Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne

img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku helwesta li hemberî Dayikên Şemiyê encama vê yekê ye ku AKP û kiryaran li hev kiriye û wiha got: "Desthilat biguhere û neguhere jî têkoşîna me dê bidome." 
 
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan, ji 27'ê gulana 1995'an heya niha têkoşîna xwe ya ji bo aqûbeta kesên windakirî û ji bo darizandina kiryarên wan didomînin. Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995'an ve li Qada Galatasarayê çalakiya xwe didomînin, tim rastî êrişên polîsan tên û tên binçavkirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê ji hefteya 700'emîn heya niha bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû vê tê astengkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî çalakiyê û astengkirina wê de axivî. 
 
Eren Keskîn
 
ÇALAKIYEKE SIVÎL Û REWA
 
Keskînê diyar kir ku Qada Galatasarayê ji sala 1995'an ve ji bo xizmên windayan bûye "Cihwarê Hafizeyê" û got ku ev cihwar di heman demê de ji bo dîtina gorên kesên windakirî jî bûye hêvî. Keskîn wiha axivî: "Ev qad, li vê erdnîgariyê di nava çalakiyên sivîl de rewabûnek wergirtiye. Tevahiya civakê vê çalakiyê û vî cihwarî qebûl kiriye. Ev qad, cihwarê hêviyeke mezin e. Lewma kes naxwaze dest ji vir berde. Hingî wisa rewa bûye, ev çalakî li seranserê cîhanê tê naskirin." 
 
BIRYARA DARAZÊ Û ASTENGIYA POLÎSAN
 
Keskînê destnîşan kir ku mirov ji bo vê qadê bibiryar in û li dijî biryara qedexekirinê îşaret bi biryara AYM'ê ya li dijî biryara qedexekirinê kir û ev tişt gotin: "Bi biryara AYM'ê careke din derket holê ku bê çi qas mafdar in. AYM'ê biryar da ku qedexekirina Qada Galatasarayê binpêkirineke mafan e. Lê ji ber ku Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye, polîsek radibe biryara darazê asteng dike. Lê dîsa jî dê ev biryardarî heya dawiyê bidome." 
 
AKP Û KIRYARAN LI HEV KIR
 
Keskînê destnîşan kir ku helwesta desthilata AKP'ê ya li hemberî Dayikên Şemiyê, nîşan dide ku desthilatê bi kiryaran re li hev kiriye û got: "Bi aktorên 'Torosên Spî' re hatin cem hev. Mesela, Mehmet Agar û Tansû Çîller. Ev kes, niha li cem desthilatê ne. Ev, êdî şirîkên desthilatê ne. Ger hûn li zimanê 15 sal berê yê desthilatê û li zimanê wê yê niha mêze bikin, tu tişt neguheriye. Lewma Dayikên Şemiyê ji bo wan bûne wekî talûkeyekê. Ew guherîn, lê em neguherîn. Em hê jî li ser a xwe ne." 
 
Keskînê destnîşan kir ku hemû kesên xwedî wijdan xwedî li têkoşîna Dayikên Şemiyê derdikevin û got ku lê dewlet vê xwedîderketinê dide ber lêpirsînê. Keskînê wiha domand: "Ji lew re tiliya dewletê di van windakirinan de heye. Polîtîkayeke windakirinê ya dewletê heye. Lewma naxwazin çalakiyeke wiha rewa û ji aliyê civakê ve xwedî lê tê derketin, bê kirin. AKP, hemû kesên ne jixwe diçewisîne. Lê Dayikên Şemiyê bibiryar in, em ê jî heya dawiyê li pişta wan bin." 
 
Keskînê bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê û got: "Divê hin tişt biguherin. Hêviya me, guherîn e. Helbet çûna meclisê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ku em jê re dibêjin 'Rêya Sêyan' dê ji bo me bibe cihê hêviyeke mezin. Li gor gotinên muxalefetê, ger dihilbijartinê de bi ser bikevin em ê cardin biçin Qada Galatasarayê. Helbet garantiya me tune ye, jixwe desthilat biguhere û neguhere jî têkoşîna me dê bidome." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

10/05/2023
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’