pankartên “Dayikên Botanê bi tilîliyên xwe, dê texta zalîman hilweşîne” û “Bi rihê Sêvê, Fatma û Pakizeyan em ê pergala desthîlatdar biguherînin” li qadê hate daliqandin. 
 
Jinan ji du nokteyên lêgerina polîsan derbas bûn û bi cil û bergên xwe yên gelerî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" herikîn qadê. Jinan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Tayîp Îstîfa” û “Şehîd namirin” berz kirin. Di mîtîngê de zêdebûna jinên ciwan bal kişand. 
 
AZADIYA JINÊ
 
Di mîtîngê de ewilî namzetên Partiya Çepên Kesk yên Şirnexê axivîn. Namzet Newroz Ûysal, diyar kir ku heya jin azad bibe wê têbikoşin û got: “Em îro bi rihê Sêvê, Pakize û Fatma li vir in. Têkoşîna wan tim dê bijî. Wekî birêz Abdullah Ocalan gotiye 'Heta jin azad nebe civak azad nabe'. Ji bo ku em bikaribin jinê azad bikin hilbijartinê de dengên xwe bidin xwe.”  
 
‘EM Ê WEKÎ LEHIYÊ BIHERIKIN QADÊ'
 
Namzet Ayşegul Dogan jî diyar kir ku 14’ê Gulanê ne tenê hilbijartinekê ye û got: “Dîrok, çîrok, nirx û rûmeta me yeke. Divê em jinên Botanê di hilbijartinê de wek lehiyek biherikîn û xwedî li sandoqên xwe derbikevin. Ji bo azadkirina zindanan, ji bo sirgûnê re bi dawî bînin, ji bo xwedî li nasname û hebûna xwe derbikevin em ê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” wek lehî biherikîn sandiqan”
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî diyar kir ku ev hilbijartin hilbijartina hesab pirsînê ye û destnîşsn kir ku divê hemû kes xwedî li dengên xwe derbikeve. 
 
YEKÎTÎ
 
Ji Partiya Mirov û Azadiyê Rûmeysa Gulmez jî axivî û balê kişand ser tifaqa gelan û got: “Gelê Kurd bi salan in bi zilmê re rêbirû in. Divê em kurd tifaqa xwe çêbikin û li dijî zilmê hemû cudahî baweriyên xwe bidin aliyekî û bibin yek. Em ê bi yekitiyê ser bikevin.”
 
Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku ew ê destkeftiyên xwe biparêzin û wiha axivî: “Jin hertim di hedefê de bûn. Pergala me ya hevserokatî hat hedef girtin. Hevalên me yên sîyasetmedar hatin hefef girtin. Li Silopyayê Sêvê, Pakize û Fatma hatin hedef girtin û bi hovane hatin qetîl kirin. Dayika Taybet bi rojan cenazeyê wê li kolanê ma. Her wiha bi sedan jinên sîyasetmedar li zindanan dîl hatin girtin. Ji ber ku ew hevalên jin li hemberê vê pergala mêrperest azadiya jin û civakê parastin. Em silavên xwe ji hemû sîyasetmedaran re dişînin. Ji sala 2015 an wê de deskeftiyên me di bin hedefa wan de te. Siyasetek qirêj li ser botanê dan meşandin lê gelê botanê li hemberê wê dîyaseta qirêj li ser piyan in. Di vê hilbijartinê de em ê deskeftiyên xwe biparêzin û peymana Stenbolê dîsa xemrî bikin.”
 
SIYASETA JINÊ
 
Herî dawî jî Çigdem Kiliçgun Uçar axivî û destnîşan kir ku em ê deskeftiyên xwe biparêzin û got: “Li hemberi siyaseta yek zilamî em ê bi sîyaseta xwe bi ser bikevin. Pergala Hevserokatiyê ku bi têkoşînek mezin hatiye bidest xistin di bin hedefê de ye. Yê ku li hemberê faşîzma AKP’ê MHP’ê dengê jinan berz kiriye, yê ku têkoşîna jinan re xwedî derketiye em in. Jin di her qadên civakî de li qadê nin û deng û rengê xwe nîşan didin. Di van qadan de jî jinan peyama xwe ya 'Jin natirsin hesab dipirsin' berz kirin. Li hemberî zagonên ku îstîsmara li dijî zarokan rewa dike û li dijî rakirina Peymana Stenbolê, jin li qadê ne.”
 
'EM Ê TECRÎDÊ RAKIN'
 
Çîgdem, balê kişand li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û got: “Di şexsê Îmraliyê de li ser hemû qadên civakî de tecrîdek girankirî heye. Ev tecrîd heya ku ji holê ranebe aştî û çareseriyek nayê vî welatê. Em ê bi jinan bi hev re vî tecrîdê ku li pêşiya aştî û demokraasiyê asteng e rakin.”
 
WEZARETA JINÊ
 
Çîgdem, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî tundî û qetîlkirin û deskeftiyên xwe bi rêve bikin em ê Wezareta Jinê ava bikin. Li dijî edaleta mêr û polîtîkayên bêceza hiştinê em ê Dadgehên Îhtîsasê ya Jinê ava bikin. Her wiha 8’ê Adarê ji bo jinan em ê bixin betlaneya fermî. Gelek armanc û hedefên me yên bi vî şiklî hene. Em ê bi ser kevin û pêk bînin.”
 
Piştî axaftinan Koma Jin Ma û Kardeş Turkuler derket ser dike û stranên xwe gotin.
 
 

Sernavên din

05/10/2023
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin