Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn

img
STENBOL - Akademîsyenê îtalî Enrico Maria la Forgia diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê rewşa mafên mirovan û xebatên siyasî yên Tirkiyeyê radixe ber çavan û wiha got: “Tecrîd, hem li dijî gel û hem jî li dijî PKK’ê weke şantajê tê bikaranîn.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de di encama komploya navneteweyî de hate girtin û ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Piştî ku AKP dîsa li konsepta şer vegeriyayî, pergala tecrîdê hêj bêhtir hate girankirin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran tên redkirin û ev rewş, veguherî rewşa agahînegirtina mutleq. 
 
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamegerên ji 7 welatan pêk tê, di navbera 24-29’ê çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi partiyên siyasî, baro û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinan, delegasyonê têkildarî tecrîda li Îmraliyê raporek eşkere kir. 
 
Akademîsyen û rojnamegerê îtalî Enrico Maria la Forgia têkildarî hewldan û xebatên delegasyonê yên li dijî tecrîda ser Îmraliyê axivî. 
 
Enrico Maria la Forgia
 
70 HEZAR GIRTÎ TÊN TECRÎDKIRIN
 
Forgia, anî ziman ku di encama hevdîtinên li Tirkiyeyê de gihiştin wê qenaetê ku rewşa Abdullah Ocalan, rewşa Tirkiyeyê ya mafên mirovan, cezayên hefsê, azadiya xweîfadekirinê û xebatên siyasî radixe ber çavan û wiha got: “Bi taybet jî me ferq kir ku li Îmraliyê sepanên dermirovî di meriyetê de ne û ev sepan bandor li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê kiriye. Ev binpêkirinên navneteweyî, îro bandorê li nêzî 70 hezar girtiyan dike. Her çend ku aktîvîst, rojnameger, rewşenbîr û zanyar di bin rejîma tecrîdê de nebin jî, di şert û mercên Ocalan de tên ragirtin.” 
 
AMÛRA GEFXWARINÊ YA ÎKTÎDARÊ
 
Bi domdarî Forgia anî ziman ku girtî ji mafên xwe yên weke tedawîbûn, hevdîtinên bi parêzer û malbatên xwe re, wergirtina name û pirtûkan û ji mafê agahîgirtinê bêpar tên hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her dengê ku hikûmetê rexne dike, ji hêla meqamên darazê ve weke çalakiyeke tundiyê ya ku talûkeyekê li ser sivîlan çêdike tê nirxandin û hewl didin bi ‘terorîzmê’ bêdeng bikin. Gelê kurd Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne û îktîdar ji bo têkiliya di navbera Ocalan û tevgera kurd de qut bike, polîtîkaya tecrîdê ferz dike. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan û polîtîkaya şer û pevçûnan a li welêt bi hev re tên meşandin. Tecrîd, hem li dijî gelê herêmê û hem jî li dijî PKK’ê weke şantajekê tê bikaranîn.” 
 
JI BO PIRSGIRÊKAN ÇARESERIYÊN RADÎKAL
 
Di berdewamê de Forgia diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên tevahiya gelên Rojhilata Navîn çareseriyên radîkal pêşkeş dike û wiha got: “Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî gelek caran kete nava hewldanan. Pir balkêş e ku tevahiya hewldanên wî jî li Îmraliyê çêbûn. Her çend demkî jî be bandoreke wê ya erênî li ser pêvajoya çareseriyê bû. Bêguman Ocalan hêj jî rêberê partiyê û aktorê sereke yê pêvajoya aştiyê ye. Heke Enqere bixwaze bi PKK’ê re li ser aştiyê li hev bike, neçare ku vê yekê bi serokê partiyê û nûnerê raya giştî ya kurdan re bike.” 
 
RISTA ABDULLAH OCALAN
 
Forgie, bal kişand ser rista Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Nêrîna siyasî ya Ocalan, nûnertiya rêya dawî ya ber bi sosyalîzmê ve diçe dike. Tişta ku di xebatên wî de bandoreke mezin li min dike ev e; ne tenê nêzikatiyeke felsefî ya sosyalîzmê ya li Başûr-Rojava-Asyayê hatiye pêşxistin û ji bo herêmekê were cîbicîkirin e; di heman hemên demê de nûnertiya yekkirina teoriyên çepgiran ên Rojava û Rojhilate jî. Fikrên Ocalan fikrên radîkal in û wekheviya zayenda civakî, pirçandîtî û ekolojî girêdayî hev in. Weke di paradîgmaya Rojava de, bingeha pêşxistina saziyên siyasî dibîne. Analîza Ocalan a dîrok û modornîteyê, ne tenê têkiliyên di navbera serdest û bindestan/çîna jêr; di heman demê de têkiliyên hêzê yên di navbera mirov û hawirdorê de jî dinirxîne. Em rojavayî di halê hazir de di mijara analîzên wiha kûr û berfireh de her tim neserkeftî ne. 
 
Heke em bên ser mijara têkoşîna gelê kurd; li gorî min sekneke pir zelal a ji bo gel bila qedera xwe diyar bike, tiştekî rewa ye. Çepgirên cîhanê bi hêviyekê mezin wan temaşe dikin. Wisa xuya dike ku cerebeya li Rojava û têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê weke şoreşekê bandorê li tevahiya çepgirên çar aliyên cîhanê dike. Yek ji teoriyên ku di rewşa heyî ya cîhanê de dikare bên pratîzekirin jî teoriyên Ocalan in. Li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê bi awayekî tên pratîzekirin.” 
 
CPT ÇIMA RAPORAN EŞKERE NAKE?
 
Têkildarî neeşkerekirina raporan a Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî Forgie ev tişt anî ziman: “CPT di îlona 2022’yan de ji bo Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin çû serdana Tirkiyeyê. CPT xwedî wê rayeyê ku xîtabî piştevaniya Ewropayê dike. Welatên Ewropayê û saziyên wan, ji ber mijarên bazirganî û penaberiyê dengê xwe ji Tirkiyeyê re nakin. Lewma di mijarên hesas ên weke Ocalan de li ber kamerayan dengê xwe nakin. Tirkiyeyê di demên berê de jî gelek caran nîşan da ku dikare di mijara aboriyê de şantajê li welatên ewropî bike. Weke mînak; di sala 1999’an de serlêdana statûya penabertiya siyasî ya Ocalan a ji bo Îtalya û Almanyayê, ji ber gefa Tirkiyeyê ya bisînorkirina kargeh û hemwelatiyan hate redkirin. Di demekî nêz de jî ji bo zextê li ser sînorên Ewropayê bike, qismekî sînorên xwe li ber penaberan vekir û gef xwar. Dibe ku gelek sedem hebin ku CPT raporên xwe eşkere neke: An Enqereyê yan jî Brukselê zext li komîteyê kir, an jî fêm kir ku rewşa tenduristiyê ya Ocalan ji texmînên wan zêdetir xerab e û ji bo rê li ber rageşiyên di hundirê Tirkiyeyê de veneke wiha bêdeng ma. Lê sedemekî teqez tune ye.” 
 
XEBAT Û ARMANCÊN XWE RÊZ KIR
 
Forgia, têkildarî xebatên delegasyonê jî ev agahî dan: “Em çawa ku vegeriyan Îtalyayê, me rewşa heyî li ser hemû rojname û radyoyan belav kir. Têkildarî tecrîdê me bi rêxistinên civaka sivîl ên li welêt re bi ser navê ‘Maf û Mercên Girtiyan’ çalakî li dar xistin. Ji bo ku rapora me ya di 25’ê adarê de bêhtir di çapemeniyê de cih bigire, em xebatên xwe didomînin. Me li komeleyên cuda û radyoyên populer ên li Îtalyayê axaftin ji bo gel kirin. Di çalakiyeke li Zanîngeha Bolognayê jî me bi mijara têkoşîna gelê kurd û Rojava mijar anî rojevê.  Li gel van, ji bo Ocalan û têkoşîna gelê kurd bêhtir bikeve rojeva siyaset û derdorên cuda yên civakê, em di nava hewldanan de ne. Divê ji bo van xebatan tora li Ewropayê baş were pêşxistin, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî divê platformeke ku komîteyên neteweyî û siyasî bi hev re bikarin têbikoşin were avakirin. Li gel civaka sivîl, her wiha divê rayedar jî gavan biavêjin û zextê li ser otorîteyên neteweyî û navneteweyî çêbikin. Ji bo vê jî divê tifaqên navneteweyî werin avakirin. Me di demên berê de nîşan da bê ka di mijarên cuda de tifaqên navneteweyî û enternasyonalîst çawa dixebitin. 
 
Bi heman awayî, em hewl didin bi saziyên navneteweyî re hevkariyê bikin. Armanca me ew e ku ne tenê li welatên Ewropayê, li parzemînên din jî civaka sivîl tev li xebatan bikin û platformeke xurt pêş bixin. Weke endamên delegasyona navneteweyî, peywira me tenê ew nîne ku tenê li ser mafên mirovan û merc û çîroka Ocalan bisekinin, di heman demê de divê em çîroka bîrdoziyê jî belav bikin û raya giştî ji vê mijarê bêhtir agahdar bikin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

16/10/2023
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin