Nazlim: Polîsan ji min re got ‘tu navan bide em ê te berdin’
Altan: Hûn min biqewirînin jî ez ji vî welatî naçim

  • rojane
  • 16:59 16 Gulan 2023
  • |
img

ENQERE - Rojnamevanê girtî Denîz Nazlim wiha got: “Polîsan ji min re got, ‘tu ne endamê rêxistinê yî, navan bide me em ê te berdin’.” Rojnamevana girtî Bêrîvan Altan jî diyar kir ku xebatên wê pîşeyî hatine krîmînalîzekirin û got: “Hûn min ji vî welatî biqewirînin jî ez ê necim.” 

 
Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê tên darizandin bi parastinan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê didome. 
 
‘7 MEH IN GUHDARIYA MIN KIRINE’ 
 
Nûçegihanê MA’yê yê girtî Denîz Nazlim bertek nîşanî krîmînalîzekirina MA’yê da. Nazlim da zanîn ku gelek ajans, rojname û televîzyon nûçe û dîmenan ji MA’yê digirin û li ser vê çavkaniyek tê temînkirin û got: “Ez heqê keda xwe li ajansê digirim. Heke min birêkûpêk vî pereyî negirtina, dê vê carê ji min re bihata gotin, ‘tu beleş dixebitî’. 7 meh guhdariya min kirine. 24 saet bi awayek fizîkî şopandina min kirine. Gelek caran ajantî li min hat ferzkirin. Polîsan ji min re got, ‘tu ne endamê rêxistinê yî, navan bide me em ê te berdin’. Şopandina 24 saetan tiştek ne baş e. Qet nebe dizanin ku ez çi karî dikim, baş hîn bûne.” 
 
TAWANBARIYA ŞEFÎTIYA NÛÇEYAN 
 
Nazlim bal kişand ser beyanên şahide veşarî û ji bere w li ofîsa Enqereyê ya MA’yê şefê nûçeyan e ji ber vê jî hatiye tawanbarkirin. Denîz destnîşan kir ku wan ji tu cihî ferman negirtiye û got: “Jixwe tu ji kesekî ferman bigirî, tu nabî rojnamevan. Tê îdiakirin ku ez ne rojnamevan im. Nexwê min malbata xwe xapandiye, nexwê min Basin-Îşê ya DÎSK’ê xapandiye, nexwê min Komeleya Rojnamevanên Hemdem xapandiye. Ez li zanîngehê lîsansa bilind dikim, nexwê min wan xapandiye. Ez ji ber ku şef im dikarim gelek pêşniyazan li nûçegihanan bikim. Min viya kiriye. Ev yek nabe ku hûn wek sûc bispêrin min.” 
 
PIRTÛKA JI GIRTÎGEHÊ HATIYE WEK SÛC HATIYE DÎTIN 
 
Nazlim bal kişand ser pirtûkek ku jê tê tawanbarkirin û got: “Li mala min pirtûkek ku mohra ‘hatiye dîtin (Görülmüştür)’ ji mala min hatiye desteserkirin. Ev kirine mijara tawanbariyê. Îdia dikin ku min li ser vê pirtûkê ‘kuryetiyê’ kiriye. Ya ku vê pirtûkê erê kiriye girtîgeh e. Ya ku aniye derve jî PTT ye. Gelo ez di vir de çawa dibim kurye? Hebe tine PTT dibe kurye. Her wiha nûçeyên min li ser akademîsyen û rojnamevan Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin jî kirine tawanbarî. Sefaretxaneya Tirkiyeyê jî di vî warî de daxuyanî da. Hemû dinyayê mijarê kir nûçe. Çima tenê dema em dikin nûçe dibe sûc?” 
 
PARASTINA ALTAN 
 
Dadgehê da zanîn ku dê danişînê saet di 17.30’an de bi dawî bike û xwest ku rojnameger parastinên xwe kin bigirin. Nûçegihana MA’yê Bêrîvan Altan diyar kir ku di îdianameyê de 5 nûçeyên wê hatine bicihkirin û da zanîn ku yek ji van têkildarî êrişa nîjadperest, yek têkildarî zimanê dayikê, yek jî têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Altan, destnîşan kir ku hewl tê dayîn ku MA were krîmînalîzekirin û nûçeyên wan jî rastî heman hewldanê tên. Altan, diyar kir ku karta bankê ya birayê xwe bi kar tîne û ev yek jî di îdianameyê de cih digire û ev tişt anî ziman: “Tê îdiakirin ku ez di JIN TV’yê de jî bernameyê çêdikim. Dibe ku min çêkiribe û dê çêbikim jî. Lê di îdianameyê de hêmayeke têkildarî vê tune ye. Nayê destnîşankirin bê ka kîjan bername ye.” 
 
Serokê dadgehê pirsa “peymaneke te bi MA’yê re heye yan na” ji Altan kir. Her wiha serokê dadgehê pirsa “Ma heke ANKA zêdetir pereyan bide te tu nûçeyên xwe ji bo wê naşînî?” kir. Altan, jî got ku bi MA’yê re peymana wê heye û li gorî vê peymanê jî heke bi ajans û rojnameyên din re bixebite, dê peymana wê were betalkirin lewma jî ji bo deverên cuda nûçeyan naşîne. 
 
ÇÛYÎNA DERVEYÎ WELAT SÛC E!
 
Her wiha Altan diyar kir ku tevlibûna weşanên TV’an, nûçeyên çêkirin û hevpeyvîn weke sûc hatine nîşandan û parastina xwe wiha domand: “Têkildarî tecrîdê bi Omer Ocalan re axivî me. Ji bo ku weke sûc were nîşandan, paşnavê Ocalan hatiye bicihkirin. Her wiha dadger, pirtûka Orhan Gazî Ertekîn a bi navê ‘Parastina kurdan’ jî weke sûc hatiye nîşandan. Ma ez êdî çi bibêjim?” Gotina “dadgerê berê” ya serokê dadgehê bal kişand. Altan, got ku çûyîna wê ya derveyî welat jî weke sûc hatiye nîşandan û wiha axivî: “Di dosyayê de balê dikişîne ser dosyayên berê û tê gotin ku derketime derveyî welêt. Min ji emniyetê pasaport girtiye û derketime derveyî welat û ev jî weke sûc hatiye nîşandan. Gelo ma tiştekî wiha dibe? Nasnameya min a rojnamegeriyê weke sûc tê nîşandan.” 
 
‘HÛN MIN JI VÎ WELATÎ DERXÎNIN JÎ EZ NAÇIM’ 
 
Altan, bi bîr xist ku malbata Dedeogûllari li Konyayê rastî êrişê hat, wê jî têkildarî vê nûçe çêkiriye, piştî ku bi ser vê nûçeyê re mehek derbas bûy malbat careke din rastî êrişê hatiye û 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Semra Guzel ji hêla çapemeniyê ve hate lînckirin. Xwestin serî pê bidin tewandin. Di dema binçavkirinê de parêzbendiya wê hebû. Lê tevî vê yekê jî ev tişt hatin kirin.” Altan, da zanîn ku di dema binçavkirin û girtinê de rastî heman îşkenceyê hatiye, polîsan beriya vê îşkenceyê cilên nû li xwe kirine û kamera vekirine. Altan, parastina xwe wiha domand: “Min têkildarî kurdan, têkildarî ekolojiyê û komkujiyên tên kirin nûçe şopandin. Lê îro tên krîmînalîzekirin. Em pereyan digirin û wisa rojnamegeriyê dikin. Lê belê dibêjin ‘pereyan digirin lê rojnamegeriyê nakin.’” 
 
Altan, gefên polîsan ên li dijî wê hatine kirin parve kir û wiha got: “Heke hûn min ji vî welatî derxînin jî ez ji vî welatî naçim.” Altan, anî ziman ku xebatên wan ên rojnamegeriyê veşarî nînin û wiha derbirî: “Em rojnameger in û her tim li pêş çav in. Em bixwazin jî nikarin tiştekî veşarî bikin.” 
 
 
 

Sernavên din

21/05/2023
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin