Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn

  • rojane
  • 15:30 29 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windakiriyan di çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” ên li Amed, Êlih û Îzmîrê de faîlên Cemal Kavak ê hatibû qetilkirin, Kadrî Yilmaz ê di bin çavan de hatiye windakirin û ermenên windakirî pirsîn. 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyan de aqûbeta Cemal Kavak, Kadrî Yilmaz û ermenên windakirî hate pirsîn. 
 
AMED 
 
Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan ên Amedê di hefteya 742’yan de jî çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezanê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemal Kavak hate pirsîn ku di sala 1996’an de hatibû windakirin. 
 
Di çalakiyê de ji ewil Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û wiha got: “Erdnîgariya em lê dijîn, erdnîgariya miriyên bêgor e. Dema Tayyîp Erdogan bûy serokwezîr, soz dabû xizmên windakiriyan. Lê ev soza xwe pêk ne anî. Her wiha xizmên windakiriyan li Qada Galatsarayê ya Stenbolê hatin binçavkirin. Windakirina mirovan ji destpêka damezirandina komarê heta niha weke polîtîkaya Îttîhat û Terakiyan tê domandin. Windakirina di bin çavan de polîtîkayeke dewletê ye. Tirkiye, peymana li dijî windakirina bi darê zorê îmze nake. Heke îmze bike, dê demborîn ji holê rabe. Dosyayên kesên windakirî li dozgeriyê ne. Piştî 20 salan dikevin ber demborînê û dosya tên girtin. Heta ku aqûbeta kesên windakirî tê zanîn ku em ê li qadan li ber xwe bidin.” 
 
SERPÊHATIYA CEMAL KAVAK
 
Piştre jî Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Amedê Guneş Ozel serpêhatiya Cemal Kavak xwend. Ozel, wiha got: “Li Dadgeha Bacê ya Amedê weke memûr dixebitî. Endamê Yargi-Sen’ê bû û xebatên sendîkayî dimeşand. Di 24’ê nîsana sala 1996’an de li qehwexaneyê bi hevalên xwe re dema xwe derbas kir û piştre derdora 23.00’an de ji bo biçe mala xwe, li otobûsa Deriyê Çiyê-Îskanevlerî siwar bû. Herî dawî li rawestgeha Kuruçeşmeyê ji mînîbûsê paya bû û li wir ji hêla hevalên xwe E.Y. û S.Y. ve hate dîtin. Wê şevê venegeriya malê û roja piştre jî neçû kar. Li ser vê yekê malbata wî li ser Amîrtiya Qereqola Rezanê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re ragihand ku Kavak winda ye û tu agahiyan jê nagirin. Lê belê derheqê Cemal Kavak de tu agahî nehatin bidestxistin. 
 
CENAZEYÊ WÎ LI NÊZÎ NOQTEYA KONTROLÊ HATE DÎTIN 
 
Hemû hewldanên hiqûqî yên ji bo Kavaka bêencam man. Malbata wî di 26’ê nîsanê de bihîst ku hinek cenazeyên nasnameyên wan nediyar anîne morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Li ser vê yekê çûn morgê û cenazeyê wî teşhîs kirin. Di girteka lêkolîna cihê bûyerê de wiha hatibû nivîsandin; ‘cenazeyê Cemal Kavak li nêzî gundê Yuvacik ê navçeya Çinar a Amedê, li kêleka rêbeja Amed-Bismilê  di nava qamirgehan de hate dîtin. Bi têlê hatibû xeniqandin û têl bi stûyê wî ve hebûn.’ Ji cihê Kavak lê hatiye qetilkirin mirov bi kîjan alî ve biçe jî herî kêm divê mirov ji du sê noqteyên kontrolê derbas bibe. Her wiha cenazeyê Cemal Kavak ji devereke pir dûrî cihê herî dawî lê hatiye dîtin hatiye dîtin. Ev yek nîşan dide ku Kavak, yek ji qurbaniyên cînayetên kiryarnediyar e ku bi darê zorê hatiye windakirin. 
 
TIRKIYE LI DMME’YÊ HATE MEHKÛMKIRIN
 
Têkoşîna hiqûqê ya malbatê her berdewam kir. Parêzerê malbatê li Dadgeha Îdareyê ya Amedê li dijî dewletê doza tazmînatê vekir. Lê encamek ji dozê derneket. Li ser vê yekê jî di 4’ê tebaxa 1999’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di 6’ê tîrmeha 2006’an de biryara binpêkirina mafê jiyanê da. Her wiha Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir. Çend sal bi ser re derbas bibin jî em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo Cemal Kavak û hemû windakiriyan bernedin.”
 
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 578’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê civiyan. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadrî Yilmaz hate pirsîn ku di nîsana sala 1994’an de hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin. 
 
Serpêhatiya Yilmaz, ji hêla Endamê MYK’a ÎHD’ê Zekî Tanguner ve hate xwendin. Tanguner bal kişand ser gotinên malbatê û ev tişt anî ziman: “Kadrî Yilmaz li Amedê dima. Di nîsana sala 1994’an de ji bo daweta xizmê xwe mabû. Dawet, li navçeya Rezanê hatibû kirin û polîsan bi ser dawetê de girt. Li vir Yilmaz, birayê wî û 3 kes binçav kirin. Rojek piştre jî birayê Yilmaz jî di nav de 4 kes hatin berdan.  Malbatê ji bo Kadrî Yilmaz ku li pêş çavên bi sedan kesan hatibû binçavkirin, serî li hemû saziyên fermî da lê tu encam jê negirtin. 8 roj piştî bûyerê jî xizmên wan ên li Liceyê rûdiniştin diyar kirin ku leşkeran 3 cenaze danîne mizgeftê û piştre jî li kora ku li baxçeyê YÎBO’yê ku weke qişleya leşkerî dihat bikaranîn defin kirine. Malbatê ji parçeyeke cil û bergên cenazeyên anîn mizgeftê cenazeyê Yilmaz teşhîs kirin. Lê belê cenaze nedan malbatê. Kadrî Yilmaz hêj jî winda ye û cenazeyê wî nehatiye dîtin.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” ku du hefteyan carekî li dar dixe, li pêşiya Seumerbank a Kevin ya Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkevin” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta ermenên di bin çavan de hatine windakirin hate pirsîn. Daxuyanî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê parêzer Alî Aydin ve hate xwendin. 
 
Aydin, anî ziman ku ji bo bîranîna rewşenbîrên ermen ên stenbolî ku di 24’ê nîsana 1915’an de ji malên xwe hatin binçavkirin û êdî tu agahî jê nehatine girtin hatine ba hev û wiha got: “Windakirina di bin çavan de 108 sal berê li ser vê xakê dest pê kir. Bi fermana Wezîrê hikûmeta Îttîhat û Terakkiyan Tala Begê 250 ermen li Stenbolê li malên xwe hatin binçavkirin. Lîsteya ermenên ku dê bihatina girtin bi mehan berê ji hêla Midûrê Şaxa Siyasî Mûstefa Reşat Begê ve hate amadekirin. Operasyon, ji hêla Midûrê Emniyeta Stenbolê Bedrî Begê ve hate birêvebirin. 
 
KÊLEKE GORA WAN JÎ ÇÊNEBÛ
 
Kesên hatin binçavkirin, di nava civaka ermen de rûspî û pêşeng bûn. Ev kes parlamenter, nivîskar, helbestvan, parêzer, bijîşk, rojnameger, dermanfiroş, muzîkolog, weşanger û siyasetmedar bûn. Kesên herî rewşenbîr ên civaka Osmanî bûn. Ji ewil birin Girtîgeha Navendî ya li Sûltanahmetê. Piştre jî li trêneke taybet hatin siwarkirin û ber bi Enqereyê ve ketin rê. Bi tu awayî agahî nedan wan bê ka dê bi ku de bibin û çima hatine girtin. Komeke ji 158 kesan pêk dihat ber bi Çankiriyê ve û koma ji 92 kesan pêk dihat jî sewqî Ayaşê hatin kirin. Ji van kesên di bin çavdêriyê de 174 jê li gel cendirme û polîsan birin daristanên dûr û hatin qetilkirin. Cenazeyên wan nehatin definkirin û terkî tunekirina xwezayê hatin kirin. Heta kêlên gorên wan jî nînin. Di qeydên fermî de ji bo van kesan an gotin firar kiriye an jî hatine berdan. 
 
SÛC HATE SÎSTEMATÎKKIRIN
 
Bi tunekirina wan kesan re êdî rê li ber civaka ermen girtin ku dengê xwe bidin bihîstin û piştre jî ji vê xakê hatin tunekirin. Rêveberên dewletê polîtîkayên xwe li ser înkara fermî ava kirin û nehiştin civak bi van sûcan re hevrû bibe. Weke parastvanên mafên mirovan û kesên hestiyar, bi sala ye em ji her çar aliyên Tirkiyeyê diqîrin; tu sûcên li dijî mirovahiyê di rabûrdiyê de namînin. Sûcên ku tên înkarkirin, hevrûbûn çênebûn û hesaba wan nehatiye pirsîn êdî sîstematîk dibin. Divê neyê jibîrkirin înkarkirina sûc, yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî berfireh e. Înkar, domandina sûc e û dawî li vî sûcî bînin. Banga me ew e ku dewlet bi van sûcên xwe hevrû bibe. Me ew ji bîr nekirin û dê nedin jibîrkirin.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

30/04/2023
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye