Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomin. Partiya Çepên Kesk li her derî bi coş û kelecaneke mezin tê pêşwazîkirin. 

 
Ber bi hilbijartinê ve partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Partiya Çepên Kesk jî di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê de bênavber dixebite. Li bajar û navçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê namzet û rêveberên Partiya Çepên Kesk bi coş û kelecaneke mezin tên pêşwazîkirin. 
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Partiya Çepên Kesk tevî namzeta parlementeriyê ya bajêr Newroz Ûysal û rêveberên Partiya Çepên Kesk a bajêr û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr bi karwanî çû navenda Silopiyayê. Gel bi coşeke mezin karwana partiyê pêşwazî kir.
 
Piştre karwan derbasî taxa Ofîs ya Sîlopiyayê bû. Şande bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Şahî deqeyek bi rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. 
 
Piştre Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş îşaret bi hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê kir û wiha axivî:”Ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye. AKP îro li Rojava, Bakur û Başûr şer dike. Hikûmeta AKP’ê di van 21 salên xwe yên îktîdarê de perê gel ji şer re xerc kir. Di serdema wan de bêkarî, xîzanî zêde bû, bi mílyonan ciwanên ku zanîngeh qedandine bêkar hiştin. Ji ber van sedeman divê em di vê hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin û îktîdara AKP-MHP’ê bişînin. Ji bo deriyê Girtîgeha Îmraliyê vebe, derîyên girtîgehan vebin divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. “
 
‘EM Ê HER ÇAR NAMZETAN BIŞÎNIN PARLEMENTOYÊ’
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal jî axivî. Ûysalê jî got ku gelê kurd ji bo bidawîkirina vê zilmê divê bersiva pêwîst bide û ev tişt gotin: "Em dibêjin divê ev pergal bê guhertin. Ji bo guhertinê jî yek; divê meqazagonek hebe, dudu;  divê tecrîda li Îmraliyê û li hemû zindanan bi dawî bibe. Divê tundiya li ser jinan û ciwanan bê sekinandin. Ji bo ku gelê me êdî neyê dorpêçkirin, bi awayekî azad bilîrîne û dirûşmeyên xwe berz bike, amade ye. Daxwazên we daxwazên me ne. Em ê 14’ê Gulanê de mohra xwe li Partiya Çepên Kesk bidin. Em ê bi hev re 14’ê Gulanê biçin ser sindoqan û her 4 namzetên xwe bişînin parlementoyê.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. Bername bi govendgerandinê û bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
 
SEMSÛR
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi namzetên xwe yên parlamenteriyê yên bajêr ve li gund û navçeyan serdana dikandar û welatiyan kir. 
 
Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi namzetên xwe yên parlamenteriyê yên bajêr Ali Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Ceritlî li navenda Semsûrê serdana dikandarên halê kirin û guh li pirsgirêkên dikandaran kirin. Her wiha şande li vir belavok belav kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan guh li nêrînên welatiyan kir. 
 
MELETΠ
 
Namzetên parlamenteriyê yên bajêr ên Partiya Çepên Kesk li Meletiyê jî bi şandeya li gel wan ve li navend û navçeyên Kuluncak, Argan û Batalgaziyê serdana dikandaran û welatiyan kirin.
 
Namzeta Parlamenteriyê Perîhan Yucekaya û şandeya li gel wê li navçeya Kuluncakê û li gundên wê serdana dikandaran û welatiyan kir û guh li pirsgirêk û daxwazên gel kir. Şande li navçe û gundan belavok belavkirin û bi gel re hevdîtin pêk anî. Her wiha li gundan zarokan alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin û dîmênên rengîn derketin holê. Namzeta Parlamenteriyê Perîhan Yucekaya jî behsa xebatên xwe kirin û got ku heke ew biçe meclisê wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bixebite. 
 
Namzeta Parlamenteriyê Tulay Şakar û şandeya li gel wê jî serdana navçeya Arganê kirin û li wir jî li ser pirsgirêkên welatiyan sekinînin û kêmasiya dewletê ya di erdhejê de vegotin. Her wiha şande li navçeyê belavok belav kirin û ji aliyê gel vê jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Her wiha şandeya ku ji namzetên parlamenteriyê Gaffar Bayram û Rozerin Ercan pêk dihat jî li navendê serdana dikandaran û welatiyan kir. Namzetê Parlamenteriyê Yusûf Bozkûş û şandeya li gel wî jî serdana navçeya Batalgazî kirin û li vir jî heman xebat hatin meşandin.
 
ÎDIR
 
Partiya Çepên Kesk li Îdirê bi coş û kelecaneke mezin xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Nazmetên parlementeriyê yên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serê sibê serdana simsarên Meydana Mal a bazara ajalan û danê nîvro jî serdana dikandarên Sîteya Galeriyê kirin. Partiya Çepên Kesk û namzetên wê bi dilgermî hatin pêşwazîkirin. Dû re namzet û rêveberiya Partiya Çepên Kesk tev li şahiya li Gundê Miştalî bûn. Şahî, ji hêla gundiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Namzet Aras û Hûn di şahiyê de gel silav kirin û peyamên girîng dan.
 
‘ME GELEK BEDEL DAN’
 
Ewil namzeta rêza duyemîn Aysel Aras axivî û destnîşan kir ku ew ê bi jin, ciwan û têkoşîna xwe di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Arasê diyar kir ku ew hesta serkeftinê di şahiyên xwe de dibînin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Em bi hêsanî nehatin vê astê û me gelek bedel dan. Rondik li çavên gelek dayîkên me barîn û hêj jî ew rondîk nerawestane. Ji ber ku gelek hevalên me di zîndanan de ne û xerîbiyê ne. Ev rondik dê bên rawestandin û em tu carî kesên ku bûne sedema van rondikan efû nakin. Gel mehkûmê birçîtiyê kirine û di hilbijartinan de tên paketên xurekan diavêjin ber mirovan. Pêwîstiya gel bi paketên we nîne. Gelê me birûmet e, şanaz e û tu car ji şanaziya xwe dest berneda ye. Em ê bi hev re serbikevin û vê pergalê biguherînin.”
 
‘GELÊ KURD LI SER PÊYAN E’
 
Piştre namzetê rêza yekemîn Yilmaz Hûn axivî û bi lêv kir ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê êrişê dibe ser hemû destkeftiyên kurdan. Hûn diyar kir ku qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin û hevşaredarên wan hatine girtin. Hûn, bi domdarî wiha got: “Parlementerên me diavêjin zîndanan û partiyên me digirin. Bi hezaran xebatkarên partiya me niha di zîndanan de ne. Bi tevî van tiştan jî gelê kurd li vir e û li ser peyan e. Wê gelê kurd 14’ê gulanê rejîma qesrê hilweşîne. Sedema faşîzmê AKP ye û nûnerê wê yê Îdirê jî namzetê parlementeriyê yê AKP’ê Canturk Alagoz e ku xwediyê Alagoz Holdîngê ye. Alagoz jî hişmendiya partiya xwe ya 21 salan li vir berdewam dike. Ji ber ku hemû siyaseta wan hilweşiya ye û tiştek din ku bide gelê kurd û gelên Tirkiyeyê nemaye, li hemû gund û taxan paketên xurekan û qertên xerckirinê belav dike. Ev tişt we xilas nakin. Ev gel jî van tiştan qebûl nakin û azadiyê, wekheviyê dixwazin. Hewcedariya me bi qesran, siltanan û padîşahan nîne, ji bo me wekhevî, edalet û azadî hewce ye.”
 
‘EM Ê LI ÎDIRÊ 2 PARLEMENTERAN DERXIN’
 
Hûn destnîşan kir ku ew ê li Îdirê 2, bi tevahî Kurdistan û Tirkiyeyê jî nêzî 100 parlementeran derxînin û çar milên Kurdistanê silav bikin. Hûn, diyar kir ku ew ê silavê bidin girtiyên azadiyê jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ciwan no, ev hilbijartine hilbijartina we ye. Tirsa AKP’ê nifşê nû ye û ji ber vê yekê jî astengiyan dide pêşiya we. Hewceye hûn ciwan di hilbijartinan de rola xwe bilîzin û pêşiya me jî vekin. Kesên ku rejîma faşîst a Erdogan hilweşîne hûn in. Em ê 14’ê gulanê mohra xwe li dara azadiyê bidin û li dijî rejîma yekzilamî jî di serokkomariyê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Gelî hevalan di roja hilbijartinê de gelek kar dikeve li ser milên we. Pêwîste her kes sidoqan baş biparêze. Em ê sindoqan bi rûmet û wêrektiya xwe biparêzin. Di dawiyê de em ê serbikevin, ciwanên me wê serbikevin.”
 
Piştî axaftinan şahî bi dawî bû.
 
AMED
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Peyasê ya Amedê şahiyek li dar xist. Namzetên parlemeteriyê Sorgul Aytek, Mehmet Emîn Aktar, Samet Menguç, Azad Bariş, Mehmet Kamaç û hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêvebirên partiyên DBP û HDP jî di nav de bi sedan kes tevlî şahiyê bûn. 
 
Welatî û namzetên parlemeteriyê di şahiyê de govend gerendin. Di şahiyê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin û meşale hatin vêxistin. 
 
Di şahiyê de namzetê parlementeriyê Samet Menguç wiha got: “Mirovên ku bi zimanê xwe perwerde nebine kêm e. Mirovên ku çanda wan, zimanê wan tune be kêm in. Ev sed sal e li me wisa kirin û ev hîn jî berdewam e. Lê dîsa jî gel gel dest ji berxwedana xwe ya li hember van kirinen berneda û li ser pêya ye."
 
Pişt re Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî. Tekînê got ku 50 sal in bi pêşengiya jinan têkoşînek tê meşandin û wiha pê de çû : “Îro em bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadi’ ji cîhanê re bûn ronahî. Ji ber têkoşîna me ne tenê kurdan hemû cîhanê ronî dike rojnamevan, parêzer û hunermendên me digrin. Em ê pênûs, cube û şanoyan vala nehêlin. Bêhna hewayê hatiye guhartin, tenê bihareke xeydandî heye. Em ê di 14’ê gulanê de biharê bînin. Em ê piştî dengdanê xwedî li dengê xwe derên. Ameda ku ji hemû reng, çand û zimanan re deriyê xwe vekiriye, amade ye ku di 14’ê gulanê de deriyê xwe ji Komara Demokratîk re veke. Di 14’ê gulanê de sê peywirê me hene. Yek jê, em ê ji bo parlementeriyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ya din jî em ê ji bo serokkomariyê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Ya sêyan jî em ê piştî dengdanê jî xwedî li sindoqan derên. Diz hene, heramî hene. 
 
Şahî bi tîlîliyan û gerendina govendê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

05/05/2023
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome