Rojnamevan Deger: Ez bi kişandina 300 TL’yî têm tawanbarkirin

  • rojane
  • 13:17 16 Gulan 2023
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Oznûr Deger di danişîna rojnamevan jê tên darizandin de parastina xwe kir û bal kişand ser nakokiyên di îdianameyê de û got: “Dozger îdia dike ku min ew 300 TL’yê bo min hatiye şandin li derve kişandiye lê ez di wê demê de di girîgehê de bûme. Ez ji vê têm tawanbarkirin.”

Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanên ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn didome. 
 
Midûra Karên Nivîsê Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger, rojnamevan Hamdûllah Bayram dê bi awayekî girtî û nûçegihana MA'yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ê ku demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê staj kiribû jî dê bi awayekî negirtî li eywana danişînê amade ne. 
 
Rojnamevan Huseyîn Aykol, Nûnerê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû, ji Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) Ozgur Ogret, Rêveberê Komeleya Rojnamevanan ê Dîcle Firatê (DFG) Cûma Daş, Enstitûya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, nûnerê DÎSK Basin-Îş’ê yê Enqereyê Tûrgût Dedeoglû, Şaxa Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) a Enqereyê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê (ÎHD) û gelek kes danişînê dişopînin.
 
KURD, JIN Û ROJNAMEVANΠ
 
Di kêliya tespîta nasnameyan de serokê dadgehê ji rojnamevanan yek bi yek pîşeya wan û xwendin û nivîsandina wan heye an na pirsî. Gelek kesên li eywanê amade bûn bi van pirsên dadger keniyan. 
 
Di danişînê de ewil parêzer Ozgur Erol axivî û diyar kir ku Oznûr Deger û Emrullah Acar dixwazin bi kurdî parastina xwe bikin. Serokê Dadgehê ku senaryoyek di hişê xwe de çêkiriye diyar kir ku ew ê ewilî li parastina Dîren Yûrtsever guhdar bike. 
 
Lê li ser israra parêzeran serokê dadgehê neçar ma ku daxwaza parêzeran qebûl bike. Di danişînê de ewil rojnamevan Oznûr Deger parastina xwe kir û spasiya hemû beşdaran ku dozê dişopînin kir. Deger beriya dest bi parastina xwe bike diyar kir ku ew xwe bi nasnameya xwe ya kurd, jin û rojnamevan pênase dike û niha ew ji ber van nasnameyên xwe li eywana dadgehê tê darizandin. Deger destnîşan kir ku ew ji ber van nasnameyên xwe parastina xwe bi kurdî dike. 
 
HAT XWESTIN KU PARASTINA BI KURDÎ BÊ ASTENGKIRIN 
 
Di vê navberê de serokê dadgehê axaftina Deger qut kir û balkêşe ku got, “Tu li ser daxwaza xwe parastina xwe bi kurdî dikî?” Deger ji serokê dadgehê re diyar kir ku ew dixwaze bi zimanê xwey ê zikmakî parastina xwe bike û bertek nîşanî pirsa dadger da. Deger da zanîn ku bi salan e ew rojnamevaniyê dike û ew bêtir nûçeyên li ser jinan û zarokan çêdike. Deger diyar kir ku ji ber ku nûçeyên zarok û jinan hindik tên çêkirin wê meyla xwe daye ser vê qadê û di vê çarçoveyê de ji ber nûçeya çêkiriye xelata Pêşbirka Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad wergirtiye. 
 
‘TERZA JIYANÊ’ 
 
Deger destnîşan kir ku ew rojnamevaniyê wek “terzê jiyanê” pênase dike û got: “Rojnamevanî karek jixwepirsiyê ye. Min ji jêpirsîna xwe, civak û gerdûnî dest bi rojnamevaniyê kir. Dîrok û rojnamevanî yek e. Her ku em dinivisînin dîrok dinivisîne. Em derbarê mijaran de gel agahdar dikin. Di nava 11 mehên dawî de 33 rojnamevanên kurd ji ber vê yekê hatin girtin. Ez ji bo wan jî dipirsim? Çima girtî ne?” 
 
‘GELO DI DEMEK WIHA DE EM DIKARIN LI ŞÛNA XWE RÛNÊN?’
 
Deger bal kişand ser îdiaya ku tê gotin wê hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an amade kiriye û ji wê rojê heta niha mafê jiyanê yê civakê tê astengkirin. Deger bal kişand ser krîzên aborî û siyasî û wiha got: “Heta îro tişta me pir bêriya wê kiriye, demokrasî ye. Ez wisa bawerim we jî herî zêde bêriya demokrasiyê kiriye. Ji wê dîrokê heta niha bi hezaran jin hatin kuştin, bi hezaran zarok hatin îstîsmarkirin. Her wiha mafên bi hezaran kes hatin binpêkirin. Ez ji we dipirsim; li hember tabloyek wiha ku heye, gelo em dikarin li şûna xwe rûnên? Gelo wê wîjdanê me qebûl bike? Ji ber van sedeman min dest bi rojnamevaniyê kir. Nayê xwestin ku mafê civaka ku hemû mafên wê tê desteserkirin û di bin zextan de ye bê bihîstin. Deng û renge jinan nayê bihîstin. Min van esas girt û min xwest ji tevahya dinyayê re ragihînim. Ev ji bo min meseleya wîjdan û rêgezê ye. Ji ber vê sedemê ez wek kurdek, jinek û rojnamevanek li pêşberî we me.” 
 
ÇIMA JINNEWS? 
 
Deger, bi domdarî anî ziman ku di nava hezaran salan de bi sedhezaran jin hatine qetilkirin û bal kişand ser îstîsmarkirin, tacîzkirina jinan û dûrxistina wan a ji her qadên civakê û got ku jin, rastî tecrîda civakî tên. Deger, bal kişand ser Yûsûf Ziya Gumuşel ê di nava Cemaeta Îsmaîl Aga de cih digire ku keça xwe ya 6 salî zewicandibû. Dema Deger qala vê mijarê dikir serokê dadgehê gotina Deger birî û jê xwest ku têkildarî pirsa “Têkiliya MA û JINNEWS’ê bi rêxistinê re heye yan na?” bibersivîne. Deger, ji ber birîna “gotina” wê bertek nîşanî serokê dadgehê da, bal kişand ser gotinên xwe û got ku bi vê sedemê li JINNEWS’ê dixebite. Deger, bal kişand ser Îpek Er a ji hêla Mûsa Orhan ve hatiye tecawizkirin û parastina xwe wiha domand: “Îpek Er, jineke jirêzê nîne. Jineke kurd e. Li hemberî wê kî heye? Leşkerek heye. Ji ber Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî. Er, ji bo hemû jinan mîrasek hişt. Ev mîras çi bû? Qêrîna wê bû. Beriya jiyana xwe bi dawî bike bangî hemû jinan kir û xwest ku mafên wê bên parastin. Xwest ku têkoşîna wê bê domandin û hesaba wê were pirsîn.” 
 
BAŞ E KU JINNEWS HEYE!
 
Di vê navberê de serokê dadgehê pirsa “Ji bo we jî?” kir û Deger jî got; “Ji bo hemû jinan.” Deger, da zanîn ku ev rewş bi nûçeya JINNEWS’ê derketiye holê û wiha pê de çû: “JINNEWS, qêrînên jinan digihîne tevahiya cîhanê û hemû jinan. Ez ji ber vê yekê di JINNEWS’ê de xiebitim. Ji ber ku hemû jinan diparêze. Jin, tiştên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diqewimin li ser JINNEWS’ê hîn dibin. Ez careke din dibêjim; başe ku JINNEWS heye. Ez ji ber vê gotinê jî têm darizandin. Lewma ez dîsa dubare dikim û binê wê xêz dikim.” 
 
‘EZ SERBILINDIM’
 
Deger got ku JINNEWS tê terorîzekirin û bal kişand ser sedemên vê hewldanê. Deger, bi lêv kir ku ji ber ku jin JINNEWS’ê dişopînin, ji ber ku wê esas digirin weke “sûcdar” tê dîtin. Bi domdarî Deger destnîşan kir ku JINNEWS’ê qada nirx û jiyaneke alternatîf e û wiha got: “Hemû xebatkarên JINNEWS’ê jin in. Lewma jiyaneke alternatîf e. Ji ber vê sedemê ez îro li vir dinivîsim. Lewma ez serbilindim.” 
 
‘FEZLEKE VEGUHERANDIN ÎDIANAMEYÊ’
 
Deger, da zanîn ku di dema binçavkirinê de polîsan îşkence li wan kiriye û xwest vê rewşê jî vebêje. Lê serokê dadgehê kete navberê û got; “Lê zêde dirêj neke. Mijara lêpirsîneke cuda ye.” Deger, bertek nîşanî serokê dadgehê da û wiha axivî: “Ez ê îşkenceyê vebêjim. Ez dixwazim li dîrokê bê nivîsandin. Xwestin serê me bitewînin lê nekarîn serî bi me bidin tewandin. Hevalên me senaryo û mîzansên wan jî vala derxistin.” Deger, anî ziman ku fezlekeya polîsê îşkence li wê kiriye veguheriye îdianameyê û niha jî hewldan tê kirin ku bi vê îdianameyê were darizandin. 
 
BAL KIŞAND SER NAKOKIYÊN DI ÎDIANAMEYÊ DE 
 
Deger, bal kişand ser kitekitên di îdianameyê de wiha pê de çû: “Dozger di tawanbariyên li dijî min de ji ber ku ez karta bankayê bi kar nayînim, vê îdiayaê dike; ‘hewl dide nepeniya rêxistinê biparêze.’ Lê qerta min a bankayê heye. Di îdianameyê de ez weke nûçegihana MA’yê hatime nîşandan. Her wiha weke ku navnîşana min tune be hatiye nîşandan. Lê tu rastiya van îfadeyan nînin. Dozger hewl daye li dijî me ‘delîlan’ biafirîne.” Deger, bal kişand ser “tespîtên” di rapora MASAK’ê de û got ku bi 300 TL’yê jê re hatine şandin re tê sûcdarkirin. Deger, wiha domand: “Dema ev pereye ji min re hatiye şandin, ez di girtîgehê de bûm. Lê dozger îdia dike ku min ev pereye ji derve kişandiye. Anku nakokiyên di îdianameyê de zêde ne.” 
 
Danişîn, bi parastina Deger didome. 
 
BÊTEHEMÛLIYA SEROKÊ DADGEHÊ YA LI DIJÎ KURDΠ
 
Deger, bal kişand ser şahidê “nepen” ê di îdianameyê de derheqê wê de îfade dane û got ku van îfadeyan qebûl nake. Deger, bi domdarî qala nûçeyeke di Rojnameya Bîrgunê de hatiye weşandin kir û got ku di vê nûçeyê de tê gotin ku dewlet ji bo xebatên “sîxûrtiyê” pereyan dide û li mirovan zextê dike ku derheqê hev de îfadeyan bidin. Deger, da zanîn ku di vê çarçoveyê de dewletê 12 milyon û 390 hezar û 551 TL pere belav kirine. Di vê navberê de serokê dadgehê ji Deger re got; “Heke tu wisa bifikirî ku tu xelet werdigerînî, tu dikarî bi tirkî wergerînî.” Deger, axaftina xwe bi kurdî domand. 
 
‘EZ KURDISTANÎ ME’
 
Deger, anî ziman ku peyva “Kurdistanê” ya ku bi kar anî jî di îdianameyê de cih girtiye û da zanîn ku ji ber peyva Kurdistanê weke ku Kurdistan dewletek be tê nîşandan lê belê Kurdistan navê erdnîgariyekê ye. Deger, got ku ew Kurdistanî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ji ber van îfadeyan têm darizandin. Dema siyasetmedar diçin Kurdistanê peyva Kurdistanê bi kar tînin. Lê derheqê wan de tawanbariyek tune ye. Di ewraqên fermî de Kurdistan weke eyaletek derbas dibe. Ji dîrokê heta niha navê wê erdnîgariyê Kurdistan e, gelo navê vê erdnîgariyê guherî ye? Gelo ma navên erdnîgariyan li gorî demê diguhere? Erdnîgarî naguhere. Lewma ez di nûçeyên xwe de dibêjim Kurdistan. Weke encam; çawa ku gotina Trakyayê sûc nebe, Kurdistan jî sûc nîne.” 
 
GELO MA PARVEKIRINA CEJNA ZIMANÊ DAYIKÊ SÛC E?
 
Bi domdarî Deger got ku ji ber parvekirinên xwe yên kurdî ku li ser medyaya dijîtal parve kirine tê sûcdarkirin û wiha axivî: “Ji ber ku li ser medyaya dijîtal bi kurdî dinivîsim, têm sûcdarkirin. Nivîsandina kurdî ya li wir sûc e. Tiştekî ku li vê derê ne sûc, gelo li wir çawa dibe sûc? Li ser medyaya dijîtal min ji bo 21’ê Sibatê Cejna Zimanê Dayikê peyama ‘divê zimanê dayikê bijî’ parve kiriye û ev yek weke sûc hatiye nîşandan. Ez niha ji we dpirsim; gelo ma ev sûc e?” Serokê dadgehê jî di vê navberê de ji Deger re got; “Em ê binirxînin.” Deger, got ku axaftina wê ya bi kurdî jî girêdayî PKK’ê tê kirin û wiha pê de çû: “Zimanê kurdî bi hezaran sala ye dijî. Ji bo Vanê Wan ji bo Yuksekovayê jî Gever tê gotin. Ev yek jî weke sûc hatiye nivîsandin. Gelo ma axaftina bi kurdî sûc e?” 
 
SEPANA LÊGERÎNA TAZÎ
 
Deger, da zanîn ku nûçeya wê ya têkildarî lêgerîna tazî jî di îdianameyê de cih girtiye û di îdianemeyê de îfadeyên ku lêgerîna tazî nebe cih girtine. Deger, got ku dema ew bi xwe anîn girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ev sepan hêj niha jî heye û bertek nîşan da. Deger, bal kişand ser biryarên Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê û diyar kir ku tehliyekirina bi hezaran girtiyan tê astengkirin. Deger, destnîşan kir ku “poşmantî” li girtiyan tê ferzkirin lê girtî vê qebûl nakin lewma jî tehliyeya wan tê astengkirin. Deger, bi lêv kir ku li girtîgeha lê tê ragirtin tehliyeya 14 jinan hatiye astengkirin û wiha axivî: “Weke jinekê gelo ez ê çawa li hemberî vê rewşê bêdeng bimînim?” 
 
NÎJADPERESTÎ NIVÎSAND LÊ BI NÎJADPERESTIYÊ HATE TAWANBARKIRIN 
 
Deger, bal kişand ser girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku nayê tehliyekirin û got ku weke rojnamegerek vê rewşê weke binpêkirin dibîne û dê vê rewşê her vekole. Deger, piştre jî bal kişand ser nûçeyên di îdianameyê de jê tê tawanbarkirin. Deger, bi lêv kir ku wê têkildarî kesên ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê bûn nûçe çêkirine û ev nûçe jî di îdianameyê de cih digirin. Deger, daxuyand ku bi nûçeyên li Altindagê çêkirin re “nîşandperestî” teşhîr kiriye lê di îdianameyê de ji ber van nûçeyan bi “nîjadperestiyê” tê sûcdarkirin. 
 
HAT ÎDIAKIRIN KU TEV LI ‘ÇALAKIYÊ’ BÛYE
 
Deger, got ku di îdianameyê de tê îdiakirin ku li ser fermana “rêxistinê” tev li çalakiyan bûye û wiha domand: “Lê nayê gotin bê ka kîjan çalakî ye, li ku hatiye kirin û naveroka wê çi ye. Ev rewş bi tena serê xwe her tiştî radixe ber çavan. Ji ber pereyên min û hevalên min ên rojnameger ji hev re şandin û li ser bilêtên balafirê hatime sûcdarkirin. Ez ji bo nûçeyan bi balafirê çûm û nabe ku ev weke sûc were nîşandan. Nûçe li ku be, rojnameger li wir e. Em rojnamegeriyê li gorî sînorên îktîdarê xêz kirin nakin. Tevahiya rojnamegerên îro li vir tên darizandin, ji ber vê sedemê tên darizandin. Ez dixwazim ku hûn vê rewşê jî li ber çav bigirin û biryarên xwe jinûve binirxînin û biryara tehliyeyê bidin.” 
 
GELO TU QET FIKIRÎ KU DERKEVÎ ÇIYÊ?
 
Deger, bertek nîşanî xwendina îfadeyê şahidê nepen ku xebatên rojnamegeriyê îllegalîze dike yên serokê dadgehê da û ev tişt anî ziman: “Ez qebûl nakim ku ev li vir bên xwendin. Ev, rêbazekî bêîtîbarkirinê ye.” Balkêş e ku serokê dadgehê ji Deger pirsa “Gelo tu qet fikirî ku derkevî çiyê?” kir. Deger jî wiha bersiv da: “Ez niha li vir im û rojnamegeriyê dikim.” Serokê dadgehê îcar pirsa “Tu bi îradeya xwe xebitî yan na?” Deger jî bi bersiva “Gelo ma ez nikarim bi îradeya xwe bixebitim?” bertek nîşan da. Dadgehê her wiha ji Deger pirsî bê ka pereyê bilêtên balafirê kî dide. 
 
Dadgehê, ji bo saetekê navber da danişînê.  

Sernavên din

21/05/2023
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê