Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin

  • rojane
  • 09:01 12 Gulan 2023
  • |
SEMSÛR - Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP'ê Emîn Ay anî ziman ku desthilata AKP'ê ola îslamê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha got: "Li gor pîvan û qaîdeyên ola îslamê ez ê deng bidim Partiya Çepên Kesk. Banga min jî ev e ku li dijî rêya Nemrûdên ku ola îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, rêya Îbrahîmî hilbijerin."
 
Desthilata AKP'ê ku ola îslamê ji xwe re dike halet û siyaseta xwe di ser wê re dike 22 sal in desthilat e. Di van 22 salên desthilatdariya AKP'ê de nobedên edaletê yên li dijî bêedaletiyê, binpêkirinên mafên jiyanê, girtin û binçavkirin zêde bûn û li Kurdistan û Tirkiye qeyranên aborî, siyasî û civakî li se rhev rû dan. Ber bi hilbijartinên 14'ê Gulanê ve desthilata AKP'ê di mîtîngên xwe de cardin dixwaze bi ol û nijadperestiyê desthilatdariya xwe bidomîne. 
 
Hevberdevkê Maseya Îslamê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Emin Ay ku bi nûnerên Komeleya Alîmên Amedê re serdana Meletî û Semsûrê kir têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî. Ay destnîşan kir ku pêkanînên desthilata AKP'ê berovajiyê ola îslamê ne û bang li hilbijêran kir ku li dijî desthilatdariya AKP'ê ku olê li gor berjewendiya xwe bi kar tîne dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk ku rêya Îbrahîmî diparêze. 
 
'OLA ÎSLAMÊ WEKE SERGIRTINA QIRÊJIYÊN XWE BI KAR TÎNE'
 
Ay bi lêv kir ku desthilata AKP'ê li ser navê olê dixwaze bêedaletiya xwe rewa bike û wiha got: "Desthilata AKP'ê ola îslamê wekî qada serweriya xwe dibîne. Yanî dibêjê ji xeynî min mafê kesî tune ye der barê ola îslamê de tiştekî bibêje. Di ola îslamê û hemû baweriyan de azadî, edalet û lêgerîn heye. Quran jî dibêje, di olê de zext û tundî tune ye. Niha desthilata AKP'ê li ser navê olê, bê edaletî, kêdxwarî, zext û tundiyan dike û dixwaze bi ola îslamê jî van sepanên xwe rewa bike. Ola îslamê weke sergirtina qirêjiyên xwe, bêedaletî û cudakariyê bi kar tîne."
 
'XESARA HERÎ MEZIN AKP DIDE OLÊ'
 
Ay di berdewama axatina xwe de bal kişand ser tunehesibandina kurd û kurdî jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di ola îslame de nijadperestî û tunehesibandin tune ye. Hz. Mihemmed li dijî vê yekê derketiye û ola îslamî jî tu car cudakarî û tunehesibandinê qebûl nekiriye. Lê em dibînin ku desthilata AKP'ê dijberî vê yekê siyasetê dike, kurdan înkar dike, hê jî di meclisa Tirkiyeyê de dema peyveke kurdî bê gotin dibêjin 'zimane ku nayê zanîn.' Ev yek dijberî olê ye û înkarkirina Xwedê ye. Desthilata AKP'ê çi qas bixwaze rengekî oldarî bide xwe jî, di pratîke de olê ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe bi kar tîne. Ji ber vê yekê jî xesara herî mezin desthilata AKP'ê dide ola îslamê. Divê em jî li dijî vê yekê hişyar bin. Ola îslamê rewa nabîne ku em li dijî zaliman bêdeng bin."
 
GUHERANDINA OLÊ
 
Ay diyar kir ku AKP di 22 salên desthilatdariya xwe de li gor berjewendiyên xwe teşe daye ola îslamê û axaftina xwe wiha domand: "Di ola îslamê de mizgeft cihê nîqaş û çareserkirina pirsgirêkan e, lê niha xoceyên mizgeftê bi qasî ku desthilat ji wan re destûr daye ferman û emrên xwedê ji civakê re dibêjin. Îro qedexe ye ku pirsgirêkên civakê li mizgeftan bên axaftin. Desthilata AKP'ê mizgeft kirine cihên perçekirina civakê. Di mizgeftan de gotinên nefretê tên bikaranîn. Mizgeftên ku hezkirin û çareserkirina pirsgirêkên civakê pêk dianîn niha desthilata AKP'ê ew anîne vê astê."
 
'EM DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA PIR RÊNGÎ'
 
Ay anî ziman ku li gor pîvanên ola îslamê divê tu kes ji bilî Partiya Çepên Kesk dengê xwe nade tu partiyên din û ev tişt gotin: "Li gor qaîdeyên ola îslamê heke hilbijêr biçin ser sindoqan divê li gor pîvanên 'kî edalet û mafê mirovan diparêze' ya din jî li gor Peymana Medîneyê ku pêxember bixwe îmze kiriye, dengê xwe bi kar bînin. Di wê peymanê de yekperestî tune ye, dibêjê divê her civak bi awayekî azad bi ziman, çand û dîroka xwe bijî. Ji ber wê divê em li bernameyên partiyan binêrin, di kîjan partiyê de cudakarî tune ye û pirrengî heye, divê em dengê xwe bidin wê partiye. Li gor van pîvanan, ez vekirî dikarim bibêjim ku ez ji xeynî Partiya Çepên Kesk dengê xwe nadim tu partiyan."
 
'RÊYA ÎBRAHÎMÎ HILBIJÊRIN'
 
Ay di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê kir û wiha bang li hilbijêran kir: "Pergala ku îro AKP dixwaze li ser civakê ferz bike, li gor Quranê pênasekirina pergala Nemrûd e û kirên wê jî taxûtî ye. Ji ber ku desthilatdariya AKP'ê di zilmê de jî sînor nas neke û sînor derbas kirine, kirinên wê taxutî ne. Ji ber vê yekê heke kesek bibêje ez doza oldariyê dikim, divê bi dengê xwe nebe hevkarê taxutan. Niha 2 rê hene; yek rêya Îbrahîmî ye û ya din jî rêya Nemrûdî ye. Divê hemû mirovên ku doza edalet dikin û xwezayê diparêzin, li ser rêya Îbrahîm bin. Em bawer dikin ku dê helwesta  gelê Semsûrê jî rêya Îbrahimî be." 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

12/05/2023
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin