Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin

img
ŞIRNEX - Partiyên siyasî yên Şirnexê ji bo mitînga ku dê di 7'ê Gulanê de bê lidarxistin bang li gelê Botanê kirin û wiha gotin: "Li dijî zilma 21 sal in li ser me tê meşandin, werin em li qada mîtîngê cihê xwe bigirin." 
 
Ber bi hilbijartinê ve, partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Partiya Çepên Kesk ku li Tirkiye û Kurdistanê bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin, naxwaze tu kuçe û kolanê vala bihêle. Li Şirnexê dê di 7'ê gulanê de bi bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Partiya Azadî û namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexe Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal bi dirûşma "Dîsa em" mitîngek bê lidarxistin. Amedakariyên mitîngê ku destpêkirine, didomin. Partiya Çepên Kesk a Şirnexê, HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo beşdariya li mîtîngê bang li şirnexiyan kirin. 
 
'HEMÛ QADÊN JIYANÊ XEMILANDIN'
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Ahmet Başak diyar kir ku ew armanc dikin ku li herêmê mitînga herî mezin li Şirnexê li dar bixin û wiha axivî: "Ev mehek e em kar û xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomînin. Di vê pêvajoya hilbijartinê de em mal bi mal, kolan bi kolan û esnaf bi esnaf digerin û girîngiya hilbijartinê ji gelê xwe re dibêjin. Di vê çarçoveya xebatên me de em ê 7'ê gulanê li vir mitîngekê li dar bixin. Em gelê xwe yê Botanê hemû vedixwînin mitîngê. Ev 21 sal in ku pergala faşîst bi tundiyê bi ser gelê me de tê. Ev tundî li her deverê Tirkiyeyê tê meşandin û hemû qadên jiyanê hatine xitimandin. Vê xitimandina ku hatiye avakirin, em ê bi tifaqa xwe ya Ked û Azadiyê wê ji holê rakin. Hewldayina me ew e ku di vê hilbijartinê de em bi hev re vê pirsgirîka heyî çareser bikin. Ji ber vê jî ji bo çareseriyê û aştiyeke mayinde em hemû gelê xwe vedixwînin mitîngê." 
 
BANGA JI BO MITÎNGÊ
 
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî got ku ev mitîng dê rengê 14'ê Gulanê yê herêmê diyar bike û wiha got: "Ji roja me xebatên xwe yên hilbijartinê dane destpêkirin heta niha, em bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Coşa gelê me hêviyeke mezin dide me ku em ê di 14'ê gulanê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Coş û baweriya gelê me ji niha ve serkeftinê nîşanî me dide. Em gihiştine merheleyekê. Niha jî dem dema mitîngên me yên mezin e, dem dema serkeftineke mezin e. Ji bo serkeftineke bi xurt em bang li Botana rengîn dikin ku tev li mitînga me ya mezin bibe. Em ji xwe bi bawer in em ê bi hev re vê desthilatdariya AKP-MHP'ê têk bibin."
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê Ayşe Salgucak jî diyar kir tevlibûna li mitîngê girîng e û ev tişt gotin: "Hêviya me ji gelê me heye ku bi coşa xwe, rengê xwe tev li vê mitîngê bibin. Di vê mitîngê de em careke din nîşan bidin ku em vê desthilatdariyê naxwazin û vê zilmê qebûl nakin. Armanca me ya vê mitîngê ew e ku li dijî tecrîda li ser gelê me û komkujiyên li ser jinan dengê xwe bêtir bilind bikin û em 7'ê gulanê di qada mitîngê de cihê xwe bigirin û di 14'ê Gulanê de jî careke din rengê xwe nîşan bidin." 
 
'DIVÊ JIN PÊŞENGIYÊ BIKIN'
 
Berdevka Jinan a HDP'ê ya Şirnexê Gurbet Aslan jî anî ziman ku divê gelê Botanê biherike qada mitîngê û wiha pê de çû: "Bi dirûşma 'dîsa em' em ê li Botanê 2 mitîngên mezin li dar bixin. Yek ji van Cizîra Botan û yek jî Şirnexê. Em ê di 7'ê gulanê de li Şirnexê û di 9'ê gulanê de jî li Cizîrê bin. Ji bo hilweşandina vê desthilatdariya faşîzan, em ê li qadan bin. Em ê bi tililiyên xwe, bi coşa xwe bi ser bikevin. Divê êdî jin jî vê zilmê qebûl nekin û di vê mitîngê de jî pêşengiyê bikin û cihê xwe bigirin."
 
Ji komîsyona hilbijartinê ya giştî Taybet Bilge jî wiha bang kir: "Divê bi taybetî jin û ciwan tev li vê mitînga me bibin. Em bi coşa xwe û rengê 14'ê gulanê eşkere bikin û nîşanî tevahiya cîhanê bidin. Em nîşan bidin ku em vê zilmê û zordestiyê qebûl nekin."

Sernavên din

05/05/2023
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû