MKGP'ê banga xwedîderketina doza rojnamegeran kir

  • rojane
  • 14:47 15 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP'ê banga piştevanî û xwedîderketina ji bo doza 12 rojnamevanan kir û wiha got: "Di şexsê rojnamevanên bi awayekî bêhiqûqî ji ber pîşeya xwe hatine girtin de li Tirkiyeyê gef li azadiya ravekirin û çapemeniyê tê xwarin. Li dijî polîtîkayên antidemokratik a îktidara rojnamegeriyê wekî sûc dibîne, ji bo parastina heqîqetan ji bo piştevaniya bi rojnamegeran em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin û dibêjin tevlî rûniştinê bibin."
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî danişîna ewil a 10 jê girtî 12 rojnamegeran a wê sibehê saet di 10.00'an de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tirkiye di warê azadiya ravekirin û çapemeniyê de li cîhanê di nava 180 welatî de ber bi rêze 165'an ve paş de çûye û wiha domand:"Ev jî paşdeçûyineke tirsnak e. Tenê di meha nîsanê de 27 rojnameger ketin bin çavan. Di nava 11 mehên dawî de li dijî Çapemeniya Kurd a Azad operasyon pêk hatin û 34 rojnameger hatin girtin. "
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Îktidaran ji dîrokê heta niha li dijî civakê polîtîkayên xwe sepandine û ji êrişên li dijî hêzên ev polîtîka teşhîr kirine encam girtine û li ser vê yekê hewl dane siberoja xwe ava bikin. Çapemeniya Azad a li dijî polîtîkayên reşkirinê yên îktidarê li berxwe dide jî di bin her şert û mercî de li dereke ku parastina gel dike û rastiyan derdixe holê, cihê xwe girtiye. Li dijî îktidarên zihniyeta baviksalarî lê serdest e û dixwaze rastî neyê dîtin, kevneşopiya Çapemeniya Azad a demokrasî û azadiyê diparêze tu carî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedaye. 
 
TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ 
 
Em dikarin bêjin di saleke dawî de zexta li ser çapemeniyê gihaştiye lûtkeyê. Bi taybet hewl tê dayin Çapemeniya Kurd a Azad bê hilm bê hiştin. Kedkarên çapemeniyê yên li dijî hemû zextan, girtin, binçavkirin, tundî û destdirêjiyê bi pênûs û kameraya xwe li berxwe dide di bin şertên herî dijwar de jî, têkoşîna heqîqetê didomîne û wê bidomîne. 
 
Tirkiye di warê azadiya ravekirin û çapemeniyê de li cîhanê di nava 180 welatî de ber bi rêze 165'an ve paş de çûye. Ev jî paşdeçûyineke tirsnak e. Tenê di meha nîsanê de 27 rojnameger ketin bin çavan. Di nava 11 mehên dawî de li dijî Çapemeniya Kurd a Azad operasyon pêk hatin û 34 rojnameger hatin girtin. 
 
Bi çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat meşandin di 29'ê Cotmeha 2022'yan de nûçegîhanên JINNEWS'ê Habibe Eren, Oznur Deger, Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Diren Yurtsever, nûçegîhanên MA'yê Bêrivan Altan, Ceylan Şahinli, Deniz Nazlim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz hatin girtin. Îdianameya derbarê van rojanemgeran û  Hamdullah Bayram ê ji heman dosyayê ev sê meh in girtiye 4 meh şûnde hat amadekirin. 
 
BANGA PIŞTEVANIYA DANIŞÎNÊ 
 
Rûniştina ewil a rojnamegeran 16'ê Gulanê roja sêşemê ye. Wê saet di 10.00'an de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê lidarxistin. Di şexsê rojnamegerên bi awayekî bêhiqûqî ji ber pîşeya xwe hatine girtin de li Tirkiyeyê gef li azadiya ravekirin û çapemeniyê tê xwarin. Li dijî polîtîkayên antidemokratik a îktidara rojnamegeriyê wekî sûc dibîne, ji bo parastina heqîqetan ji bo piştevaniya bi rojnamegeran em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin û dibêjin tev li danişînê bibin. 
 
Rojnamegerî ne sûc e!
Çapemeniya azad wê bêdeng nebe"

Sernavên din

21/05/2023
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê