Ji Rêxistina Efûyê rapora îdamê ya sala 2022’yan: Di nava 5 salan de derket asta herî jor

  • rojane
  • 14:29 16 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku înfazên cezayê îdamê yên sala 2022’yan, di nava 5 salan de derket asta herî jor. 
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her sal rapora lêkolînkirina cezayên mirinê yên seranserî cîhanê parve dike. Rêxistinê rapora xwe ya 2022’yan jî weşand. Di raporê de hat gotin ku herî zêde ev ceza li welatên Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur tê dayîn û ji ber ku van welatan înfazkirina vî cezayî zêde kirin, di nava 5 salan de derket asta herî jor. 
 
WELATÊ HERÎ ZÊDE EV CEZA DAYÎ ÇÎN E
 
Di raporê de wiha tê gotin: “Ji sala 2017’an heta niha ev ceza li seranserî cîhanê derket asta herî jor. Li Erebistana Siûdî di rojekê de cezayê mirinê yê 81 kesan hate cîbicîkirin. 20 welatên tên zanîn ev înfaz pêk anîn. 6 welatan qismekî vî cezayî yan jî bi temamî rakir. Li gorî sala 2021’an, ev înfaz di sala 2022’yan de ji sedî 53 zêde bû. Bi qasî agahiyên li ber dest, li 20 welatan bi giştî 883 kes ji ber vî cezayî hatin kuştin. Bi hezaran înfazên par li Çînê hatine kirin di nava vê de nînin û çavkaniya vê zêdebûna jinişka ve, welatên Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur in. Di sala 2021’an de li van welatan 520 înfaz hatine kirin û ev hejmar di sala 2022’yan de derket 825’an. Weke geşedaneke fikaredar; ji bilî Çînê li seranserî înfazên li cîhanê ji sedî 90 li van her sê welatên van herêman hatine kirin. Di sala 2021’an de li Îranê 314 û di sala 2022’yan de jî 576 kes hatin înfazkirin. Înfazên li Erebistana Siûdî sê qet zêdetir bû. Di sala 2021’an de 65 û di sala 2022’yan de jî 196 înfaz hatin kirin. Di nava 30 salan de hejmara herî zêde ya ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Erebistana Siûdî qeyd kirî ev reqem e. Li Misrê 24 kes hatin înfazkirin. Cezayê mirinê yê li Çîn, Koreya Bakur û Vîetnamê gelemperî tê veşartin. Ev yek jî tê wê wateyê ku hejmara înfazan li seranserî cîhanê pir zêdetir e. Tam nayê zanîn bê ka li Çînê çende kes hatin kuştin lê eşkere ye ku hejmara kesên di sala 2022’yan de li Çînê hatine kuştin ji ya Îran, Erebistana Siûdî, Misir û DYA’yê gelek zêdetir e.” 
 
HEJMAR TÊN VEŞARTIN
 
Bi domdarî di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Di sala 2022’yan de înfazên li Efxanistan, Quweyt, Myanmar, Filistîn û Sîngapurê berdewam kirin. Hejmara înfazan li Îranê ji 314’an derket 576’an, li Erebistana Siûdî ji 65’an derket 196’an, li DYA’yê ji 11’an derket 18’an. Li gorî sala 2021’an, di sala 2022’yan de înfazên ji ber sûcên tiryakê hatine kirin du qet zêdetir bûn. Bi giştî li seranserî cîhanê 37 kes ji ber van sûcan hatin înfazkirin. Îxtîmale ku li Vîetnamê ji ber van sûcan mirov hatibin înfazkirin lê weke sirra dewletê tên veşartin. Hejmara înfazan zêde dibe lê hejmara cezayên mirinê ya giştî weke xwe ma. Di sala 2021’an de ev hejmar 2 hezar û 52 û di sala 2022’yan de jî 2 hezar û 16 e. Pir kêm jî be kêm bûye.” 
 
HINEK WELATAN CEZAYÊ MIRINÊ RAKIRIN
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku hinek welatan qismekî cezayê mirinê rakirin an jî bi temamî rakirin. Rapor, wiha didome: “Ev yek hêviyê dide. Qazaxistin, Papua Gîneya Nû, Sierra Leone û Komara Efrîqeya Navîn ji bo hemû sûcan cezayê mirinê rakirin. Gîneya Ekvatorê û Zambiyayê ji bo cezayên edlî cezayê mirinê rakirin. Ji kanûna 2022’yan ve 112 welatan ji bo temamiya sûcan ev ceza rakirin, 9 welatian ji bo cezayên edlî rakirin. Lîberya û Ganayê jî ji bo rakirina cezayên mirinê gavan diavêjin. Rayedarên Srî Lanka û Malezyayê jî ragihandin ku dê serî li sepana cezayê mirinê nedin. Her wiha Parlamentoya Malezyayê pêşnûmeqanûnên ji bo rakirina cezayê mirinê amade kir.”
 

Sernavên din

21/05/2023
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê