Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim

img
STENBOL - Ahmet Taş ku piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket, wiha got: "Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim. Perçeyekî dilê min li girtîgehê ma." 
 
Ahmet Taş ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat binçavkirin û piştî 27 rojên li midûriyeta polîsan ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat girtin, di 18 saliya xwe de ket girtîgehê û di 49 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Taş ku DGM'ê cezayê muebedê lê birî, li Mêrdîn, Xarpêtê û gelek bajarên din di girtîgehê de ma. Taş piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê derket. Tal anî ziman ku heya niha bihêvî û bi bîr û baweriyê li ser pêyan maye. 
 
Taş diyar kir ku piştî 30 salan ji girtîgehê derketiye û got ku e hesta ku tu piştî 30 salan gav diavêjî derve, hesteke bêpênase ye. Taş axaftina xwe wiha domand: "Perçeyeke dilê min li wir ma. Hê jî hevalên min di nava çar dîwaran de ne. Ji niha de min pir bêriya wan kiriye. Xwezî li welatê me demokrasî pêşketî bûna." 
 
AZADIYA CIVAKÎ
 
Taş diyar kir ku bi salan asîmanan wekî çargoşeyekê fikiriye û got ku heya azadiyeke civakî tune be, derketina ji girtîgehê ne azadî ye. Taş xwest ku girtiyên siyasî yên kurd hemû bên berdan û got: "Pêdiviya vî welatî bi demokrasî û aştiyê heye. Hêvîdar im dê demokrasî û aştî di nêz de bibin serwer." 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Taş bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku diviyabû girtiyên nexweş di dema pêvajoya di bin navê "çareseriyê" de bihatana berdan, lê belê sozên hatine dayin bi cih nehatine. Taş wiha axivî: "Ger Wezîrê Dadê giştînameyekê çêbike, divê cihêkariyê neke. Divê qanûnên alîgir tune bin. Cihêkarî û dustandardî tu tişt li vî welatî zêde nekirin. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan." 
 
Taş da zanîn ku du hevalên wî yên nexweş nehatine berdan û got ku ji ber vê jiyana xwe ji dest dane. Taş wiha pê de çû: "Kasim Demîr, di sala 2012'an de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Par li qawîşa me Abdulrezak Şîmşek jî jiyana xwe ji dest da. Berî jiyana xwe ji dest bide bi mehekê em bi hev re çûbûn nexweşxaneyê. Teşxîsa pençeşêrê danîn. Piştî mehekê jiyana xwe ji dest da. Abdulrezak ber bi mirinê ve diçû, lê dest ji henekan bernedida. Berî jiyana xwe ji dest bide, got 'Hevalê Ahmet, ez ê bi qirika vê nexweşînê bigirim û wê bifetisînim.' Ez ê vê gotina wî qet jibîr nekim." 
 
MESELEYA KURDÎ KIRIN QURBANÊ HILBIJARTINÊ
 
Taş destnîşan kir ku a ku wî li girtîgehê li ser pêyan hiştiye "bawerî" û "hêvî" bûye û got ku tu carî hêvîşikestî nebûye. Taş got: "Mirov, divê xwedî bîr û baweriyê be. DIvê tu carî xwe radestî dîwaran neke. Heye ez bi vî awayî tevbigerim, dê tu astengî nikarin tiştekî bikin." 
 
Taş anî ziman ku ji salên 1990'î heya niha tu helwesta dewletê ya ji bo meseleya krud neguheriye û îşaret bi hilbijartinên 14'ê Gulanê kir. Taş bilêv kir ku hemû gavên ji bo mesleya kurd qurbanî hilbijartinan hatine kirin û got: "Di pêvajoya çareseriyê de ev mesele dikaribû bihata çareserkirin. Lê niha bi qasî ku em dibînin, helwesta Tirkiyeyê ya di warê çareserkirina meseleya kurd de neguheriye. Heman polîtîka didomin. Tew hîn hişktir bûne." 
 
‘KURD DIVÊ XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN'
 
Taş da zanîn ku di 30 salên girtîgehê de bi hezaran pirtûk xwendine û got ku pirtûka ku herî zêde bandor lê kiriye "Şer û Aştî" ya Tolstoy bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Civaka kurd, civakeke pêşketî ye. Ev cihê şanaziyê ye. Xwedîderketina wê ya li nirxên xwe cihê kêfxweşiyê ye. Li girtîgehan bendewariya herî mezin a girtiyan, ew e ku kurd xwedî li nirxên xwe derkevin. Axirê ew jî zarokên vê civakê ne. Kurd divê xwedî li nirxên xwe derkevin."
 
MA / Ferdî Bayram

Sernavên din

19/10/2023
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin