Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin

img
AMED - Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2022’yan a ÎHD’ê, 110 jê zarok bi giştî herî kêm 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin û bi ser hezar û 109 mal/kargehan de hate girtin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Sala 2022’yan a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê” parve kir. Rapor, li avahiya şaxê hate eşkerekirin û Cîgira Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman, diyar kir ku di sala 2022’yan de bi sepanên OHAL’a fiîlî re binpêkirinên mafan zêde bûn. 
 
‘TEXRÎBATÊN NEMA DIKARIN BÊN TELAFÎKIRIN HATIN JIYÎN’
 
Saman, da zanîn ku di encama êrişên bi balafirên bêmirov û balafiran de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Goristan hatin texrûbkirin, serdan hatin astengkirin, di dema serdanên goristanan de heqaret li gel hate kirin û rastî miameleya xerab hatin. Gelek malbatan serî li komeleya me dan ku Tirkiye di şer û pevçûnên derveyî sînor de çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi bandora polîtîkayên otorîter û ewlekariyê re di mijarên hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de texrîbatên nema dikarin bên telafîkirin hatin kirin. Li gel krîza însanî ya ji ber pevçûnan li herêmê derketî holê, her wiha krîza aborî ya ji sala 2018’an ve hatiye hîskirin hêj girantir bû.” 
 
Bi domdarî Saman ev tişt anî ziman: “Di encama zextên li ser ewlehiya şexs û azadiyê, li ser azadiya xwebirêxistinkirinê, azadiya fikr û xweîfadekirinê de gelek binçavkirin û girtinên neheq hatin kirin. Ev binpêkirin roj bi roj zêdetir bûn. Bi taybet jî li dijî siyasetmedarên kurd û parastvanên mafan; bi hincetên weke ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê,’ Bi zanebûn an jî ne bi zanebûn alîkarîdayîna rêxistinê’ cezayên giran hatin birîn. Her tim zext li ser derdorên muxalîf hate kirin û hewl dan bêdeng bikin. Vê yekê xwe bi doza girtina HDP’ê jî şênbertir kir. Her wiha li girtîgehan jî sepanên weke tecrîd, îzolasyon, îşkence, miameleya xerab, sirgûn, binpêkirina mafê agahîgirtinê, şewitandina înfazan, binpêkirina mafê tenduristiyê, binpêkirina mafê jiyanê û hêj gelek sepanên din domiyan. Hat tespîtkirin ku xebatkarên cemaweriyê yên ev binpêkirin kirin, nehatine cezakirin.” 
 
ROJNAMEGERÊN KURD
 
Di berdewama axaftina xwe de Saman bal kişand ser rojnamegerên kurd û wiha pê de çû: “Di sala 2022’yan de li dijî rojnamegerên kurd operasyon hate kirin. Di operasyonê de 20 jê hatin binçavkirin û ji van 16 jê hatin girtin. Xebatên pîşeyî yên rojnamegeran weke sûc hatin nîşandan. Bi vê yekê re mafê agahîgirtinê yê gel, azadiya çapemeniyê û mafên azadiya şexs û ewlehiyê hatin binpêkirin.Di heman demê de bi betalkirina Peymana Stenbolê re cînayetên jinan zêde bûn. Pirsgirêka kurd, bi hemû dijwariya xwe didome ku pirsgirêkên weke azadî û demokrasiyê bi xwe re tîne. Weke parastvanên mafan em her tim li gel çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, aştiyane û adilane ne. Divê dewlet bi binpêkirinên giran ên mafan ku di tevahiya dîrokê de kirine re rû bi rû bimîne, lêborînê bixwaze û serî li rêya tazmînê bide. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de gelek parêzer, rojnameger û aktîvîst hatin binçavkirin û girtin. Ev yek nîşan dide ku îktîdar dê di dema hilbijartinê de jî van sepanên xwe yên zextê bidomîne.”
 
RAPORA BNPÊKIRINÊN SALA 2022’YAN
 
Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahîr Saçakli, binpêkirinên hatine kirin bi kurtasî vegot. Li gorî daneyên Saçakli parve kirine, binpêkirinên hatine jiyîn wiha ne: 
 
“* Di encama ‘kuştinên bi keyfî, bikaranîna çekê ya bêsînor, guh neda banga hişyariyê, înfazên bêdaraz’ ên hêzên ewlekariyê li bajarên herêmê pêk anîn de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 14 welatî bi awayên cuda birîndar bûn. Di encama gulebarana cerdevanên gund de cerdevanek û welatiyekî jiyana xwe ji dest dan û welatiyek jî birîndar bû. 
 
* Li girtîgehên herêmê 13 jê bi îdiaya întîharê, 8 jê ji ber nexweşiyên cuda bi giştî 21 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyek hatibû binçavkirin û di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû. Hat îdiakirin ku întîhar kiriye. 
 
* Di encama êrişê edlî yên kiryarnediyar de herî kêm 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li bajarên herêmê hat îdiakirin ku herî kêm 8 leşker-polîsan întîhar kiriye û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di encama xeletî û xemsariyên fermî de, 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 329 jî birîndar bûn. 
 
* Li dijî parlamenterek û 2 rêveberên partiya siyasî yên li bajarên herêmê dixebitin, di dîrok û cihên cuda de 4 êriş hatin kirin û di encamê de rêveberekî partiya siyasî birîndar bû. Her wiha 3 rojnameger, 2 mamoste, 5 parêzer, 4 bijîşk û 6 xebatkarên tenduristiyê jî di encama êrişan de birîndar bûn. 
 
* Di encama pevçûnên li bajarên herêmê û derveyî sînor de herî kêm 114 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan û 59 jî birîndar bûn. Di encama heman pevçûnan de herî kêm 267 milîtanên çekdar jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 34 jî birîndar bûn. 
 
* Di encama êrişa çekdarî ya milîtanên rêxistinê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li ser xeta sînor 2 kesan ji serman, 3 kesan jî di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî birîndar bûn. 
 
* Di encama teqîna mayinê de 4 zilam û 3 zarok birîndar bûn. 
 
* Li bajarên herêmê 16 jê zarok, 51 jê jin û 21 jê zilam, bi giştî 88 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li ser sînorên 10 bajar û 25 navçeyên herêmê, bi sedan qad (herî kêm 440 qad) 15 caran weke herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin. 
 
* Li 14 gundên girêdayî 2 bajaran, 5 caran biryara qedexeya derketina derve hate ragihandin. 
 
* 35 malbatên li gundekî dijiyan, di encama zexta leşkeran de neçar man ku koçber bibin. 
 
* Li dibistanên 4 herêmên çoltar ên girêdayî 2 bajaran şewat derket. 
 
* 3 cenazeyên aydê milîtanên rêxistinê radestî malbatên wan nehatin kirin. 
 
* Li 5 bajaran goristan 6 caran hatin texrîbkirin. 
 
* Li 2 bajaran hat îdiakirin ku 3 gorên komî hatine dîtin û hestiyên mirovan hatin dîtin. 
 
BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ MAFÊ JIYANÊ YÊ JINAN 
 
* 8 jinan întîhar kir û 2 jinan jî hewl dan întîhar bikin. 
 
* Di encama tundiya nava malê de 39 jinan jiyana xwe ji dest dan, 17 jin birîndar bûn û yek jî hate revandin. 
 
* Di encama êrişên li qadên civakî de 18 jinan jiyana xwe ji destan, 16 jî birîndar bûn. Li qada civakî herî kêm 5 caran li dijî jinan êrişên zayendî hatin kirin, li dijî 28 jinan şantaj hate kirin û gef lê hatin xwarin û herî kêm li 2 jinan zexta fihûşê lê hat kirin. 
 
BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ MAFÊN JIYANÊ YÊN ZAROKAN 
 
* 8 zarokan întîhar kir û 4 zarok jî ketin nava hewldana întîharê. 
 
* Di encama tundiya nava malê de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 3 birîndar bûn û 2 jî rastî îstîsmara zayendî hatin. 
 
* Di encama tundiya li qada civakî de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 6 jî birîndar bûn. Di qada civakî de herî kêm 260 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin, zexta fihûşê li 2 zarokan hate kirin û zarokek jî hate revandin. 
 
BINPÊKIRINÊN TÊKILDARÎ QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ
 
* Li herêmê herî kêm 15 welatî di bin çavan de, 178 welatî li deverên derveyî cihên binçavkirin (kolan, di serdegirtinên malan de) rastî îşkence û miameleya xerab hatin. Her wiha herî kêm 42 girtî jî li girtîgehê rastî îşkence û miamaleya xerab hatin. 
 
* Herî kêm 20 welatî rastî zexta sîxûrtiyê ya hêzên ewlekariyê hatin û gef li 13 welatiyan hate xwarin. 
 
* Li dibistanan herî kêm 2 zarok rastî tundiyê hatin. 
 
* Di encama mudaxeleya hêzên ewlekariyê yên di xwepêşandanên civakî de herî kêm 7 welatî rastî tundiyê hatin. 
 
BINPÊKIRINÊN TÊKILDARÎ AZADIYA ŞEXS Û EWLEHIYÊ 
 
* Li bajarên herêmê 110 jê zarok bi giştî herî kêm 2 hezar û 143 welatî hatin binçavkirin. 
 
* Yek jê zarok herî kêm 194 welatî hatin girtin. Ji bo herî kêm 2 kesan biryara hefsa malê hate dayîn. 
 
* Li herêmê herî kêm bi ser hezar û 109 mal/kargehan de hate girtin. 
 
BINPÊKIRINÊN TÊKILDARÎ AZADIYA FIKR Û XWEÎFADEKIRINÊ DE 
 
* Li bajarên herêmê herî kêm 14 çalakî hatin qedexekirin. 
 
* Hêzên ewlekariyê dest danîn ser hejmarên 2 rojname û pirtûkekê. 
 
* Bi ser 4 saziyên çapemenî û weşanê de hate girtin. 
 
* Di 26 dosyayên lêpirsînê de derheqê 136 welatiyan de lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
* Di 16 dosyayên dozê de derheqê 76 welatiyan de doz hatin vekirin. 
 
* Siyasetmedar, rojnameger û kedkarên cemaweriyê jî di nav de, di 40 dosyayan de li 127 welatiyan cezayên cuda yên hefsê û yên pereyan hatin birîn. 
 
* 14 avahiyên partiyên siyasî, 3 komele rastî êrişê yan jî serdegirtinê hatin. Derheqê komeleyekê de jî bi daxwaza girtinê doz hate vekirin. 
 
* Hêzên ewlekariyê herî kêm dest li 19 civîn û xwepêşandanan kirin û herî kêm 10 xwepêşandanên civakî ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin. 
 
* Ji 23 bajarên herêmê li 17 bajaran li ser biryarên walîtiyan 125 caran civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊ JIYANÊ YÊN LI GIRTÎGEHAN
 
* Li girtîgehan herî kêm 77 girtî bêyî ku hincetek were nîşandan sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Bi hinceta ku dê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê veguherînin navenda çandê, 276 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Bi vê yekê re 353 girtî neçarî sewq û sirgûnê hatin kirin. 
 
* Mafê tenduristiyê yê herî kêm 34 girtiyan, mafê hevdîtina bi malbatê re yê 7 girtiyan, mafê peywendîdanînê yê 10 girtiyan û mafê tevlibûna çalakiyên civakî yên 8 girtiyan hatin binpêkirin. 
 
* Li herî kêm 12 girtiyan cezayê disiplînê hate birîn. 
 
* Herî kêm 27 girtî rastî tecrîd û îzolasyonê hatin. 
 
* Înfazên herî kêm 14 girtiyan bi sedemên cuda (derneket lijneyê, cezayê disiplînê, poşman nebûye, di rojên olî û neteweyî de tev li torenê nebûye) hatin taloqkirin û 43 girtî rastî binpêkirinên mafan ên cuda hatin. 
 
BINPÊKIRINÊN TÊKILDARÎ MAFÊN ABORÎ Û CIVAKÎ DE 
 
* Di encama qezayên kar ên ji ber ewlekariya kar nehatin girtin û şertên kar qewimîn de yek zarok bi giştî 34 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 159 karker jî birîndar bûn. 
 
* Herî kêm 33 karker ji kar hatin derxistin, 2 karker ji peywirê hatin girtin û 7 jî hatin îxrackirin. 
 
SEPANÊN CIHÊKAR ÊN LI DIJÎ MAFÊ PERWERDEYÊ 
 
* Herî kêm li 2 dibistanan bi hinceta ku ‘hejmar kêm e’, dersa bijarte ya kurdî nehate dayîn, herî kêm li wargeheke zanîngehê komên din gef li xwendekarên kurd xwarin. 
 
BINPÊKIRINÊN TÊKILDARÎ MAFÊN ASTENGDARAN 
 
 * Mafê ewlekariya civakî yê herî kêm welatiyekê astengdar hate binpêkirin û welatiyekê astengdar jî rastî sepanên cihêkar hat. 
 
* Cihêkarî: Herî kêm 5 welatî ji ber baweriya xwe, 7 welatî jî ji ber nasname û nîjada xwe rastî cihêkariyê hatin. 
 
* Mafê Milkiyetê: Mafê milkiyetê yê herî kêm welatiyekî hate binpêkirin. 
 
* Mafê Hawirdorê: Ji ber herî kêm 4 xebatên şaredarî û kargehan hawirdor qirêjî bû, li 3 herêman jî heta demekî dirêj daristan hatin birîn.”
 
Piştî daxuyaniyê, çalakiya Nobeta Aştiyê berdewam kir ku di îna ewil a her mehê de tê lidarxistin. 
 

Sernavên din

19/10/2023
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin