Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî

  • rojane
  • 10:09 19 Gulan 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Serokê ESHÎD’ê Nejat Taştan anî ziman ku AKP’ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de vîna azad a hilbijêr teslîm girt û anî ziman ku saziyên dewletê jî ji AKP’ê re xebitîn. 
 
Hilbijartinên Serokkomarî û Giştî yên 14’ê Gulanê ku bi manîpulasyonên desthilatê hatin kirin, bi nîqaşên ewlehiya hilbijartinê bû rojev. Li gelek bajaran piştî hilbijartinê rêjeyên deng ên girtekên biîmze û yên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) aşkere kirin hev negirtin. Her wiha di hezaran sindoqan de dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê û AKP’ê re hatin nivîsîn. Ev rewş bi girtekên bi îmze jî hate belgekirin. 
 
 Serokê Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev (ESHÎD) Nejat Taştan ku di gelemperiyê Tirkiyeyê bi 600 çavdêran re hilbijartin şopandin, binpêkirin û nelirêtiyên di hilbijartinê de hatin kirin vegotin. 
 
‘VÎNA GEL TESLÎM HATE GIRTIN’ 
 
Taştan ê anî ziman ku piştî YSK’ê plansaziya xwe ya hilbijartinê aşkere kir dest bi xebatan kirine, diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de gelek binpêkirin qewimîne û wiha got: “Em ji sala 2011’an ve di hemû hilbijartinan de çavdêriyê dikin. Binpêkirinên mafan ên di her hilbijartinê de pêk hatin di vê hilbijartinê de jî pêk hatin. Desthilatê vîna azad a hilbijêr teslîm girt.”
 
WALÎ DI MITÎNGA AKP’Ê DE AXIVÎ!
 
Taştan, anî ziman ku YSK’ê rêgeza bêalîbûnê bi awayekî derhiqûqî bin pê kirin û bi lêv kir ku li Tirkiyeyê mewzûat û rêveberina hilbijartinê antîdemokratîk e. Taştan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “YSK, bê alî û zelal nîne. Encamên di hilbijartinê de derketin holê têkildarî vê ye. Partiyên hêza desthilatê bikartînin bêtir encam bi dest dixin. Hilbijêrên astengdar ên ne gihiştin sindoqan hebûn. Alîkariya ku divê partiyên siyasî ji muşahidan re bikin nehatin kirin. Li cihên ku me çavdêrî kirin bi awayekî komî deng dayîn, binpêkirina propagandayê, pirsgirêka bikaranîna rayeyên saziyên cemaweriyê hebûn. Di hilbijartinên me şopand û qeydkirin de cara ewil waliyek weke axivîner tev li mitînga partiya siyasî bû. Dema ji aliyê partiyên siyasî ve lê dinerin, divê pozîsyona dewletê bê nîqaşkirin.”
 
‘DEWLETÊ PEYWÎRA XWE BI CIH NEANÎ’ 
 
Taştan, bal kişand ku bi guhertinên di rêgezên hilbijartinê de desthilatê hilbijartin 5 pûanan li pêşiyê bi dawî kir û anî ziman ku heta ev yek neyê analîzkirin divê li encamên hilbijartinê neyê nêrîn. Taştan, axaftina xwe wiha domand: “Ne pêkane ku mirov bibêje li Tirkiyeyê di standartên mafên mirovan ên demokratîk de hilbijartinek hatiye kirin. Beriya wê dozên girtinê yên li partiyên siyasî hatine vekirin, siyasetmedarên hatin sûcdarkirin û namzetên wekiliyê yên hatin girtin hene. Dewletê peywîra xwe bi cih neanî. Li gorî qanûnê divê deng dayîn hatibûya vegotin. Divê ji bo hilbijêrên tirkî nizanin tercuman hatibûya peyda kirin. Dema ev neyên kirin, dengên tên betalkirin zêde dibin. Saziyên cemaweriyê û çapemeniyê pozîsyoneke aşkere wergirtin. TRT’yê û Ajansa Anadolûyê nûçeyên ku vîna azad a gel asteng bikin hatin kirin. Xerckirina Serokatiya Ragihandinê herî zêde di meha Nîsanê de hatiye kirin. Piştî ev hemû pêk hatin gelek zor e mirov li benda encamên cuda bibe.”
 
‘EM Ê BINPÊKIRINÊN MAFAN BIWEŞÎNIN’ 
 
Taştan, da zanîn ku ji bo di hilbijartinên Serokkomariyê yên ji tûra dûyemîn re weke çavdêr xebatan bi meşînin serî li YSK’ê dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên me yên têkildarî cihekarî, bijartin, dengdayîn û pêşîgirtina gotinên nefretê hene. Em ê binpêkirinên mafan ên qewimîn weke rapor biweşînin. Me sepaneke bi navê ‘Çavdêrê Wekhev (Eşitlik Gözlemci)’ çêkir. Heke welatiyên me daxînin telefonên xwe dikarin binpêkirinên mafan ên bûn şahid ji me re bişînin.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

20/05/2023
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin