Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin

img
NAVENDAN NÛÇEYAN - Ji Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîş destnîşan kir ku biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê biryareke dîrokî ye. Rêveberê KNK'ê Mecîd Hiso jî got ku dê biryara KCK'ê bandorê li pergala totalîter bike û di vê pêvajoyê de divê hêzên herêmî di bin sîwaneke neteweyî de li hev kom bibin. 
 
Di 6'ê Sibatê de li navçeya Bazarcix ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhêj çêbûbûn. Her du erdhejan bandor li 11 bajaran kiribûn. Di vê pêvajoyê de pêdiviyên gel ên bingehîn hatibûn paşguhkirin. Herêmên erdhêje ku bi piştgiriya gel xwe li ser pêyan girtin, heta niha jî rastî heman zor û zehmetiyan tên. Lê desthilata AKP-MHP'ê di pêvajoyeke wiha de polîtîkayên xwe yên şer bênavber berdewam kirin. Berevajî vê KCK'ê jî ragihandibû ku wan ji ber erdhejê çalakiyên xwe yên leşkerî daye sekinandin û paşê vê biryara xwe ya hilbijartinên 14'ê Gulanê taloq kir. Tevî vê yekê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne. 
 
Li gorî daxuyaniya KCK'ê, di navebra 31’ê Adarê û 1’ê Nîsanê de Tirkiyeyê 37 caran bi obûs, tank û çekên giran êrişî derdora gundê Şeşmalê yê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê û qadên Çemço û Sîdayê kiriye. Êrişên Tirkiyeyê yê li ser qadên parastinê hê jî didomin. 
 
Ji Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêrê Nahîde Ermîş û Rêveberê Kongreya Neteweyî a Kurdistan (KNK) Mecîd Heso der barê biryara KCK'ê û êrişên li ser herêmê de ji Ajans Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
'JI ERDOGAN RE ŞER HÊSANTIR E'
 
Rêveberê KNK'ê Mecîd Hiso anî ziman ku biryara KCK'ê biryareke pîroz e û got ku êdî tu çareya desthilata AKP'ê nemaye û ji ber vê êrişên xwe zêde dike û wiha axivî: "Ev biryar tê wateya vê yekê ku şerê ku niha bizava rizgarî xwezaya Kurdistanê li dijî dagirkeriyê dide meşandin, şerê mafstendin û jiyaneke birûmet a bi hev re ye. Tê wê wateyê ku dewleta tirk ev şer bi kurdan daye kirin û kurdan ji neçarî şerê çekdarî daye ber xwe. Keç û xortên kurdan ji neçarî çek helgirtine. PKK'ê pir caran bi yekalî şer daye sekinandin û rê li ber diyalogê vekiriye. Rast e, ji ber ku dewlet naxwaze ku gelên Tirkiyeyê di nava aramiyê de here ser sindoqan û dengê xwe bêtirs û azad bi kar bîne."
 
Hiso bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê û anî ziman ku hevpeymaniyên li Tirkiyeyê hatine çêkirin Erdogan xistine quncikeke teng û got ku lê guherîn tenê bi rêyên demokratik û li ser sindoqan pêk tê. Hiso wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi hezar salan jî şer berdewam bike, teqez dê rojekê ew ê li ser maseyekê bên cem hev û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Ji bo ku ev yek bi pêk bê, rê li guherînan vebe vê carê aliyê şerxwaz ehmeqiyan neke û guh bide dengê aqilmend û aştîxwazan .Li gorî dîtina min, şer vê carê ji carên berê dijwartir e. Ji ber ku hema bêje temamî partîyên oposizyonê li dijî AKP'ê di çeperekê de ne. 6 partiyan bi fermî hevpeymaniyek ava kiriye û serokomarê xwe destnîşan kirine. Partîyên kurdan jî bi heman şêweyî pevpeymanîyek ji xwe re ava kirine û piştgiriyê didin Kemal Kiliçdaroglû. Van her du hevpeymaniyan AKP xistiye quncikeke teng û dixwazin vê carê bi temamî Erdogan û rejîma wî biçe."
 
Hiso bilêv kir ku Erdogan naxwaze aramî hebe çêbibe û got: "Diyar e ku ji wan re şer û pevçûn hêsantir e. Bila em jibîr nekin Erdogan vê hilbijartinê weke şerê hebûn û tunebûnê ji xwe re hesab dike. Di hilbijartinên beriya niha de ji bo kurd zêde dengan negirin rejîmê serî her lîstikeke qirêj da, ew ê vê carê jî rê nedin ku kurd bi aramî dengê xwe bidin û ji bilî dewamkirina şer, ew ê serî li gelek rêbazên qirêj bide û pir fen û fêlan bike."
 
'EV BIRYAR DÊ LI SER PERGALA TOTALÎTER BANDORÊ BIKE'
 
Hiso di berdewamiya axaftina xwe de got ku di vê pêvajoyê de divê her hêzeke demokrat di çeperên aştiyê de cihê xwe bigire û ev tişt got: "Pêwîst e hêzên herêmê di nava hevkariyeke xurt de bin û hêzên xwe li jêr sîwaneke neteweyî kom bikin. Partiyên herêmê bi vî awayî hevpeymaniyek siyasî, diplomasî, civakî û aborî li dijî dagirkariyê ava bikin. Lawazbûna rejîma hov, divê me bihêz bike. Hin partiyên kurd hene ku ji berjewendiyên gel û welat bêtir li berjewendiyên xwe difikirin û astengiyan li pêşiya bizava rizgarîxwaziyê çêdikin. Di dîrokê de jî ev nimûne mixabin gelek in, îro jî hene, wê sibe jî hebin.  Lê ya girîng ew e ku saziyên civaka sivîl, rewşenbîr bên cem hev û eniyekê li dijî hevkariya bi neyaran re ava bikin."
 
Hiso bal kişand ser biryara KCK'ê ya bêçalakîtiyê jî û got ku agirbesta dualî wê aştiyeke mayinde bi xwe re bîne û bi vê re jî dê lihevhatineke civakî ya xurt ava bibe. Hiso wiha axivî: "Ev biryar dê civaka tendurist, wê insanên jîr û zana bide pêş, mirovên jîr jî wê ji sazumaniya dewletê re damûdezgehên mukun ava bikin. Piştî ev sazumanî ji temamî pekhateyên civakê hatin bi rêvebirin wê dewlet-netew lawaz bibe û her kes weke beşeke ji avakirina welatî xwe bibîne û erk û wezîfeyên xwe bi cih bîne. Helbet ev şêwe dê li dijî pergala totalîter roleke bi bandor hebe. Ji ber vê yekê ye ku Erdogan û dardestên wî ji gotinên weke aştî, azadî, wekhevî, pir alî, pir rengî û pir çandeyê ditirsin. Piştrast im ew ê di demek nêz de weke diktatorên beriya xwe serê xwe li ser deynin. Ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirkiyeyê pêwîst e hevpeymanîyên siyasî ji partiyan bên avakirin û rê li ber saziyên civaka sivîl bên vekirin. Ji bo geleke ku hemû mafê wî ji destê wî hatine standin, ji bilî rêya şerê çekdarî hemû rêyên din lê hatine xetimandin."
 
'GEL DÊ JI PDK'Ê RE QEBÛL NEKE' 
 
Hiso bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Herêma Kurdistana Federe beşeke ji serweriya dewleta Iraqê û li gorî yasayên navneteweyî hikûmeta Iraqê li dijî dagirkirina serweriya xwe di qada nevneteweyî de dikare xebatên diplomatik ên bi bandor bike. Mixabin berjewendiyên şexsî û malbatî yên li Başûrê Kurdistanê bandoreke neyînî li van deskeftiyan dike. Ango rê li avakirin tevgerek bi vî awayî digire. Mixabin xitaba fermî ya PDK'ê, şerê dewleta Tirkiye û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê weke şerê PKK li dijî dewleta Tirkiye dibîne. PDK her çi qas xwe weke partiyeke ku xebatê bona bidestxistina mafên kurdan nîşan dide, mixabin li ser astê çar parçeyan berevajî gotinên xwe kiriyaran dike. Gel naxwaze Partiyek Kurdistanê ku 50 sal e, xwe bi dayika temamî partiyên Kurdistanê dizane û xwedî karwanek şehîdan li kêleka dijminan cih bigire, bibîne. Ger PDK bi dagîrkeran hevkariyên xwe berdewam bike dê gel jê re qebûl neke û di demek nêz de dç hesabê jê bixwaze. PDK pêngava bêçalakiyan ji nedîtî ve tê ku bûyerek rû bide jî wê bikin stuyê PKK'ê. Ev tişta ku PDK dike bi kîjan wijdanê welatparêziyê ye, bi kîjan pîvanê kurdayetiyê ye?" 
 
'EV BIRYAR FIRSENDEK E DÎROKÎ YE'
 
Ji nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîşê jî bi lêv kir ku biryara KCK'ê ji Tirkiyeyê re firsendeke mezin bû û got: "Bi rastî ev biryara KCK'ê biryareke dîrokî ye. Dîrokîbûna wê ji ber erdheja mezin a li Tirkiyeyê û ji ber wê yekê ye ku dikeve pêvajoyeke hilbijartinê ya ku wê sedsala Tirkiyeyê diyar bike. Di erdhejê de bi sed hezaran mirov mirin. Bi milyonan kes jî ji warê xwe koçber bûn. Biryara bêçalakîtiyê weke pêwîstiyek e berpirsyariya li hemberî civakê pêş ket. Berfirehkirina wê jî bi pêşketina Tirkiyeyê ya ku ber bi hilbijartinan ve diçe, di sedsala nû de bi komara demokratîk ve girêdayiye. Tirkiye ji bo demokratîkbûna komarê bi taybetî jî pirsgirêka kurd ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçe. Di vê çarçoveyê de biryara bêçalakîtiyê ya KCK’ê jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye."
 
'DÎKTATORIYÊ HEBÛNA XWE LI SER QIRQIRINA KURDAN AVA KIRIYE'
 
Ermîşê destnîşan kir ku biryara navborî ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê firsendeke mezin diafirîne ku di vê hilbijartinê bi ser bikevin. Ermîşê wiha domand: "Helbet KCK bi vê biryarê careke din bi awayekî zelal nîşan da ku li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn alîgirê demokrasiyeke rasteqîn e. Weke ku tê zanîn beriya niha hin aliyên qada navneteweyî daxwazên bi vî rengî ji KCK'ê re kiribûn. Rayedarên KCK'ê di demên cuda de ev yek bi raya giştî re parve kirin. Ev biryara bêçalakîtiyê jî bersiveke van daxwazan bû. Helbet em ê bibînin ka ew samîmî ne yan na. Bi kurtasî, ev pêvajo ji bo her kesî pêvajoyek e, ceribandinek e. Ev bi rastî jî bi zîhniyet û paradîgmaya dewleta tirk a 100 salî ve girêdayiye. Lê herî zêde polîtîkaya qirkirina kurdan a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku vê dîktatoriyê hebûna xwe li ser qirkirina kurdan ava kiriye. Bi taybetî di van 10 salên dawî de ev polîtîka li tevahiya Tirkiyeyê meşandin. Ne polîtîkayeke wan a çareserkirina pirsgirêka kurd heye, ne jî xwedî hişmendiyeke wisa ne. Tenê di van 5-6 salên dawî de ji şer pêvtir tişteke din nekirin. Li dijî tevgera kurd her cure çekên kîmyewî bi kar anîn, her cure siyaseta hundir û derve ya Tirkiyeyê li ser qirkirina kurdan hat pêşxistin. Ji ber vê yekê em bi hikûmeteke sûcdar re rû bi rû ne. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi hezaran sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne, ji çeteyên DAIŞ/Nusrayê dixwazin her cure polîtîkayên qirêj li herêmê serdest bikin. Ji ber wê jî li dijî vê desthilata ku ji şer pêvtir tişteke din naxwaze, biryara KCK'ê dîrokî bû." 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/05/2023
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome