MED-DER’ê Cejna Ziman Kurdî pîroz kir: Bila ziman nebe sedema xerakirina motîvasyona neteweyî

  • rojane
  • 14:33 16 Gulan 2023
  • |
img

AMED - Hevserokên MED-DER’ê di daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî de wiha got: “Gelê kurd bi armanca xwe ya sîyasî çi dibe bila bibe divê li ser zimên bisekine. Lewra paşguhxistina ziman, dê bi xwe re motîvasyona doza neteweyî jî ji holê rake.”

 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê yên Mezopotamyayê (MED-DER) têkildarî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Peykerê Mafên Jiyanê ya Parka Koşûyolûya Amedê bi girseyî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hat vekirin û dowîzên “Zimanekî azad, jiyaneke azad” û “Zimaneko azad cûyeka azade” hatin rakirin. Her wiha dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” jî hat berzkirin. 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Namzetên parlamenteriyê û parlementerên hatin hilbijartin yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) û Meclisa Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
 Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût metna kirmanckî û Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû jî metna bi kurmancî xwendin. 
 
Metna daxuyaniyê wiha ye: 
 
“Cejna zimanê kurdî îsal dîsa di bin siya polîtikayên bişavtinê de tê pîrozkirin. Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’an de kovara “Hawarê” bi tîpên latînî weşand. Ji 2006’an vir ve 15’ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Vê rojê, ji aliyê saziyên kurdan, gelek panel û çalakî tên lidarxistin, gelek daxuyanî tên dayîn. Bi rastî keda Celadet û rêhevalên wî, wek Kamûran Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Nûrettîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn hwd. di pêşxistina ziman û edebîyata kurdî de zehf e. Em ji wan re sipasdar in.
 
ROJ BI ROJ PIRSGIRÊKA ZIMANÊ KURDÎ GIRANTIR DIBE
 
 Di cîhanê de, hêzên dagirker dema welatekî dagir kiriye, jê xwariye, keda wan mêtiye lê tu carî ziman û çanda wî gelî tune nehesibandiye, hebûna wî, nasnameya wî înkar nekiriye. Ji ber politikayên dewletê yên neyînî, ji ber qedexe û astengiyên li hemberî Kurdan û çand û zimanê kurdan, Kurd bi nasnameya xwe, bi ziman û çanda xwe di nava qada civakê de cihê xwe negirt. Pêşî li perwerdehiya bi zimanê kurdî hate girtin. Ev helwesta neyînî ya dewletê, helwesta pişaftina li hemberê kurdî tahrîbateke mezin, qelsî û lawaziyeke mezin li ser zimên çêkir. Roj bi roj pirsgirêka kurdî, pirsgirêka çand û zimanê kurdî girantir bû. Problema kurdan ya heri xemgîn, xwebişaftin e. Dema di civakekê de hişmendiya neteweyî lawaz be û gel di rewşeke bindest de be, qarekterê wan jî lawaz in. Xwe ji zimanê xwe dûr dixînin. Xwe ji çanda da xwe dûr dixînin. Ew jî dibe sedemên xwebişftinê. Haya dewletê ji xwebişaftina Kurdan heye. Bi zanebûn dewletê, qedexe li ser zimên rakir û çend gavên biçûk avêtin, lê ji bo pêşketina kurdî tu gav navêtin. Kurd divê bi wan gavên biçûk neyên xapandin. Di politikayên dewletê yên li hemberî Kurdan de guhertin çê nebûye. Pêşketina zimênekî, bi bikaranîna wî zimanî ve girêdayî ye. Bi asta xwendin, nivisandin û axaftina wî ve girêdayî ye. Polîtikaya dewletê diyar e. Dewlet xwe li ser esasê nijadperestiyê, ango xwe li ser yek zimanî, yek çandî û yekneteweyî ava kiriye. Dewlet kar û barên xwe li gorî vê hişmendiyê dide meşandin.
 
DI JIYANA ROJANE DE ZIMANÊ XWE BIAXIVIN
 
Em wek MED-DER dibêjên; Gelê kurd armanca xwe ya sîyasî çi dibe bila bibe divê li ser zimên bisekine. Lewra paşguhxistina ziman, dê bi xwe re motîvasyona doza neteweyî jî ji holê rake. Di parastin û pêşvebirina zimên de, çi jin, çi mêr, çi rewşenbîr, gel, nivîskar, siyasetmedar divê berpirsiyarî bigirin ser milên xwe. Divê rewşenbîr û akademîsyenên kurd, berhemên xwe bi zimanê kurdî bidin, di vî warî de, xebatên zanistî bikin. Di jiyana rojane de, di danûstandinên xwe de zimanê xwe bikar bînin.  Şert û şûrt çi dibe bila bibe, divê kurd ziman û çanda xwe biparêze. Divê destur nede di bin lingên faşîstan de bipelçiqe. Perwerdehiya bi zimanê dayikê daxwaza sereke yên Kurdan be Em bi van hest û ramanan Cejna Zimanê Kurdî ya gelê xwe pîroz dikin. Zimanê Me Rûmeta Me Ye, Zimanê Me Hebûna Me Ye.”
 
‘ÊRIŞA LI SER ZIMANÊ KURDÎ, ÊRIŞA LI SER MIROVAHIYÊ YE’
 
Piştî daxuyaniyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û destnîşan kir ku ji ber hilbijartinê daxuyanî îro hat dayîn û roja zimanê kurdî îro pîroz dikin. Ozturk diyar kir ku ziman nasnameye û nasname jî netewekî ava dike û wiha got: “Hemû ziman muhîm in û hewce ye bên parastin. Êrişên dewletê ewil bi qedexekirina zimanê kurdî dest pê kiriye. Gava qeyûm şandin ser şaredariyên me jî ewil êriş li zimanê me kirin. Êrişa li zimanê kurdî, êrişa li dijî mirovahiyê ye. Wê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Kurd bi sedan salan e li ser vê erdnigariyê têdikoşin. Heke ziman biçe wê dîrok û nasname jî biçe. Ji ber vê yekê hewceye em li her derî xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
 
Daxuyanî bi lêdan çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

21/05/2023
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê