Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye

  • rojane
  • 16:09 26 Nîsan 2023
  • |
img
AMED- Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di hevdîtina gel a Partiya Çepên Kesk de axivî û wiha got: “Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye. Dê dawiya we jî mîna ya FETO’yiyan be.” 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Rezanê bi gel re hevdîtin kir û bûroya hilbijartinê vekir. Namzetê parlamenteriyê yê bajar û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, namzeta bajêr Adalet Kaya, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî tev li hevdîtinê bûn. 
 
‘DÊ NEKARIN PÊŞÎ LI KURDAN BIGIRIN’
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û ev tişt anî ziman: “Me got em ê xwe bigihînin 2 milyon kesan û me xwe gihandê jî. Ji Colemêrgê heta Stenbolê xwedîderketineke mezin ji bo partiya me heye. Operasyoneke siyasî li dijî partiya me hate kirin lê çi bikin jî dê nekarin pêşî li ber têkoşîna gelê kurd bigirin. Dê di 14’ê Gulanê de têk biçin lewma wiha dikin. Em li Amedê soza xwe dîsa dubare bikin; li Amedê em ê 12 parlamenteran û bi giştî jî herî kêm 100 parlamenteran derxînin. Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin.” 
 
Di dema axaftina Ceylan de girseyê gelek caran dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” berz kir. 
 
‘EM Ê TECRÎDÊ TÊK BIBIN’
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya jî bi bîr xist ku ji bo hilbijartineke demekî kin maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî pergala zextker rojên xwe yên dawî dijî. Lewma hîn bêhtir êriş dike. Hûn hêzê didin me. Di 14’ê Gulanê de em jin dê dawî li vê pergala yekperest a faşîst bînin. Dê bi destê gelê kurd ê tu caran serî natewîne dawiya wan bînin. Ev pergala dijminatiyê li jinê dike dixwaze ku em weke xulamên mêran bijîn. Me ev yek tu carî qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Ji gotina me û têkoşîna azadiyê ditirsin. Lê em ê dev ji têkşîna xwe bernedin. Dê Ayşe Gokkan, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û tevek azad bibin. Me li her deverê dirûşma ‘Jin, jiyan azadî’ berz kir û dê li meclisê jî berz bikin. Em ê dawî li polîtîkayên tecrîdê û xizantiyê bînin.” 
 
‘DÊ DAWIYA VAN JÎ MÎNA YA FETO’YIYAN BE’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî operasyonên FETO’yê yên di bin navê “KCK’ê” de pêk anîn bi bîr xist û wiha derbirî: “Pergala wan tune bû, niha jî operasyonên nû kirin. Dixwazin bi vî awayî bikevin hilbijartinê. We di nava 8 salan de tiştek bi dest nexist û dê niha jî bi dest nexin. Hûn dê di 14’ê Gulanê de tune bibin. Di destê we de kelemçe û di destê de me de jî kolan û berxwedan hene. Ev berxwedan her roj mezintir dibe. Kêmek ma ye û hûn dê li dadgehan hesabê bidin gelê kurd. Hûn çete ne û diz in. Gelê me dê di 14’ê Gulanê de li dilê kurdan Amedê bersivê bide. FETO’yiyan digot ‘her tişt di destê me de ye, em operasyonên KCK’ê baş dizanin û hiqûq jî em in.’ Lê niha tevek jî di hundir de ne. Dê dawiya van jî mîna ya FETO’yiyan be.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA CHP’Ê DA
 
Ozturk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Du tifaqên me hene. Yek Tifaqa Ked û Azadiyê û ya din jî Tifaqa Demokrasiyê ya Kurdistanê ye. Rêya me Rêya 3’yemîn e, rêya azadiyê ye. Tifaqeke me bi CHP’ê re tune ye. Hûn dijminên kurd û Kurdistanê ne. Ewqas hevalên me hatin binçavkirin lê hêj jî tu daxuyanî nedane. Derewan nekin, em cihê we jî pir baş dizanin. Heta ku ev zîhniyeta we bidome, dê li Kurdistanê bo we deng tune bin.”
 
Piştî axaftinan jî bi tevlibûna Dayikên Aştiyê bûroya hilbijartinê hate vekirin. Vekirina bûroyê bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

07/10/2023
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn