Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam

  • rojane
  • 15:30 13 Gulan 2023
  • |
img

STENBOL  - Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz di mitînga Partiya Çepên Kesk a Yenîkapiyê de axivî û peyama “Bay bay yekzilam” da. Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî tev li dirûşma ku bi dehhezaran yekkesî berz dikir bû û got: “Em li vir in, em hene, hûn dê biçin, em ê bi ser kevin.” 

 
Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna dehhezaran kesan li Qada Yenîkapi ya Stenbolê mitînga fînalê li dar dixe. Bi dehhezaran kesan gotin ku dê di 14’ê Gulanê de îktîdara AKP-MHP’ê bi dawî bikin. Mitîng bi dirûşma “Destpêka muhteşem” hate lidarxistin û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Berdevkê Demê yê Federesyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 1’emîn ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder weke axêver tev li mitîngê bûn. 
 
YENÎKAPIYÊ SILAV JI OCALAN RE ŞAND 
 
Bi dehhezaran kesên ji her reng û dengan bi kelecana hilbijartinê û bi biryardariya têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê qada mitîngê tije kirin û bi yek carê alayên Partiya Çepên Kesk bilind kirin. Her wiha li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin û dîmenên rengîn derketin. Rojeva sereke ya bi dehhezaran kesên li qadê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û dovîza “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û pankarta “Em tevgera vegera li dîrokê li evînê ne. Em li pey nemiriyê ne” mohra xwe li mitîngê dan. 
 
CÎHAN AYMAZ NEHAT JIBÎRKIRIN
 
Di mitîngê de derheqê gelek mijarên civakî de peyam hatin dayîn. Peywirdarên cemaweriyê bi pankarta “Ew dê biçin KHK’î dê bi ser kevin” cih girtin û her wiha wêneyê muzîkjenê kolanê Cîhan Aymaz jî hatin rakirin ku dema li Kadikoyê stran digotin hatibû qetilkirin. 
 
RIZGARÎ TUNE YE
 
Ji 7 salî heta 70’ê salî her kes herikî qada mitîngê û tevlibûna zêde ya jin û ciwanan bal dikişand. Di mitîngê de bênavber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Her wiha pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd jî bi gotina “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye, yan em tevek bi hev re yan jî tu kes ji me” di mitîngê de cih girtin. 
 
‘BERXWEDANA ME PÎROZ BE’
 
Mitînga biheybet, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk hatin danasîn. Namzeta parlamenteriyê  Dêrsim Dag axaftina destpêkê kir û girse bi kurdî û tirkî silav kir. Dag, got ku divê komkujiyên di dema AKP’ê de hatine kirin neyên jibîrkirin û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dag; wiha got: “Ev dar sembola jiyanê ye. Berxwedana me pîroz be.” 
 
‘BAY BAY YEKZILAM’
 
Piştre jî Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz axivî û ev tişt anî ziman: “Gelo hûn amade ne ku em desthilata heramzadeyan hilweşînin? Di 14’ê Gulanê de diyariya herî xweşik, têkbirina AKP-MHP’ê ye. Ey yekzilam, hem li jêr hem jî li jor bo te dawiya rê xuya dike. Bay bay yekzilam. Nifirên dayikên me hene. Di erdhejê de dayikên me dan girî. Zarokan jiyana xwe ji dest dan û dayik giriyan. Lê wan ji xwe re kon firotin.” Akdenîz, dayika Ugur Çolak ê ku di teqîna madenê ya li Soma ya Manîsayê de jiyana xwe ji dest dayî Gulsum Çolak vexwend ser dikê. Çolak, got: “Em hêj jî li edaletê digerin.” 
 
'DEYNÊ STÛYÊ ME YE’
 
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî got ku dê soza xwe ya ji bo rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas û ciwanên welatparêz ê niha di zindanan de bigirin û wiha domand: “Hezaran silavan ji bo Gultanê, Sebahatê, hemû girtiyan, ji bo şehîdên xwe û nemirên xwe dişînin. Têkoşîna wan ser serê me ye ser çavên me ye. Serkeftin, deynê stûyê me ye.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Gumuştaş, wiha pê de çû: “Em li her derê vê dirûşmê berz dikin, em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Em li vê qadê dîsa dibêjin; em li vir in, em hene, hûn dê biçin, em ê bi ser kevin.” 
 
'EM BIBIN YEK Û BI SER KEVIN’
 
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî destnîşan kir ku dê bi saya têkoşîna hevpar a gelan îktîdara AKP-MHP’ê têk bibin. Ozturk, wiha dom kir: “Tu kes padîşah nîne, qral nîne lê ev gele di 14’ê Gulanê de bo te hereketeke mîna ya qralan bike. Heke yên hildiberînin ev gel be, wê demê divê ev gel birêve bibe. Em hemû dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em bibin yek û bi ser kevin. Bila serkeftin a me be.” 
 
DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Nîlay Kuş jî daxuyand ku dê vê tarîtiyê sibe têk bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pir ditirsin ku dê kursiyên xwe yên 21 salan winda bikin. Hewl dan xebatên me yên hilbijartinê astenb bikin, êrişî bûroyên me yên hilbijartinê kirin. Lê nekarin astenb bikin, vaye em li vir in.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir. 
 
Mitîng, bi axaftinên Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevberdevkê HD’ê Cengîz Çîçek berdewam dike. 
 

Sernavên din

14/05/2023
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid