Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Di xebatên hilbijartinê de hat gotin ku dê dawî li îktîdara AKP-MHP'ê bînin û pergalê bi hev re biguherînin. 
 
Li bajarokê Deştadarê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê Partiya Çepên Kesk şahî li dar xist. Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan, Hevserokên HDP’ê yên Şirnexê Sabuha Akdag û Abdullah Gungen, Rêxistinên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Hezexê tev li şahiyê bûn. 
 
Di şahiya ku jinan pêşengtiya wê kir de, jin bi kincên xwe yên herêmî tev li bûn. Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
 
Pişt re Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen, bal kişand ser operasyonên ku hatine destpêkirin û got ku ew ê li dijî her êrîşekî têbikoşin.
 
‘PÊDIVÎ BI DESTPÊKEKÊ HEYE’
 
Dû re namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan axivî. Dogan, giringiya hilbijartinê destnîşan kir û wiha axivî: “14’ê Gulanê ji bo me girîng e. Divê ku em tifaqa xwe ava bikin. Divê ku em her 4 namzetên xwe bişînin Enqereyê. Gelo hûn ji vê re amade ne? Em dibêjin ku em ê rêyeke nû vekin. Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin. Em dibêjin qedera me kurdan ne tenê çiya û binê axê ye ne wisa? Em dibêjin mafê me jî li ser vê erdnigariyê heye, keda me jî li ser vê axê heye. Em dibêjin em kurd in şer naxwazin aşitiyê dixwazin. Em dibêjin em aligirên çêkirinê ne. Em dibêjin em mafê xwe dixwazin, nasnameya xwe dixwazin. Ji bo vê jî pêwistî bi guhertinê heye. Ji bo vê jî divê em bi tifaqeke xurt biçin ser sindoqan û bersiva pêwîst bidin.”
 
Piştî axaftinan şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
 ÎDIR 
 
Li Îdirê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hun di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê kirin. Namzetan karker silav kirin û cejna wan ya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê pîroz kirin. Namzet, bi dilgermî hatin pêşwazîkirin û karkeran kêfxweşiya xwe ya pîrozkirina cejnê anîn ziman. Endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û akîtîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li namzetan di serdanê de cih girtin. 
 
ÎZMÎR
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li Herêma Egeyê bênavber didomin. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Abdulmecît Yildirim li navçeya Narlidere ya Îzmîrê çû serdana esnafan. Yildirim, di serdanê de bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û da zanîn ku dê di van hilbijartinan de îktîdarê têk bibin û azadî û aştiyê bînin welet. Yildirim û endamên partiyê rastî eleqeyeke mezin a esnafan hatin. Welatiyan jî di serdanê de nerazîbûnên xwe yên li hemberî polîtîkayên aboriyê yên îktîdarê anîn ziman. 
 
Li navçeya Konakê jî endam û rêveberên partiyê serdanên xwe yên esnafan didomînin. Di çarçoveya xebatan de partiyiyan li Sûka Înşaetvan û Xurekan belavok belav kirin. 
 
MANÎSA
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Manîsayê jî li navçeya Ahmetliyê bûroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê Habîb Eksîk, Vezan Karabûlût, Kerem Taylan, Ayşe Gul, Zubeyde Tarlabolen, rêveberiyên Partiya Çepên Kesk ên Ahmetliyê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyê tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn. Eleqeyeke mezin a welatiyan bo vekirina bûroya hilbijartinê hebû. Di vekirina bûroyê de welatiyan xelekên govendê gerandin. Bûro, ji hêla namzetên parlamenteriyê û jinan ve bi çepikan hate vekirin. 
 
Namzetê parlamenteriyê Habîb Eksîk di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û wiha got: “Divê em dengên xwe yên li Ahmetliyê du qet zêdetir bikin. Dê hemû gel bi hev re têbikoşin û Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişînin meclisê, teşe bidin pêşeroja xwe û faşîzmê bi dawî bikin. Ya ku dê bêkariyê û xizaniyê bi dawî bike û pêkvejiyanê cîbicî bike jî Partiya Çepên Kesk e. Me ji gelê xwe re got ku dê dê siyaseta cihêkariyê qebûl nekin. Weke partiyê me Rêya 3’yemîn ava kir. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê dikevin hilbijartinê. Ji bo bidawîkirina bêhiqûqiyan em ê destê xwe deynin bin kevir. 14’ê Gulanê dê bibe cejna me. Em ê li her devera Tirkiyeyê govenda serkeftinê bigerînin.” 
 
MÊRSÎN
 
Siyasetmedarê kurd di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê. Turk, ji hêla namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Hamdiye Kirici, Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û rêveberên naçveyê ve hate pêşwazîkirin. 
 
Di serdanê de têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxandin hatin kirin. Turk, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên pêş û hêviya serkeftinê kir. 
 
 
 

Sernavên din

05/05/2023
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû