Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî

img
AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku hikûmeta ku 21 sal in vî welatî bi rê ve dibe dixwaze bi dijmintiya kurdan û tifaqa bi faşîstan re gelên Tirkiyeyê konsolîde bike û wiha got: “Ji bo Kurdistanê azadî û ji bo Tirkiyeyê jî demokrasî pêwîst e.”
 
Di 14’ê gulanê de li Tirkiye û Kurdistanê hilbijartinek dîrokî hat kirin û di encama vê hilbijartinê de ji ber ku namzetên serokkomariyê ji sedî 50 zêdetir deng negirtin, hilbijartin ji bo tûra duyemîn ma. Dê hilbijartina tûra duyemîn di 28’ê Gulanê de bê kirin. Ji niha pê ve hemû partiyên siyasî û tifaqên hatine avakirin, siyaseta xwe li ser vê yekê ava dikin û helwesta xwe ya hilbijartinê diyar dikin. Partiya Çepên Kesk jî ji roja yekemîn a avabûna xwe ve heta niha bi helwesteke zelal siyaseta xwe nîşan dide. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk yê Amedê Berdan Ozturk têkildarî hilbijartinê û gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû axivî û rojeva heyî nirxand.
 
‘LI KURDISTANÊ DERBEYEK MEZIN XWARIN’
 
Ozturk destnîşan kir ku ev hikûmeta ku 21 sal in vî welatî bi rê ve dibe, dixwaze bi dijmintiya kurdan û tifaqa bi faşîstan re gelên Tirkiyeyê konsolide bike. Ozturk diyar kir ku heke behsa demokrasiyê bê kirin, hewceye yê herî dawî behsa vê peyvê bike Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ye û wiha got: “Ev yek di encamên hilbijartinê de jî hatin dîtin. Pêşiya hilbijartinê ji walî bigire heta qeymeqam û fermandarên qereqolan jî ne weke xebatkarên dewletê, weke yên desthilat û hevkarê wê yê biçûk tevgeriyan. Lê, li Kurdistanê derbek mezin xwarin. Heke hilbijartin ji bo tûra duyemîn mabe, helbet rola kurdan di vir de heye. Hem gelê kurd û hem jî tifaqên gelê kurd çêkirin, çareke din girîngiya rêya sêyemîn nîşan da. Em beriya her tiştî aştiyek birûmet dixwazin. Em di Tirkiyeyê de jiyanek demokratîk, wekhev û azad dixwazin. Tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê.”
 
‘HEMÛ XERABÎ GIRÊDAYÎ SOYLÛ YE’ 
 
Ozturk bal kişand ser gotin û daxuyaniyên Suleyman Soylû ku civakê sor dikin û wiha domand: “Qalkirina demokrasiyê ya ji hêla feraseta ji bo hilbijartinê got ‘darbe’ bêrûtî ye. Divê kesê herî dawî behsa demokrasiyê bike wezîrê karê hindir be. Em helwesta kesek weke Soylû ku bi navê wezîrê karên sûc tê pênasekirin ji bo wijdana gelên Tirkiyeyê dihêlin. Hewceye ev tişt jî bê dîtin ku propagandaya wan ya ji bo hilbijartinê jî li ser dijminatiya kurdan e. Operasyonên qirkirina siyasî, dijmintiya kurd û Kurdistanê dikin. Daxwazên kurdan diyar in. Em dixwazin bi hev re jiyanê ava bikin. Bila êdî tu kes niyet û samîmiyeta kurdan nepirse û bi vê yekê sûcên xwe neveşêr e. Ji niha pê ve ew nikarin van sûcên xwe veşêrin. Ev kes darbekar, faşîst û dijminên kurdan in. Îro nebûna aboriyê, demokrasiyê, edalet û hiqûqê bi kirinên Wezîrê Karên Navxweyî Soylû ve girêdayî ye.” 
 
‘SOYLÛ MIROVEKÎ NE MICID E’ 
 
Ozturk diyar kir ku ne hewceye ku ew gotinên Wezîrê Karên Nafxweyî micid bigire û ne mirovek wisa ye ku micid bê girtin. Ozturk girîngiya siyasetê bi bîr xist û got: “Em hemû siyasetê dizanin, siyaset li ser hêman û rêgezan tê kirin. Di kîjan rewşê de be bila bibe heke hûn li gor wan hêmanan siyaseta xwe bimeşînin hûnê bigîhijin serkeftinê. Em vî wezîrî beriya bibe wezîr nas dikin. Li dijî Erdogan peyvên çawa bi kar aniye me dîtiye. Em bi dehan sal in di nava tekoşînê de ne û bi hezaran hevalên me di zindanan de ye, lê me tu carî heqaret li tu kesî nekiriye. Rexne tên kirin lê heqaret tiştek cuda ye. Kesek di der heqê yekî de gotin ewqas xerab bibêje û biçe destê wî maçî bike, bêrêgeziyê nîşan dide.”
 
‘EM JI BO DESTPÊKEKE NÛ AMADE NE’
 
Ozturk, da zanîn ku sekn û helwesta wan diyar e û gava ew encamên hilbijartinê dinêrin dibînin ku gelê kurd peyamek girîng da hemû Tirkiyeyê. Ozturk bi lêv kir ku rêya wan ya sêyemîn heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi bername, rêzikname û tifaqên xwe Partiya Çepên Kesk ji bo rêya sêyemîn tekoşîn dike. Hem ji bo tevahî Tirkiyeyê tifaqeke me heye ‘Tifaqa Ked û Azadiyê’ û hem jî li Kurdistanê ji bo azadiyê û demokrasiyê tifaqa me heye. Di hilbijartinan de li Kurdistanê di encaman de jî diyar dibe ku Erdogan û AKP xelas bûye. Gelê kurd peyamekî ji vir dide gelên Tirkiyeyê. Peyama ‘Em jidil in, em dirust in, me bedel daye û didin jî lê bi çareserkirina pirsgirêka kurd aştiyeke birûmet pêwîst e’ hat dayîn. Meseleya demokrasiyê, aboriyê jî bi meseleya kurdan ve girêdayî ye. Em li cihê xwe ji bo destpêkeke nû amade ne. Em rijandina xwînê naxwazin, em nêzîkatiyên şovenîst qebûl nakin. Yên li ser dijminetiya kurdan rantê dikin, me dersa herî mezin jî da wan. Em hê jî li vir in û em ê bi hev re jiyanekê ava bikin. Ne li ser înkar, asîmîlasyon û dijmintiya kurdan. Ji bo Kurdistan azadî, ji bo Tirkiyeyê jî demokrasî pêwîst e. Gelê me dîsa ji Kurdistanê peyama Tirkiyekî ji bo her kes bikare xwe tê de îfade bike, xwe weke welatiyek hîs bike da.”
 
‘EM LI DIJÎ HIŞMENDIYA ERDOGAN BIÇIN SER SINDOQAN’
 
Herî dawî Ozturk bang ji bo beşdarî ango çûna ser sindoqên hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me helwesta xwe ya ji bo serokkomariyê nîşan da. Serokkomarek ku di van 8 salên dawî de li ser qirkirin û destkeftiyên kurdan xwe ava kiriye heye. Em ê bikin ku ev kes têk biçe. Me bi gotina ‘Hewceye em bi gelên Tirkiyeyê re rûpelek nû vekin’ ev biryar daye. Serokkomar tenê serokkomarek yan jî serokê AKP’ê nîne. Nûnerekî polîtîkayên li ser îmha û înkar yên sed saliyê ye. Hewceye em ji bo em wî têk bibin bibiryar tevbigerin. Pêwîst e ji bo tûra duyemîn em bi hêz biçin ser sindoqan. Em dibêjin ku bila sedsala nû bibe sedsala aştî, azadiyê û em bi hev re vê yekê biafirînin. Ev jî wê bi di tûra duyemîn de ji holê bê rakirina û ferasetek ku demokrasiyê dixwaze û mafên kurdan qebûl dike were ser kar. Bila her kes ji bo bersivê bide hişmendiya Erdogan biçe ser sindoqan.”
 
MA / Bazîd Evren - Cengîz Ozbasar 
 

Sernavên din

20/05/2023
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin